ŞIRNEX - Hat ragihandin ku Yasîn Kaya yê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Şirnexê, ji ber ku lixwekirina şimikan red kiriye, sewqa wî ya nexweşxaneyê hatiye redkirin. Her wiha nameyeke girtî jî hatiye desteserkirin.
Binpêkirinên li dijî girtiyan li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Şirnexê didomin. Cezayên disiplînê, astengkirina sewqkirina nexweşan, redkirina nameyan û sînordarkirina mafên civakî û çandî didomin. Herî dawî, sewqa nezweşxaneyê ya girtiyê bi navê Yasîn Kaya, ji ber ku lixwekirina şimikan red kir, hat betalkirin.
Endamê Komîsyona Girtîgehê ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Sedat Sulger, binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehê nirxand.
Sulger, destnîşan kir ku pêkanînên ku bûne sedema van binpêkirinan, heta piştî ku midûrê girtîgehê hatiye guhertin jî berdewam kirine û pêkanînên cudakar, bi taybetî li dijî siyasetmedaran, di meriyetê de ne. Sulger, diyar kir ku govendgerandina di Newrozê de û gotina stranan ji aliyê wekî sedema cezayê dîsîplînê hatine nîşandan.
Sulger, daxuyand ku veguhestina nexweşxaneyê ya girtiyê bi navê Yasîn Kaya ji ber redkirina ferzkirina şimikan hatiye betalkirin û got ku ev nîşan dide ku bê li girtîgehê çi qas pêkanînên kêfî hene.
Sulger, bilêv kir ku nameyeke ji girtîgeheke din a ji bo Kaya hatiye jî nehatiye qebûlkirin û ji girtî re sedema pirsgirêkê nehatiye vegotin.
Sulger destnîşan kir ku di navbera girtiyên edlî û siyasî de cihêkarî heye û got ku girtiyên siyasî ji tiştên nû tên di çapemeniya heêrmî de tên ragihandin bi tu awayî sûdê nagirin û ji çalakiyên civakî, sewqên nexweşxaneyan û pêkanînên bi vî rengî bêpar tên hiştin.
'DIVÊ GIRTÎ LI KOMISYONÊ BÊN GUHDARÎKIRIN'
Sulger, bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got ku komisyonê hê bersiva gelek prisan nedaye. Sulger bilêv kir ku li dijî binpêkirinên mafan qanûneke nû divê û got ku komisyona li meclisê bi hin derdoran re hevdîtinê dike lê girtiyên siyasî li derî van hevdîtinan tên hiştin. Sulger destnîşan kir ku divê kesên 30 sal in di girtîgehê de ne werin guhdarîkirin.