ENQERE – Girtiyê nexweş Fevzî Arslan ê ku 15 caran sewqa wî ya nexweşxaneyê ji ber derketina li dijî lêgerîna nava dev hat astengirin teşhîsa alzeheimer lê hate kirin.
Girtiyê ku li Girtîgeha Tîpa 1 a Sûlûca ya Edeneyê tê ragirtin, Tîrmeha sala buhurî de ji bo taloqkirina cezayê wî 7 caran biryar hate dayîn. Piştî van biryaran Arslan ji bo çûyîna girtîgehê xwe amade kir. Lêbelê cendirmeyên girtîgehê her carî lêgerîna nava dev li Arslan ferz kir. Arslan ê ku ev ferzkirin red kir, sewqa wî ya nexweşxaneyê hate astenkirin.
Arslan ê ku ji ber redkirina lêgerîna nava dev 15 caran sewqa wî hate astengikirin, bijîjkên serbixwe yên ku raporên Arslan ên tibî kontrol kirin îxtimala teşhîsa nexweşiya alzeheimer û Parkinson kirin.
15 CARAN SEWQA WÎ HATE ASTENGKIRIN
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê Newroz Ûysalê, ji bo rakirina ferzikirinên wiha ji bo Arslan û nexweşên din nivîsek ji Wezareta Karên Hindur re nivisî. Lêbelê wezaretê tu bersivek neda. Ji ber giranbûna rewşa nexweşiya Arslan, Newroz Ûysalê cara duyemîn ji wezaretê re nivîsek nivîsî. Wezaretê di bersiva xwe ya dabû Newroz Ûysalê de diyar kir k udi navbera 5’ê Tîrmeha 2024’an û 2’ê Gulana 2025’an de 18 caran serlêdana nexweşxaneyê kiriye. Wezaretê ragihand ku Arslan ji ber lêgerîna nava dev qebûl nekiriye 15 caran sewqa wi hatiye betal kirin.
GUMANA ALZHEIMER Û PARKÎNSONÊ
Malbata Arslan diyar kir ku dema diçin hevdîtinê carna Arslan wan nas nake û rave kirin ku îxtimala nexweşiya alzeheimerê heye. Malbatê destnîşan kirin ku hemû belge û raporên tibî nîşanî Pisporê Norolog Dr. Ahmet Metîn dane. Malbatê rave kir ku Akar piştî lêkolîna raporan gotiye îxtimala alzheimer û parkînsonê heye.
ÇI QEWIMÎ BÛ
Fevzî (55) û birayên wî Omer (36), Mehmet Haşîm (46) û Mehmet Kasim Arlsan (32) û merivên wan Khlel Khlel (30) bi îdiaya sûîkastê bo Parlamenterê AKP’ê berê Îbrahîm Halîl Yildiz hatin binçavkirin. 5 kesên ku 15 rojan li emniyete binçav de man, polîsan bi zorê îfade bi wan dabû îmzekirin. Di rapora ku di 31’ê Cotmeha 2019’an de ji aliyê Saziya Tipa Edlî (ATK) ve hatiye amadekirin de îşkenceya giran a li 5 kesan hatiye kirin cih girtî û piştî 15 rojan bi biryara dadgehê ve 5 kes hatin girtin. Di îdianameya ku der barê 5 kesan de hat amadekirin de îdiaya "sûîkastê" ya ku bûbû hinceta binçavkirinê tune bû, gelek bûyerên ku di dîrokên cuda de li bajêr qewimîn di îdianameyê de cih girtin. Dadgehê ji ber îfadeyên di bin îşkenceyê de ceza da Fevzî û birayên wî Mehmet Kasım Arslan û Khlel Khlel.
Daîreya 18'emîn a Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Dîlokê di 19'ê Sibata 2020'an de biryar erê kir. Dadgeha Bilind jî di 17'ê Çileya 2024'an de biryar erê kir. Parêzeran piştre serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Dadgeha Destûra Bingehîn hêj biryarek nedaye.
MA / Mehmet Aslan