NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomar Tayyîp Erdogan, li Xelatê têkildarî pêvajoyê got: “Em ketine qonaxa dawî. Bi hinek sebir, xîret û baldariya din em ê vê qonaxê derbas bikin."
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêj nehatiye rakirin û civak di çareseriya pirsgirêka Kurd de li benda gavavêtina dewletê ye. Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, li navçeya Xelat a Bedlîsê têkildarî pêvajoya çareseriyê axivî.
Erdogan, got: "Dema Tirk, Kurd û Ereb bûne yek, dema ber bi armancên hevpar tevgeriyayîn, gelek mînakên serkeftinê li dîrokê nivîsandine. Em ê mil bidin milên hev û hemû êrişên ku yekitî û hevgirtina me hedef digirin, pûç bikin. Em ê Tirkiyeya mezin û bihêz diyarî nifşên pêşerojê bikin. Em ê bi gavên bibiryar ber bi hedefa xwe ya Tirkiyeya bêteror ve biavêjin ku dijminên me aciz dike. Bêyî ku emaneta şehîd û gaziyên xwe li erdê bihêlin, em ê bi hev re Tirkiyeyeke ronî ava bikin."
Di berdewamê de Erdogan got: "Di vê rêyê de me gelek êş kişandin û me gelek bedel da. Lê me karî tevekan jî derbas bikin. Em niha di qonaxa dawî de ne. Bi hinek sebir, bi hinek xîret û bi hinek baldariyê em ê vê qonaxê jî derbas bikin."