Siyasetmedarê Swîsreyî Pagani: Ji bo pêvajoyê divê raya navneteweyî berpirsiyariyê li xwe bigire

  • cîhan
  • 11:25 15 Tîrmeh 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedarê Swîsreyî Rémy Pagani, diyar kir ku ji bo “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” divê raya navneteweyî berpirsiyariyê li xwe bigire û got temînata navneteweyî pêwîst e.
 
Ji bo pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ di asta navneteweyî de piştgirî dewam dikin. Beriya çend rojan komek ji siyasetmedar, parlamenter û akademîsyen ên ji qada navneteweyî di çarçoveya kampanya ‘Dixwazim hevdîtinê bi Ocalan re bikim’ li Tirkiyeyê hin hevdîtin kirin. Yek ji endamên komê siyasetmedarê Swîsreyî û Şaredarê berê yê Cenevreyê Remy Pagani bû.
 
Rémy Pagani ku hevdîtinên navbera hikumeta Kolombyayê û Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) ji nêz ve şopand, têkildarî serdana li Tirkiyeyê û hewldanên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ji ANF’ê re axivî.
 
‘DIXWAZIM HEVDÎTINÊ BI OCALAN RE BIKIM’
 
Pagani bi bîr xist ku bi heyeteke ji 50 kesî ya ji gelên cuda wan serdana Tirkiyeyê kirin û got, “Di nava me de sendîkavan, parlamenter, zanyar, profesor hebûn. Armanca me ya bingehîn dîtina Birêz Ocalan û piştgiriya ji bo pêvajoya aştiyê bû ku bi banga wî destpê kir. Di heman demê de me xwest piştgiriyeke navneteweyî bidin pêvajoyê.
 
Bi rêya DEM Partiyê me xwest bi nûnerên partiyên li Tirkiyeyê re li Stenbol, Enqereyê hevdîtinan bikin û piştgiriyê bidin pêvajoyê. Li gel hevdîtina bi Birêz Ocalan re me xwest piştgiriyeke navneteweyî bidin pêvajoyê.”
 
Pagani ragihand ku bi rêya parêzerên Ocalan wan daxwaza hevdîtinê kirin û hêvî dikin vê hevdîtina bi Ocalan re pêk bînin.
 
Rémy Pagani got, “Piştî rojekê me nameyek ji Birêz Ocalan wergirt ku tê de hewldanên me bi erênî dihate nirxandin û diyar dikir ku pêvajoya aştiyê wê dewam bike. Ev name ji bo me bi wate û girîng bû.”
 
TEMÎNATA NAVNETEWEYÎ
 
Têkildarî rêveçûna pêvajoyê, her wiha îmhakirina çekan a komek ji 30 gerîlayan Remy Pagani got, “Beriya her tiştî ev gav ji bo serketina pêvajoyê girîng e. Lê belê ji ber helwesta dewletê bi fikar im. Ji pêvajoya navbera hikumeta Kolombiya û FARC’ê tecrûbeya min heye. Bi rastî jî çûm û ji pêvajoya danîna çekan re bûm alîkar. Min bi çavên xwe dît ku çek li konteyniran hatin bicihkirin û hatin îmhakirin.
 
Lê belê me piştre li Kolombiyayê jî dît. Ji şervanên ku vegeriyan nava jiyana sivîl 400 hatin kuştin. Me ev yek dît. Ev rîsekeke gelekî mezin e. Divê mirov rîskên bi vî rengî bidin ber çavên xwe. Çalakiyên bi vî rengî weke peyameke sembolîk a bi rengê ‘Belê, em çekan datînin, ji vê re amade ne’ dibînim. Di vê mijarê de divê mirov gelekî baldar bin. Ji ber ku şer hîn neqediya ye. Kîneke mezin heye û ev kîn jî bi hêsanî dikare veguhere tundiyê.”
 
‘DIVÊ MIROV BALDAR BIN’
 
Li ser bandora şewitandina çekan li ser dewleta Tirk jî Pagani got, “Bi dîtina min her tim tiştekî baş e ku mirov destê xwe dirêj dijmin -ji ber ku di şer de dijmin tê gotin- bike. Ji xwe Birêz Ocalan bi daxwaza ji bo fesixkirina PKK’ê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî ji girtîgehê heman tişt kir. Belê ev yek bangeke ji bo dirêjkirina dest e. Lê belê divê mirov baldar bin; ji bo aliyê dijber jî destê xwe dirêj bike divê hin şert û merc bêne afirandin.
 
Ji aliyê dijber me hin gavên destpêkê dîtin. Birêz Erdogan destûr da ku parêzerên Birêz Ocalan biçe girtîgehê, endamên partiyê pê re hevdîtinê bikin, karibin stratejiyê, siyasetê diyar bikin. Lê belê ji bo serketina pêvajoyê ev yek têrê nake. Gavên siyasî û hiqûqî divê bêne avêtin. Ji ber ku heta niha ev gav nehatine avêtin, têkildarî pêvajoyê fikarên min ên cidî hene.”
 
Remy Pagani li ser berpirsyariya civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî, welatên Ewropayê ya di vê pêvajoyê de got, “Belê, berpirsyariyên xwe hene. Swîsre xwedî berpirsyariyeke bi vî rengî ye. Min bi xwe pêşniyar kir ku ji bo têkilî bi Xaça Sor a Navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re bê danîn bibim navbeynkar. Armanca min ew e ku piştgiriyê bidim vê pêvajoyê û di çarçoveya qanûnekê de ya bi meqamên navneteweyî û rayedarên Neteweyên Yekbûyî bê îmzekirin pêvajo were fermîkirin.
 
Her wiha Swîsre xwedî kapasîteya personelan e ku piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Xwedî pisporên bi wesif e ku beriya niha di şerên cuda de li wan rast hatim.”
 
Ji bo pirsa “We ji nêz ve şahidî ji pêvajoya navbera hikumeta Kolombiya û FARC’ê re kir. Li gorî mînakên cîhanê, di vê pêvajoyê de tişta divê mirov baldar bin çi ye?” Pagani bersiveke bi vî rengî da:
 
“Ev yek mijara axaftina min a bi parêzerên Birêz Ocalan bû. Belê, min pirsî ku pêvajoyên aştiyê yên li welatên din -çi Efrîkaya Başûr, çi jî Kolombiya- lêkolîn kirine yan na. Şerên bi vî rengî sûd ji hin amûran wergirtin. Ji min re goti, belê baş zanin, lê belê Tirkiye cuda ye.
 
Bi dîtina min pêvajoyên bi vî rengî zêde ji hev cuda nînin. Şer li ku dibe bila bibe heman tişt e. Ya cuda ew e ku aştî bi çi rengî pêk tê, çek bi çi rengî tê terikandin. Cudahî ev e. Ji xwe ji ber vê yekê piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn welatan biryar dan ku hiqûqa şer kodîfiye bikin. Ji ber ku beriya wê hiqûqeke bi vî rengî ya nivîskî tine bû.
 
JI BO BERPIRSIYARIYA BANGA NY’Ê
 
Îro hiqûqa şer nivîskî ye û hemû aliyan pênaseyên weke sûcên li dijî mirovahiyê, sûcên şer îmze kirine. Ji xwe Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) xwe dispêre van pênaseyan. Sûcên weke qirkirinê, sûcên li dijî mirovahiyê, sûcên şer. Ev pênase gelekî kevn nînin; di dawiya Şerê Cîhanê yê Duyemîn de tevlî hiqûq anavneteweyî hatine kirin.
 
Ev yek nuqteyeke girîng e. Ji be vê yekê li gorî min hiqûqa navneteweyî ya heyî dikare ji pêvajoya aştiyê re ya ji aliyê Birêz Ocalan ve hatiye destpêkirin bibe çarçoveyek. Divê Birêz Erdogan destûrê bide ku hêzên navneteweyî vê pêvajoyê bişopînin û bibin navbeynkar. Divê qebûl bike ku bi organên navneteweyî yên Neteweyên Yekbûyî re hevdîtinê bike. Pêwîstî bi navbeynarekî heye ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bê tayînkirin. Mirovên pispor divê vê pêvajoyê bişopînin. Û ji bo şênberkirina vê pêvajoyê divê meclîs qanûnekê amade bike.”
 

Sernavên din

20:31 Qetilkirina Ayşe Tokyazê hat şermezarkirin
20:21 Li Girtîgeha Kirşehîrê bi 'darbeyê' gef li girtiyan hat xwarin
20:10 Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
19:03 Fransayê dawî li hebûna xwe ya leşkerî ya li Senegalê anî
18:34 Bi girseyî serdana şîna Akyuzê ku li Tişrînê jiyana xwe ji dest da kirin
17:56 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Ji bo tevkariya li pêvajoyê divê rê li ber hevalên me bê vekirin
17:37 Li Enqereyê hevdîtinên balkêş
17:29 Endamên ESP û SKM'ê hatin berdan
16:13 Mecît Alagoz piştî 32 salan tehliye bû
16:02 ‘Tundiyên fîzîkî û dêrûnî li Pexşan Ezîzî tên kirin’
15:13 Civaka Durzan: Bila korîdorek ji bo Herêma Rêveberiya Xweser bê vekirin
14:34 Li Zaxo li ser bîrên petrolê êrişeke din pêk hat
14:19 Ji Şandeya Îmraliyê û Ozel daxuyanî: Dê temînat pêvajoyê civakî bike
14:16 ÎHD 39 salî ye: Divê peymaneke civakî ya nû bê çêkirin
13:32 Daxwazên jinan ên ji bo TÎS'ê
13:22 Ji ber barana li Pakîstanê 54 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:17 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel û destpê kir
12:13 Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş
12:01 Li Siwêdayê ‘ewlehî’ ji Durzan re hiştin
11:41 Ocalan ji Konferansa Ronakbirî ya Şengalê re peyam şand
11:17 Li Iraqê hejmara kesên di şewatê de mirin derket 61’an
11:15 İlayda Alkaş hat qetilkirin
11:14 Bi paradîgmaya Abdullah Ocalan ve perwerde didin
11:10 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyî diyar bûn
11:00 Piştî bi salan keça xwe dîtin: Em jî civaka demokratîk dixwazin
10:25 Parêzer Kutluay: Divê mafên zarokan neyên jibîrkirin
09:48 Li Girtîgeha Xarpêtê tundî li girtiyekî hate kirin
09:24 Akin Bîrdal: Agirê ku hat pêxistin bila bibe wesîleya aştiyê
09:23 Ahmet Karagoz: Divê hatina gerîlayan bi qanûnê bê misgogerkirin
09:21 Ciwanên Şoreşger ên herêma Derya Reş di rêya Kobanê de şehîd bûn
09:20 Şoreşa Rojavayê 13 salî ye: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
09:18 Hevserokê MED TUHAD-FED'ê: Divê karê ewil ê komîsyonê girtî bin
09:17 Dayikên Aştiyê: Gava yekemîn azadiya Ocalan e
09:16 Cizîrî: Xweza tê talankirin, germahî zêde dibe
09:14 Lobiya Îsraîl û Tirkiye-Şamê: Golanê bide Siwêdayê bigire!
09:05 Li Iraqê şewat: 50 kes mir
09:00 ROJEVA 17'ê TÎRMEHA 2025'AN
16/07/2025
16:57 Li dijî êrîşên li ser ziman bertek: Têkoşîna li hemberî înkarê dê bidome
16:37 Şewata li Îzmîrê hate tefandin
16:28 Ji ber deynê qeyûm şaredarî hate hecizkirin
14:53 Ji bo serbestberdana Ahmet Ozer serî li dadgeriyê dan
14:37 Ji bo Abdullah Akyuz şîn hate danîn
14:12 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bahçelî: Pêdivî bi danûsteninê heye
13:52 Ji bo zentûngehan li pêşiya Meclisê bang kirin: Qanûna dagirkirinê rawestînin
13:43 Îsraîlê ji hewayê ve êrişî Şamê kir
13:29 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê: Divê her kes hewl bide
13:22 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê li Kandirayê ne
12:23 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Davûtoglû re dest pê kir
12:21 Li Şemrexê ‘kargeha zarokan’ hate lidarxistin
12:14 SOHR: Li Siwêdayê 248 kes mirine
12:00 Şandeya Îmraliyê: Rola Wezareta Dadê ji bo pêvajoyê girîng e
11:36 Li Elkê 5 herêm hatin qedexekirin
11:35 DEM Partî: Em êrişa li dijî Durzan şermezar dikin
11:19 Şaredarê Şîleyê ji peywirê hat girtin
11:06 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Dadê re dest pê kir
10:55 Şaredarê Beylîkduzuyê sewqî ATK'ê hat kirin
10:55 Egîtîm Sen: Ji bo perwedehiya bi zimanê dayikê ‘mifredata aştiyê’ pêwîst e
10:42 Li Manîsayê agir bi daristanê ket
10:23 Holloway: Her gaveke tevgera kurd hêvî ye ji bo gelen cîhanê
10:15 Li Agiriyê zêdetirî 100 hevdîtin: Gel li benda sererastkirinên qanûnî ye
09:54 Birayê Aydinê ku çeka xwe îmha kir: Em dixwazin di nav me de be
09:51 TBB dê 'Koma Şopandina Aştiyê û Xebata Tenduristiyê' ava bike
09:38 Ji Arjantînê piştgirî ji bo kampanyaya ‘Ez dixwazim biçim serdana Ocalan’
09:26 Li Zaxoyê êrişî bîrên petrolê hat kirin
09:22 Doza Mîroglûyê bi wesayîta zirxî hat qetilkirin li benda 'bersiva' wezaretê ye
09:20 Li gelek bajaran şewat derket: Jîngeh di xetreyê de ne
09:15 Şahida merasîma dîrokî: Em bi xwe bawer bin
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2025'AN
15/07/2025
16:34 TTB’ê têkildarî pêvajoyê 4 daxwazên lezgîn kir
16:12 Îsraîlê Bekaa bombebaran kir
15:22 Li Zozanên Keprê hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’
14:19 Şamê li Suwêdayê agirbest ragihand
14:01 Têkildarî êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir doza vekirina Lêkolîna Meclisê
13:58 Rêberê rûhanî yê Durzan: Daxuyaniya ku li ser navê me hatiye dayîn îradeya me temsîl nake
13:09 Li Amedê zarokek ji ber tundiyê jiyana xwe ji dest da
12:51 Li Sûdanê di êrişa li ser gundekî de 48 kes hatin kuştin
12:46 Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
12:19 Îsraîlê ji hewayê ve êriş bir ser Siwêdayê
11:58 Fransa amadekariya leşkeriya dilxwazî dike
11:43 Agirên li Manîsa û Balikesîrê hatin tefandin
11:27 DEM Partî bi rojeva merasîma dîrokî civiya
11:25 Siyasetmedarê Swîsreyî Pagani: Ji bo pêvajoyê divê raya navneteweyî berpirsiyariyê li xwe bigire
11:13 Hêzên Şamê ketin nava Siwêdayê
10:59 Ji RTUK'ê sedema cezayan: Ewlehî û pergala cemaweriyê
10:40 Li Semsûrê agir bi daristanê ket
10:38 Kaya yê ku ji ber guhdarîkirina stranên Kurdî hatibû derbkirin: Polîsan ji me re got 'hûn terorîst in'
10:33 MA'yê xwe gihand dîmenên ku dema amûrên tibbî yên nexweşxaneyê tên dizîn
10:17 69 kes hatin binçavkirin
10:10 SOLDEP, dê Komîsyona Aştî û Demokrasiyê ava bike
09:29 Behsa hevdîtina bi PJAK'ê re kir: Azadî bi yekîtiya Neteweyî gengaz e
09:27 Mizrakê ku merasîmê şopand: Divê sererastkirinên qanûnî demildest bên pêkanîn
09:24 Ekolojîst: Ji bo rawestandina qirkirina xwezayê ev pêvajo firsend e
09:23 Nagehan Avçîl a OHD'î: Esasgirtina 'mafê hêviyê' dê tevkariyê li pêvajoyê bike
09:22 Hiqûqnas Margaret Owen: Divê Ocalan azad be
09:16 Daxwaza girtiyê nexweş a guhertina qawişê ji ber ‘nûnertî kiriye' hat astengkirin
09:13 Dixwazin sembola bîra civakî Newala Qesaba bi betonê binixumînin
09:13 Daxuyaniya Barrack, planên DYA, Îngilistan û Îsraîlê yên Rojhilata Navînê deşîfre dike
09:05 Tevî îtirazan jî li qada sîtê înşeata pîşesaziyê didome
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2025'AN
14/07/2025
18:09 Şandeya Îmraliyê dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike