Dixwazin sembola bîra civakî Newala Qesaba bi betonê binixumînin

  • rojane
  • 09:13 15 Tîrmeh 2025
  • |

SÊRT - Sekreterê TMMOB'ê yê Sêrtê Firat Şîmşek ku ji ber Newala Qesaba careke din ket ber îmarê bertek nîşanî qeyûm da, diyar kir ku bi planên revîzyonê yên îmarê tê xwestin ku bîra civakî ya herêmê bê tunekirin.

 
Newala Qesaba ku nêzîkî navenda bajarê Sêrtê ye, careke din ji ber planên îmarê û revîzyonê di hedefê de ye. Piştî hilbijartinên 31'ê Adara 2024'an, endamên Meclisa Şaredariya Sêrtê yên hilbijartî biryarên ku ji hêla qeyûm ve hatibûn îmzekirin ji bo Newala Qesaba têkeve ber îmarê, di 7'ê Hezîrana 2024'an de betal kiribûn. Lê piştî qeyûm careke din tayînî şaredariyê hat kirin, Newala Qesaba ku di bîra kurd û ermeniyan de wekî goristaneke komî cih girtiye, careke din ji bo rantê hat vekirin. Di civîna meha Nîsanê ya Meclisa Şaredariyê ya di bin rêveberiya qeyûm de, Plana Îmarê hat guherandin. Guhertinên planê rê li ber avakirina avahiyên 5 û 8 qatî qatî hat vekirin.
 
Newala Qesaba, piştî Qirkirina Ermeniyan a 1915'an, ew cih e ku gelek ermenî bi awayekî komî lê hatin veşartin. Her weha cihê veşartina endamên PKK'ê ku di pevçûnên piştî 1980'yî de jiyana xwe ji dest dan û kesên bi awayekî kiryar nediyar hatin qetilkirin e. Di 22'yê Nîsana 1989'an de, li newalê dest bi kolandinê hat kirin û di nav çend saetan de, hestiyên heşt kesan hatin dîtin. Kolandin di heman rojê de bi fermana walîtiyê hat rawestandin û ji wê demê ve li qadê tu xebat nehatine kirin.
 
SEMBOLA BÎRA CIVAKÎ
 
Lijneyên Koordînasyona Herêmî a Bajêr (ÎKK) yên Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) di 26'ê Hezîranê de daxuyaniyek belav kirin û li dijî biryara îmar û revîzyonê ya li herêma Newala Qesaba ya Sêrtê derket. Sekreterê TMMOB ê Sêrtê Firat Şîmşek diyar kir ku Newala Qesaba divê bibe cihekî bîranîna kolektîf. Şîmşek got: "Li ser vê herêmê stran, helbest û pirtûk hatine nivîsandin. Eşkere ye ku ew cihek e ku bîranîna kolektîf zindî dihêle. Ji bo ku em şaşiyên berê dubare nekin, divê em bîranîna kolektîf jî zindî bihêlin."
 
Şîmşek diyar kir ku di serdema ku aştiya civakî tê avakirin de ev pêkanîn xelet e û got: "Ger em aştiya hezar salî ava dikin, nexwe divê bingeh saxlem be. Di vî warî de, divê her tişta xelet were çareserkirin. Tişta xelet divê neyê nixumandin, ne jî bi ser wê betonê bê girtin." 
 
‘ÇENDÎ XETERE YE JÎ NEXWEŞXANE TÊ ÇÊKIRIN'
 
Şîmşek destnîşan kir ku herêm li gel bîra civakî herêm bi zemîna xwe jî ji bo avahiyan ne guncaw e û got: "Nexweşxaneyek dewletê ya xwedî kapasîteya 400 nivînan li cihê Newala Qesaba tê çêkirin. Ez vê yekê li gor raporên lêkolîna etuta zemînê ya nexweşxaneyê dibêjim. Di raporê de tê gotin, 'Di erdê de valahiyên erozyonê, tebeqeyên çîpan û tebeqeyên gil ên bi giranî şikestî hene. Kolandinên ku li herêma lêkolînkirî hatine kirin valahiyên erozyonê eşkere kirine ku axa bingehîn ji bo avahiyan xetere ye.' Tevî vê yekê jî, nexweşxane li herêmê tê çêkirin. Li şûna ku cihê nexweşxaneyê biguherîne, Wezareta Tenduristiyê serî li başkirina erdê dide. Nêzîkî 400 mîlyon lîreyên tirkî bi hinceta başkirina erdê hatiye zerckirin. Hezar û 169 stûnên qulkirî hatine çikandin. Tişta ku hewce bû were kirin tenê veguhastina nexweşxaneyê bû. Diyar e ku Wezareta Tenduristiyê di vê mijarê de berjewendiya giştî li ber çavan negirtiye."
 
Şîmşek diyar kir ku rijandina betonê li Newala Qesaba ne guncaw e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me der barê Guhertina Herêmê de daxwaznameyek ji Şaredariya Sêrtê re şand. Her wiha ji bo rawestandina pêkanînê serlêdanek ji TMMOB'a Amedê re jî hat kirin. Îtîrazên me hatin redkirin, lê pêvajo hîn jî berdewam dike. Li Şaredariya Sêrtê qeyûm heye. Meclisa heyî ne di wê rewşê de ye ku biryaran bide."
 
MA / Ozan Bayindir 
 

Sernavên din

20:31 Qetilkirina Ayşe Tokyazê hat şermezarkirin
20:21 Li Girtîgeha Kirşehîrê bi 'darbeyê' gef li girtiyan hat xwarin
20:10 Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
19:03 Fransayê dawî li hebûna xwe ya leşkerî ya li Senegalê anî
18:34 Bi girseyî serdana şîna Akyuzê ku li Tişrînê jiyana xwe ji dest da kirin
17:56 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Ji bo tevkariya li pêvajoyê divê rê li ber hevalên me bê vekirin
17:37 Li Enqereyê hevdîtinên balkêş
17:29 Endamên ESP û SKM'ê hatin berdan
16:13 Mecît Alagoz piştî 32 salan tehliye bû
16:02 ‘Tundiyên fîzîkî û dêrûnî li Pexşan Ezîzî tên kirin’
15:13 Civaka Durzan: Bila korîdorek ji bo Herêma Rêveberiya Xweser bê vekirin
14:34 Li Zaxo li ser bîrên petrolê êrişeke din pêk hat
14:19 Ji Şandeya Îmraliyê û Ozel daxuyanî: Dê temînat pêvajoyê civakî bike
14:16 ÎHD 39 salî ye: Divê peymaneke civakî ya nû bê çêkirin
13:32 Daxwazên jinan ên ji bo TÎS'ê
13:22 Ji ber barana li Pakîstanê 54 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:17 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel û destpê kir
12:13 Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş
12:01 Li Siwêdayê ‘ewlehî’ ji Durzan re hiştin
11:41 Ocalan ji Konferansa Ronakbirî ya Şengalê re peyam şand
11:17 Li Iraqê hejmara kesên di şewatê de mirin derket 61’an
11:15 İlayda Alkaş hat qetilkirin
11:14 Bi paradîgmaya Abdullah Ocalan ve perwerde didin
11:10 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyî diyar bûn
11:00 Piştî bi salan keça xwe dîtin: Em jî civaka demokratîk dixwazin
10:25 Parêzer Kutluay: Divê mafên zarokan neyên jibîrkirin
09:48 Li Girtîgeha Xarpêtê tundî li girtiyekî hate kirin
09:24 Akin Bîrdal: Agirê ku hat pêxistin bila bibe wesîleya aştiyê
09:23 Ahmet Karagoz: Divê hatina gerîlayan bi qanûnê bê misgogerkirin
09:21 Ciwanên Şoreşger ên herêma Derya Reş di rêya Kobanê de şehîd bûn
09:20 Şoreşa Rojavayê 13 salî ye: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
09:18 Hevserokê MED TUHAD-FED'ê: Divê karê ewil ê komîsyonê girtî bin
09:17 Dayikên Aştiyê: Gava yekemîn azadiya Ocalan e
09:16 Cizîrî: Xweza tê talankirin, germahî zêde dibe
09:14 Lobiya Îsraîl û Tirkiye-Şamê: Golanê bide Siwêdayê bigire!
09:05 Li Iraqê şewat: 50 kes mir
09:00 ROJEVA 17'ê TÎRMEHA 2025'AN
16/07/2025
16:57 Li dijî êrîşên li ser ziman bertek: Têkoşîna li hemberî înkarê dê bidome
16:37 Şewata li Îzmîrê hate tefandin
16:28 Ji ber deynê qeyûm şaredarî hate hecizkirin
14:53 Ji bo serbestberdana Ahmet Ozer serî li dadgeriyê dan
14:37 Ji bo Abdullah Akyuz şîn hate danîn
14:12 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bahçelî: Pêdivî bi danûsteninê heye
13:52 Ji bo zentûngehan li pêşiya Meclisê bang kirin: Qanûna dagirkirinê rawestînin
13:43 Îsraîlê ji hewayê ve êrişî Şamê kir
13:29 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê: Divê her kes hewl bide
13:22 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê li Kandirayê ne
12:23 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Davûtoglû re dest pê kir
12:21 Li Şemrexê ‘kargeha zarokan’ hate lidarxistin
12:14 SOHR: Li Siwêdayê 248 kes mirine
12:00 Şandeya Îmraliyê: Rola Wezareta Dadê ji bo pêvajoyê girîng e
11:36 Li Elkê 5 herêm hatin qedexekirin
11:35 DEM Partî: Em êrişa li dijî Durzan şermezar dikin
11:19 Şaredarê Şîleyê ji peywirê hat girtin
11:06 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Dadê re dest pê kir
10:55 Şaredarê Beylîkduzuyê sewqî ATK'ê hat kirin
10:55 Egîtîm Sen: Ji bo perwedehiya bi zimanê dayikê ‘mifredata aştiyê’ pêwîst e
10:42 Li Manîsayê agir bi daristanê ket
10:23 Holloway: Her gaveke tevgera kurd hêvî ye ji bo gelen cîhanê
10:15 Li Agiriyê zêdetirî 100 hevdîtin: Gel li benda sererastkirinên qanûnî ye
09:54 Birayê Aydinê ku çeka xwe îmha kir: Em dixwazin di nav me de be
09:51 TBB dê 'Koma Şopandina Aştiyê û Xebata Tenduristiyê' ava bike
09:38 Ji Arjantînê piştgirî ji bo kampanyaya ‘Ez dixwazim biçim serdana Ocalan’
09:26 Li Zaxoyê êrişî bîrên petrolê hat kirin
09:22 Doza Mîroglûyê bi wesayîta zirxî hat qetilkirin li benda 'bersiva' wezaretê ye
09:20 Li gelek bajaran şewat derket: Jîngeh di xetreyê de ne
09:15 Şahida merasîma dîrokî: Em bi xwe bawer bin
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2025'AN
15/07/2025
16:34 TTB’ê têkildarî pêvajoyê 4 daxwazên lezgîn kir
16:12 Îsraîlê Bekaa bombebaran kir
15:22 Li Zozanên Keprê hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’
14:19 Şamê li Suwêdayê agirbest ragihand
14:01 Têkildarî êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir doza vekirina Lêkolîna Meclisê
13:58 Rêberê rûhanî yê Durzan: Daxuyaniya ku li ser navê me hatiye dayîn îradeya me temsîl nake
13:09 Li Amedê zarokek ji ber tundiyê jiyana xwe ji dest da
12:51 Li Sûdanê di êrişa li ser gundekî de 48 kes hatin kuştin
12:46 Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
12:19 Îsraîlê ji hewayê ve êriş bir ser Siwêdayê
11:58 Fransa amadekariya leşkeriya dilxwazî dike
11:43 Agirên li Manîsa û Balikesîrê hatin tefandin
11:27 DEM Partî bi rojeva merasîma dîrokî civiya
11:25 Siyasetmedarê Swîsreyî Pagani: Ji bo pêvajoyê divê raya navneteweyî berpirsiyariyê li xwe bigire
11:13 Hêzên Şamê ketin nava Siwêdayê
10:59 Ji RTUK'ê sedema cezayan: Ewlehî û pergala cemaweriyê
10:40 Li Semsûrê agir bi daristanê ket
10:38 Kaya yê ku ji ber guhdarîkirina stranên Kurdî hatibû derbkirin: Polîsan ji me re got 'hûn terorîst in'
10:33 MA'yê xwe gihand dîmenên ku dema amûrên tibbî yên nexweşxaneyê tên dizîn
10:17 69 kes hatin binçavkirin
10:10 SOLDEP, dê Komîsyona Aştî û Demokrasiyê ava bike
09:29 Behsa hevdîtina bi PJAK'ê re kir: Azadî bi yekîtiya Neteweyî gengaz e
09:27 Mizrakê ku merasîmê şopand: Divê sererastkirinên qanûnî demildest bên pêkanîn
09:24 Ekolojîst: Ji bo rawestandina qirkirina xwezayê ev pêvajo firsend e
09:23 Nagehan Avçîl a OHD'î: Esasgirtina 'mafê hêviyê' dê tevkariyê li pêvajoyê bike
09:22 Hiqûqnas Margaret Owen: Divê Ocalan azad be
09:16 Daxwaza girtiyê nexweş a guhertina qawişê ji ber ‘nûnertî kiriye' hat astengkirin
09:13 Dixwazin sembola bîra civakî Newala Qesaba bi betonê binixumînin
09:13 Daxuyaniya Barrack, planên DYA, Îngilistan û Îsraîlê yên Rojhilata Navînê deşîfre dike
09:05 Tevî îtirazan jî li qada sîtê înşeata pîşesaziyê didome
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2025'AN
14/07/2025
18:09 Şandeya Îmraliyê dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike