ENQERE - Hat zanîn ku di navbera mehên Nîsan û Tebaxê de li Girtîgeha tîpa T a Karabukê tehliyeya 14 girtiyan hatiye taloqkirin.
Binpêkirinên li girtîgehan berdewam in. Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Alîşah Şahîn, di 13’ê Tebaxê de bi girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê tên ragirtin re hevdîtin kir.
Şahîn, da zanîn ku di navbera mehên Nîsan û Tebaxê de tehliyeyên 14 girtiyan bi hincetên cuda hatine taloqkirin û ev biryar derhiqûqî ne. Şahîn, destnîşan kir ku biryara taloqkirinê bêyî nirxandina 6 mehan hatiye dayin û bi vê yekê re qanûn hatine binpêkirin.
Li gorî agahiyên Şahîn da, girtiyên tehliyeya wan hatiye taloqkirin ev in:
“*Hasan Ogut: 10 meh û 4 roj
*Alî Koç: 2 sal
*Mehmet Sarialtun: 8 meh
*Aydin Kudat: 7 meh
*Abdurrahman Guner: 8 meh
*Ejder Dogan: 7 meh
*Halîl Temel: 8 meh
*Haydar Alkoç: Salek
*Haci Aslan: 6 meh
*Alî Haydar Elyakut: 6 meh
*Muhîttîn Pîrînçîoglû: 6 meh
*Mehmet Şîrîn Taşdemîr: 6 meh
*Adem Oktay: 6 meh
*Hakki Aygun: 6 meh.”
MA / Zeynep Topdemîr