ENQERE – Serokê MÎT’ê, li Meclisê bi DEM Partiyê re civiya.
Serokê Rêxistina Îstîxbaratê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin, bi Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan re civiya.
Kalin, li Meclisê DEM Partî ziyaret kir. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullarî, Tuncer Bakirhan û Serokwekîlên Koma Meclisê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî pêşwaziya Kalin kirin. Piştî kişandina dîmen, civînê dest pê kir.
Tê payîn ku dê di civînê de geşedanên der barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a di çarçoveya çareserkirina pirsgirêka Kurd de bê nîqaşkirin.