NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bal kişand ser Peymana Lozanê û got: “Kurd ji înkar û îmhayê hatin hebûnê”
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ji rojnameya Yenî Yaşamê bersiv da pirsên Nezahat Dogan ên li ser pêvajoyê.
‘HEMÛ HEWLDANÊN WÎ AFIRANDINA GELEKÎ AZAD E’
Cemîl Bayik destpêkê qala têkoşîna Rêber Apo kir û got, "Rêber Apo ewladê malbat û civakek belavbûyî bû. Ji malbateke gelekî xizan bû. Rêber Apo xwedî li civak û gelekî welê derdikeve ku her tiştên xwe winda kiriye û hêviya xwe ji dest daye. Ji xwe van pirsan dipirse; 'Ez ê çawa karibim civakeke ku ji hev belav bûye û her tiştên xwe ji dest daye ji nû ve bîne ser xwe, çawa karibim rakim ser piyan, bikim xwedî hêz û bikim ya wê bi xwe? Bersiv ji van pirsan re peyda kir. Hemû hewldanên xwe ji bo wê yekê bû ku di nava her şert û mercî de gel bike xwedî îrade û azadiyê. Li ser vê bingehê dest bi têkoşînê kir û meşiya."
Cemîl Bayik destnîşan kir ku mînakeke vê nîne û got, "Dibe ku gelek welat hatibin dagirkirin, di nava statuya mêtingeriyê de hatibe hiştin, lê belê Kurdistan welatekî gelekî cuda ye. Ne tenê hatiye dagirkirin, her tiştên wê jê hatiye stendin. Bi temamî li ber tinebûnê ye. Hêviyên xwe bi temamî winda kiriye. Jiyaneke xwe nemaye. Xwedîderketina li gelekî bi vî rengî ne tiştekî welê ye ku her kes karibe bike. Rêber Apo xwedî li gelekî bi vî rengî derket. Doza azadiyê ya gelekî bi vî rengî hilda ser milê xwe. Ji bo doza azadiyê ya gelekî bi vî rengî bimeşîne rêbertî, rêxistinî, kadrobûyîn, uslûp û rêbazeke guncaw afirand. Û di encama vê de jî gelekî belavbûyî, bê rêxistin, ku kesî ew qebûl nedikir, cidî nediît, komî ser kev kir, gihand asta neteweyî."
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bi dewamî işaret bi bandora Rêber Apo kir û got, "Rêber Apo çi got? Got, 'Parêznameyên min li ku be ez li wê derê me'. Ji bo me li gel azadiya fîzîkî ya Rêberê me, ya herî girîng afirandina yekbûneke li gorî felsefe, îdeolojî, xet, armanc, ruh û rêbaza kar a Rêberê me ye. Piştî ku ev bû û pêk hat, ji aliyê fîzîkî ve bûyîna li gel hev ewqasî bi wate nîne. Bêguman ji bo gel, ji bo dostên me girîng e. Me bi Rêbertî xwe nas kir. Weke şexs rewşa min bi xwe jî bi vî rengî ye. Rewşa gelê me jî bi vî rengî ye. Me çi qezenç kiribe bi saya Rêber Apo qezenç kiriye. Gel jî baş bi vê zane. Milîtan û endamên vê tevgerê jî baş bi vê zane. Lewma tecrîd çiqasî bi giranî hatibe meşandin jî ti carî Rêber Apo û gel, tevger ji hev qut nekir. Gotin, 'Ev tevger tevgera Rêbertî ye. Eger em Rêbertî bigirin, em bê bandor bikin, ev tevger wê nikaribe bimeşe. Em ê karibin bi hêsanî armancên xwe pêk bînin'. Ji ber vê yekê hemû derfetên xwe yên hundir û derve bi kar anîn. Xwestin ku Rêber Apo li nava rêxistinê û gel bidin jibîrkirin. Lê belê nekarîn bidin jibîrikrin, berevajî vê yekê di nava tevgerê û gel de dilsoziya bi Rêber Apo re hîn xurt bû."
Li ser sedema xurtbûna vê dilsoziyê jî Cemîl Bayik got, "Ji ber ku her kes bi jiyana Rêber Apo zane, zane bê çi kiriye, çi qezenç kiriye bi Rêbertî qezenç kiriye. Baş zanin ku bûyîna xwedî Rêbertî tê çi wateyê, windakirina Rêbertî wê encamên çawa bi xwe re bîne. Ji ber vê yekê jî têkiliya xwe ya bi Rêber Apo re hîn xurt kir. Di vê têkoşînê de Tirkiyeyê pirsgirêkên gelekî giran dît.
‘SIYASETA TIRKIYEYÊ ÎFLAS KIRIYE’
Tirkiye ji aliyê aborî, siyasî û civakî ve kete nava pirsgirêkan. Yanî dîtin ku siyaseta ew dimeşînin îflas kiriye. Dîtin ku eger di wê siyasetê de israr bikin wê li pirsgirêkên hîn girantir rast bên. Her wiha pêşketinên li Rojhilata Navîn hene. Ev bûyer yekser bandorê li wan dike. Dîtin; 'Eger em bi Kurdan re têkiliyê daneynin, nikaribin piştgiriyê ji Kurdan werbigirin, hem pirsgirêkên navxweyî hem jî pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û bûyerên diqewimin dikarin dawî li me bînin'. Ji ber ku berê rewşeke bi serê wan ve hatibû. Rewşa ku bi serê Împaratoriya Osmanî ve hat. Tê zanîn bê gelê Tirk, dewleta Tirk ev pêvajo çawa derbas kiriye. Mûstafa Kemal bi Kurdan û Sowyetan re têkilî danî. Xwe spart vê yekê û têkoşîn meşand û çû Lozanê. Ev têne zanîn. Ji bo careke din li pirsgirêkên bi vî rengî rast neyê, mecbûrî Kurdan man, mecbûrî Rêbertî man. Qaşo wê Rêbertî bidan jibîrkirin, qirkirina Kurdan temam bikira, lê belê bûn mûhtacê Kurdan û Rêbertiyê. Ji înkar û îmhayê hatin hebûnê.
Rêber Apo jî ji Enqereyê heta niha niha, dema ku têkoşîn meşand timî guherîn û veguherîn ji xwe re kir esas. Dibe ku hinek bibêje, guherîn û veguherînê nû dixin rojevê, lê belê welê nîne. Ev tevger tevgereke welê ye ku hîn ji destpêkê ve guherîn û veguherîn ji xwe re kir esas. Ji ber vê yekê timî bi pêş ket. Naxwe zûdeyî wê tasfiye bibûya."
‘PKK JI KESÎ HÊZÊ WERNAGIRE’
Cemîl Bayik destnîşan kir ku tevgera wan ji ber ku guherîn û veguherînê ji xwe re dike esas heta niha li ser piyan maye û got, "Niha hinek radibe dibêje 'PKK hêzê ji kê werdigire. Gelo ji filan cihî hêzê werdigirin'. PKK ji kesî hêzê wernagire. PKK xwedî çavkaniyên xwe yên hêzê ne. Felsefe, îdeolojî, xet û pîvanên xwe hene. Ji ber ku vê tevgerê berê xwe da azadiyê, ji xwe re timî hêzê diafirîne. Ji ber ku hemû rêbazên jiyanê yên xizmetê ji vê armancê re nakin red dike, timî çavkaniya hêzê ji xwe re diafirîne. Mînak ne tenê li ser aliyên xwe yên erênî tevdigere, di heman demê de aliyên neyînî jî vediguherîne aliyê erênî û bi vî rengî dixe bin xizmeta tevgerê. Li cîhanê hêzeke din nîne ku xwedî vê felsefeyê ye."
‘WÎ BI XWE FIRSEND AFIRANDIYE’
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku ev tevger çavkaniyên xwe yên hêzê bi xwe diafirîne û herî dawî got, "Ev tevger xwedî pîvanên xwe ye. yek ji van jî bêguman rexnekirin-rexnedayin e. Bi rêya vê yekê xwe ji kêmasiyan paqij dike. Her tim xwe xurt dike, zindî dike. Bi rêya vê yekê hem serketinan hem jî neserketinan dixe xizmeta pêşketina tevgerê. Li cîhanê tevgereke din a ku vê dike nîne. Ez heta niha lê rast nehatime, min nexwendiye. Ev tevger hem bi aliyên erênî hem jî bi aliyê neyînî xwe xurt dike. Ji ber ku aliyên neyînî di nava vê tevgerê de dibe hinceta çareseriyê. Hemû astengî, şaşitî, neyînî hinceta çareserkirina wan, derbaskirina wan e. Ya ku tevgerê timî bi pêş ve dibe, zindî dike ev e. Rêber Apo ti carî tiştek ji kesî nexwestiye. Ji bo armanca azadiyê çi pêwîst be ev tespît kiriye û bi cih aniye. Rêbazeke bi vî rengî ji xwe re kiriye esas.
Ti carî nebû xwedî ferasetekê ku bibêje, 'Bila firsendek bi dest bikeve, hin derfet bêne afirandin, ez têkoşînê bi pêş ve bibim'. Wî bi xwe firsend û derfet afirandiye."