NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî agirbesta di navbera Îsraîl û Îranê de jî Îsraîlê êrişên hewayî yên nû li dijî Îranê kir.
Tevî biryara agirbestê jî pevçûnên di navbera Îsraîl-Îranê de didomin. Li gorî nûçeya Reutersê; medyaya Îranê ragihand ku li Tehranê dengê du teqînan hatiye bihîstin. Radyoya Îsraîlê jî diyar kir ku li Îranê li du baregehên radarê hatiye xistin. Hatibû ragihandin ku Îranê jî di saetên serê sibehê de bi fuzeyên balîstîkî êrişî Îsraîlê kiriye.
Êriş, demekî kin piştî daxuyaniya Serokê DYA’yê Donald Drump ku digot êriş hatine sekinandin, hatibûn kirin. Trump, di daxuyaniya xwe de gotibû: “Dê hemû balafir vegerin û dema vedigerin malê, dê ‘silaveke balafirên’ a dostane bidin Îranê. Dê zirar negihije tu kesekî, agirbet di meriyetê de ye.”
Li hêla din, rayedarên Îran û Îsraîlê di saetên serê sibehê de qebûl kiribûn ku agirbest qebûl kirine.