NAVENDA NÛÇEYAN - NADA’yê ji bo parastina mafên mexdûrên trajediya di sala 2014’an de DAIŞ’ê li Geliyê Xesfeyê kiribû û malbatên wan, banga lêpirsîneke neteweyî û navneteweyî kir.
Newala Xesfeyê ku bi qasî 20 km’an li başûrê Mûsilê ye, yek ji kûrtirîn newala Iraqê ye. Di dema kontrolkirina bajêr a ji aliyê DAIŞ’ê ve, di sala 2014’an de bû yek ji gorên komî yên herî xeternak. Newala Xesfeyê ji aliyê DAIŞ’ê ve wek cihekî ji bo îdamkirin û avêtina hezaran sivîlan di nav de jin, zarok û kesên ji ber serdemên olî, etnîkî û mezhebî hatine revandin, dihat bikaranîn.
Hevpeymana Jinên Demokratîk ên Herêmî li Rojhilata Navîn û Bakurê Efqîkayê (NADA), têkildarî mijarê axuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya NADA’yê wiha ye:
“Hevpeymaniya NADA li Iraqê doza newala li Mûsilê dişopîne ku yek ji tawanên herî hovane yên ku ji hêla DAIŞ’ê ve di dema kontrola wê ya bajêr de di sala 2014’an de hatine kirin. Ev newala jeolojîk a kûr weke yek ji gorên komî tê hesibandin. Agahdarî, şahidî û wêneyên tirsnak ên ku li ser kûrê hatine aşkerakirin nû ne, DAIŞ ew weke cihekî ji bo îdamkirin û avêtina bi hezaran sivîlan di nav de jin, zarok û kesên ku ji ber sedemên olî, mezhebî, an etnîkî, an ji bo tolhildana siyasî hatine revandin, bi kar anî.
DAIŞ’ê li Mûsilê tawan û komkujiyên hovane li dijî jin û zarokan pêk anîn, ew bi hovane înfaz kir û bi awayekî fîzîkî ji holê rakirin. Sivîl weke mertalên mirovî bikar anîn da ku rê li ber pêşveçûna hêzên Iraqî ji bo nav bajêr bigire û jin û zarokên ji kêmeneteweyên Êzîdî û Xiristiyan firotin bazara bazirganiya mirovan.
‘TIŞTA LI XESFEYÊ QEWIMÎ JENOSÎD E’
Tiştê li Newala Xesfê qewimî jenosîd û tawanên li dijî mirovahiyê ye û pêdivî bi tevdîrên bilez ên neteweyî û navneteweyî heye da ku dosyaya Newala Xesfeyê li gel gorên komî di bin çavdêriya tîmên dadwerî yên pispor de were vekirin. Her wiha delîl û bermayiyan bi awayekî belge bikin ku mafên qanûnî yên qurbaniyan û malbatên wan biparêze, malbatên qurbaniyan di pêvajoyê de beşdar bike û wan ji pêşketinan agahdar bike. Di heman demê de mafê wan ê zanîna çarenûsa hezkiriyên xwe û bidestxistina edalet û tezmînatê garantî bike.”
JI BO MEXDÛR Û MALBATÊN WAN BANGA PARASTINÊ
Hevpeymaniya NADA’yê, daxwaza parastina cihê kraterê, pêşîlêgirtina li her destwerdan an wêrankirina bi zanebûn û veguherandina wê ji bo bîrdariyek neteweyî ji bo bîranîna trajediya qurbaniyan û parastina bîra kolektîf kir. Her wiha Hevpeyamana NADA’yê xwest ku qurbanî weke kesên ku rastî jenosîd an windabûna bi zorê hatine, ne tenê weke qurbaniyên terorê bi fermî bên naskirin û diyar kir ku divê piştî belgekirinê bawernameyên mirinê yên fermî bên dayîn. Hevpeymaniyê banga dabînkirina piştgiriya psîkolojîk û civakî ji malbatên qurbaniyan re, bi taybet jinên ku tevahiya malbatên xwe winda kirine û misogerkirina tevlibûna wan di bernameyên parastin û hêzdarkirinê de, kir.