NAVENDA NÛÇEYAN - Bi destpêkirina êriş û operasyona Îsraîlê yên li dijî Xezeyê re gelek Filistînî ji neçarî derbasî taxên din bûn.
Di demeke êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê didomiyan de, di 19'ê Tebaxê de ji bo dagirkirina bajarê Xezeyê biryareke nû da. Plana ji bo dagirkirina Xezeyê di serê mehê de ji aliyê Qebîneya Ewlehiyê ya Îsraîlê ve hate qebûlkirin. Wezîrê Parastinê Îsrael Katz, di 19’ê Tebaxê de plana êrişê erê kir. Îsraîlê, ji bo personelên çalak veguhêze cihê operasyonê, bang li 60 hezar leşkerên cîgir kir ku ji destpêka Îlonê ve dest peywira xwe bikin. Di vê çarçoveyê de Li gorî planê, dê bi sedhezaran welatiyên Filistînê ji Xezeyê bên derxistin û sirgûnê herêmên başûr ên bajêr bên kirin.
BERTEKÊN CÎHANÊ
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, banga agirbestê dubare kir û hişyarî da ku dê ev operasyon mirin û hilweşînê zêde bike.
Serokwezîrê Fransayê Emannuel Macron, hişyarî da ku “ev operasyon dê ji bo her du gelan bi karesatê ve bi encam bibe û xetereya şerekî mayînde ya herêmê çêbike.”
Komîteya Xaçasor a Navneteweyî (ICRC), destnîşan kir ku “zêdebûna koçkirin û şer dê rewşa Xezeyê ya niha ber bi karesatê ve bibe û rewşa 2,1 milyon mirovan dê bi aloztir bike.”
Li gorî nûçeya BBC’ê; rexmê hemû bertekan Îsraîl li Xezeyê bi hezaran avahiyên sivîlan bi teqemeniyan ve hildiweşîne. Piştî destpêka operasyonê gelek welatiyên Filistînê ji Xezeyê derketin.
Artêşa Îsraîlê, li derveyî bajarê ku nêzî mîlyonek welatiyên Filistînê lê dijîn, baregehên xwe ava kirin.