HATAY - Jinan bertek nîşanî êrişa li ser malbata ku ji ber muzîka kurdî guhdar kiribû bi êrişê re rû bi rû mabû, dan. Jinan got: "Em ji bo jinan û hemû gelan, jiyaneke wekhev, aştiyane û azad dixwazin."
Jin Bi Hev re Bihêz In a Antakyayê, li ber Lîseya Anadolûyê ya Necmî Asrûfoglû li hev kom bû û bertek nîşanî êrişa li ser malbata ku li Stenbolê ji ber muzîka kurdî guhdar kiribû, dan. Gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Nilgün Aşkarê emtna daxuyaniyê xwend. Nilgün Aşkar ku êrişa li ser malbatê şermezat kir, got: "Em bi hêrs in, em qebûl nakin! Em jin li hemberî êrişa nijadperest a li ser malbateke kurd û li hember îşkenceyê bêdeng namînin, em dengê xwe bilind dikin, em têdikoşin."
'EM EFÛ NAKIN'
Nilgün Aşkarê anî ziman ku ew di aştiyeke rasteqîn de bi israr in û wiha got: "Demildest divê polîsên ku bûn sedema jinek têkeve beşa awarte ya nexweşxaneyê ji peywirê bên dûrxistin û êdî divê ev tundî neyê asayîkirin. Em jin li vir in û bang dikin: Em ê li dijî tundiya milîtarîst û nijadperest a mêrî bedenên xwe biparêzin! Kesên ku tundî li jineke ducanî kirin, kesên mafê jiyanê yê wê pitikê binpê kirin, divê bên darizandin! Em ê li dijî polîtîkayên dijminane yên dewletê yên li dijî jinan û zarokan, piştevaniya xwe ya feminist xurt bikin! Em ji bo jinan û hemû gelan, jiyaneke wekhev, aştiyane û azad dixwazin! Li vî welatî guhdarkirina muzîka kurdî ne sûc e, îşkence sûc e! Her êrişa li ser bedena jinê, tenê ne takekesî ye, sistematik û polîtîk e! Em bêdeng namînin, em ê bitêkoşin!"