ŞIRNEX - Endamên Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê piştgirî dan çalakiya welatiyên Qilebanê ya li dijî lêgerîna madenê û gotin: “Em ê vê derê radestî sermayedaran nekin.”
Li dijî hewldana lêgerîna madenê ku şîrketeke taybet dixwaze li Zozana Sketê ya navçeya Qileban a Şirnexê bide destpêkirin, gundiyên herêmê dest bi çalakiya nobetê kirin. Hat zanîn ku xwediyê şîrketê, şaredarê berê yê AKP’î Sabrî Babat e. Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê jî bi daxuyaniyekê piştgirî da çalakiyê.
‘EM Ê TESLÎM NEKIN’
Berdevkê platformê Adnan Şenbayram diyar kir ku xwezaya Botanê pêşkeşî şîrketên taybet tê kirin û bang li rayedaran kir ku dawî li qirkirina ekolojiyê bînin. Şenbayram, wiha got: “Çendek sal berê ji bo vê zozanê rapora ÇED’ê hate dayin. Ji bo xebatên lêgerîna madena çînkoyê destûr hate dayin. Lê dema ev destûr hatî dayin, ji gel nepirsîn. Tenê ji bo dewlemendkirina komeke sermayeyê dixwazin xwezayê talan bikin. Gundî jî xwedî li xweza, jiyan û zozana xwe derdikevin. Em ê xwezaya xwe teslîmî komeke sermayeyê nekin. Qirkirina ekolojiyê sûc e. Weke platformê em bi gelê xwe re ne û banga xwedîderketina li vê berxwedanê dikin.”
‘EV ZOZAN A ME YE’
Ji çalakvanên nobetê Zubeyî Yaman jî got ku heta şîrketa madenê ji zozana wan diçe dê têbikoşin. Yaman, got: “Ev zozan a me ye û parçeyeke jiyana me ye. Ajalên me, mêşhingivên me hene. 4-5 hezar malbat debara xwe ji vê zozanê dikin. Heke ev xebata madenê dest pê bike dê ekosîstema me xerab bibe. Lewma em li vir in û destûrê nadin. Heta ew ji vir diçin dê têbikoşin.”