ŞIRNEX - Rojnamevan Keleş Kiwexî diyar kir ku AKP bi êzîdiyên li Ewropayê re têkiliyên veşartî dimeşîne û got: "Ji aliyekî vegera li gundên tê astengkirin, ji aliyê din ve jî dixwazin êzîdiyên xwe biafirînin. Li hember vê yekê, divê DEM Partî têkiliyên xwe bi êzîdiyan re pêş bixe."
Polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û koçberiya bi darê zorê ku ji damezrandina Komara Tirkiyeyê ve li dijî bawerî û civaka êzîdî hatine meşandin, di serdema desthilatdariya AKP'ê de bi rêbazên curbicur berdewam dikin. Di civînên veşartî yên ku ji hêla AKP'ê ve bi êzîdiyên li Ewropayê re di bin navê "diyalogê" de tên kirin, AKP armanc dike ku bi dûrxistina rewşenbîr, sazî, jin û rêberên olî yên êzîdî civakê parçe bike û bi xwe ve girêbide.
Rojnamevan Keleş Kiwexî der barê polîtîkayên AKP'ê yên li hember êzidiyan li Ewropayê de nirxandin kir.
Kiwexî diyar kir ku Komara Tirkiyeyê ji damezrandina xwe ve li dijî gelê êzidî polîtîkayên sîstematîk ên dûrxistin, asîmîlasyon û koçberiya bi zorê dimeşîne û bi bîr xist ku di destpêka salên 1980'yî de bi "fermana spî" stratejiyeke berfireh a koçberiyê li dijî êzidiyan hatiye sepandin. Kiwexî diyar kir ku dewlet baweriya êzidiyan wekî li derveyî sînorên xwe dibîne û got ku ev nêzîkatî bûye sedema valakirina gundên êzidiyan li Kurdistanê û koçberkirina mirovan ji xakên wan. Kiwexî got: "Armanc ew bû ku êzidiyan ji warên derxînin. Di encama van êrişan de, beşek girîng ji êzidiyan li Ewropayê, bi taybetî li Almanyayê bi cih bûn."
‘POLÎTÎKAYA AFIRANDINA ÊZIDIYÊ XWE'
Kiwexî destnîşan kir ku hewldanên dawî yên AKP'ê ji bo têkilîdanîna bi êzîdiyan re li Ewropayê ne jidil in û ev hişmendî di polîtîkayên wê yên li hember êzîdiyan de jî diyar e. Kiwexî got: "Ew bi rêya kesên ku berjewendiyên wan hene têkiliyan bi êzîdiyan re datînin. Rewşenbîr, akademîsyen, jin û kesayetên olî yên êzîdî di civînan de cih nagirin. Her tişt bi dizî tê kirin."
Kiwexî diyar kir ku her çend êzîdî 40 sal in li Ewropayê dijîn jî, hesreta wan a vegera welatê xwe qet bi dawî nebûye û ew heta miriyên xwe jî li gundên xwe defin dikin. Kiwexî destnîşan kir ku di van demên dawî de gelek gundên êzîdî wekî herêmên parastî hatine ragihandin da ku pêşî li vegera wan bê girtin û got: "Gund ji bo geştiyariyê tên vekirin û hebûna êzîdiyan tê paşguhkirin. Dixwazin êzîdî nasnameya xwe ya êzîdî ji bîr bikin. Her çend 11 sal di ser fermanê re derbas bûne jî, ew hîn jî nahêlin êzîdî vegerin Şengalê. Ew her hewlekê didin ku pêşî li vê yekê bigirin. Lêbelê, ew xwe wekî mirovperwer ji êzîdiyên li Ewropayê re nîşan didin. Di rastiyê de, AKP êzîdîtiyê qebûl nake. Tirkiyeyê hîn jî fermana 74'an wekî jenosîd nas nekiriye. AKP dixwaze bi awayê xwe nasnameyeke êzîdî biafirîne. Divê êzîdî vê yekê qebûl nekin û divê dawî li van polîtîkayan bînin. AKP dixwaze êzîdîtiyê bide jibîrkirin û wê wekî baweriyeke terqatî teng bike. Lê ev ne êzîdîtî ye. Li Tirkiyeyê qanûn wê nas nake. Mafên êzîdiyan nayên naskirin, baweriyên wan nayên parastin û ew di bin êrîşê de ne."
Kiwexî diyar kir ku armanca hevpar a AKP û PDK'ê "Kurdistanê ji êzdiyan xalî bike" û got ku destkeftiyên li Şengalê tên hedefgirtin û hewl tê dayîn ku li Ewropayê wêneyekî "mirovane" were afirandin. Kiwexî got: "Êzidî nikarin ji axa xwe werin veqetandin. Ola êzidî ya ji axa xwe veqetandî nikare bijî. Em ê li ber van polîtîkayan serî netewînin. DEM Partî jî li dijî van polîtîkayan berpirsiyariyeke mezin digire ser xwe. Ji bo ku êzidiyan di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de cih bigirin, divê DEM Partî têkiliyên xwe bi êzidiyên li Ewropayê re xurt bike û wan daxilî vê pêvajoyê bike. Ger DEM Partî di pêşanîdana karên wiha de nikaribe, pirsgirêka heyî dê kûrtir bibe û polîtîkayên AKP'ê dê bigihîjin armancên xwe. Ji ber vê yekê, divê DEM Partî li vir bi êzidiyan re bicive û wan ji polîtîkayên ku li dijî wan tên meşandin agahdar bike."
MA / Zeynep Dûrgût