STENBOL - Dayikên Şemiyê ji bo Mehmet Salîm Acar ê ku 31 sal berê li Amed hatibû windakirin, doza edaletê kirin.
Dayikên/Mirovên Şemiyê 1064'emîn çalakiya xwe ya heftane li Qada Galatasarayê li dar xistin da ku eqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de winda bûne bipirsin û sûcdar bên darizandin. Kesên li qadê kom bûn wêneyên xizmên xwe yên winda û qurnefîl qirtin dest xwe. Di çalakiyê de li aqûbeta Mehmet Salîm Acar a ku di 31 sal beriya niha li Amedê hat windakirin hat pirsîn. Metna daxuyaniyê ji hêla Îkbal Eren ve hat xwendin.
Îkbal Eren, diyar kir ku Mehmet Salîm Acar, li taxa Ambar a Bismîla Amedê dijî û cotkariyê dikir û wiha bi lêv kir: "Di 20'ê Tebaxa 1994’an de, dema bu kurê xwe yê 13 salî û cotkarekî di zeviyê de dixebitî, çend kesên bi maşîneya torosê hatin bi zorê Mehmet Salîm Acar li maşîneyêr siwar kirin. Keç û cîranên wî dema di çem de cil dişûştin, ditîn ku di nav wesayîtê de çav û devê wî hatiye girêdan. Her wiha dîtin ku maşineyek din a ku 5 kes lê heyî li bendê bûn û piştre bi hev re berê xwe dan Bîsmîlê û çûn. Malbata ku zanî ku wesayîtê berê xwe daye Tabûra Cendermeyan a Bîsmîlê serî li dezgehên fermî dan. Daxwazname dan Serokkomariyê, Wezareta Dadê, Wezareta Karê Hundir û Wezareta Mafên Mirovan. Daxwaza parastina jiyana wî kirin.
Ligel hewldanan jî tu agahî nehat girtin. Li serdanên darazê jî bersivek nehat girtin û malbat serî li Dazgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. DMME, di 8'ê Nîsana sala 2004'an de bi sedema ku berpirsiyartiya darazê bi cih nehatiye biryara îhlalkirina mafan da.
Çend sal derbas dibe bila derbas bibe em ê dîsa li aqûbeta Mehmet Salîm Acar û hemû windayên din bipirsin, em ê daxwaza pêkanîna edaletê bikin. Divê dewlet li gorî formên hiqûqa gerdûnî tevbigere."
Çalakî piştî danîna qurnefîlan bi dawî bû.