NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê bi çekên giran êrişî 2 gundên Siwêdayê kirin.
Hêzên Hikumeta Demkî, îro êriş birin ser gundên Mecdel û Erîqa yên li rojavayê Siwêdayê. Li gorî nûçeya ANHA'yê, şêniyên herêmê ragihandin ku hêzên Hikûmeta Demkî ya Şamê ji nuqteyên xwe yên li gundên Mezrayê bi çeken giran êriş birin ser her du gundên navborî. Der barê encamên êrişan agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Duh jî hêzên Hikûmeta Demkî agirbest binpê kirin û gundên Semîd û Xersayê bi dijwarî topbaran kirin. Di êvara 17’ê Tebaxê de jî hêzên hikûmetê ji noqteyên xwe yên li gundê Damayê ku li bakurê rojavayê bajêr dimîne, malên xelkên gundên Erîqa û Xersayên li rojavayê bajar topbaran kirin.