ŞIRNEX –Hate îdiakirin lêpirsîna têkildarî amûrên tibî yên ku bi qamyonan ji Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê hatibûn derxistin, dixwazin bi têkiliyên siyasî ve bê girtin.
Me berê diziya amûrên tibî yên li nexweşxaneya navçeya Cizîr a Şirnexê, bi nûçeya “MA'yê xwe gihand dîmenên ku dema amûrên tibbî yên nexweşxaneyê tên dizîn” anîbû rojevê.
Hate zanîn ku piştî nûçeya 15’ê Tîrmehê, lêpirsîneke îdarî hatiye destpêkirin. Çavkaniyek li Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajarê Şirnexê ku ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê xwe aşkera bike, diyar kir ku ji bo girtina lêpirsîna diziya alavên tibî, bertil ji bo hinek kesan hatiye dayîn. Herwiha çavkaniyê diyar kir ku hin siyasetmedarên herêmî yên nêzîkî desthilatê bi xwe beşdarî girtina dozê bûne.
ÎDIA BERTÎLÊ
Çavkaniyê me îdia kir ku Î.S., ê ku tê îdiakikirin ku derman ji nexweşxaneyê dizî ye, di meha borî de nêzîkî 10 hevdîtin bi Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajarê Şirnexê re pêk aniye û bertil daye gelek kesan. Tê gotin ku hevdîtin ne tenê bi Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajêr re sînordar bûne, di heman demê de li deverên cûda jî pêk hatine. Hate diyarkirin ku kesê behsa wî tê kirin biraziyê serokê komeleya M.S.Y. ye.
TAYÎNÊN NELIRÊ
Çavkanî yê ku xwe wekî endamê Sendîkaya Tenduristiyê da nasîn, îdia kir ku kesên beşdarî diziya amûrên tibî bûne jî ji heman sendîkayê ne û G.U. yê ku li Enqerêyê xwe wekî "serok" dide nasîn pêşengiya komê dike. Çavkaniyê me her wiha diyar kir ku rexmê qedexeyê hin îhaleyên li nexweşxaneyê ji xizmên pileya yekem re hatine dayîn. Herwiha diyar kir ku rayedarên sendîkayê yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizrê gendeliyê dikin û endamên xwe bi awayekî neqanûnî ji bo beşên cûda tayîn kirine.
Çavkaniyê me destnîşan kir ku M.B., tevî ku li nexweşxaneyê hemşîreyek e, bi salan e wekî berpirsê kirînê dixebitî. Hate zanîn ku li nexweşxane kêmasiya hemşîreyan heye. Hat îdiakirin ku kesê ku behsa wî tê kirin nûnerê sendîkayê ye û îhaleyan dide xizmên xwe.
Hate zanîn ku Wezareta Tenduristiyê ji bo lêkolîna van îdiayan mufetîş tayîn kiriye.
Têkildarî îdiayan em du caran li sekreterên Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê geriyan û wan em beraliyê Serbijîşkiyê kirin lêbelê, Serbijîşkiyê bersiva telefona me neda.
MA / Emrullah Acar