NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran bi beşdariya bi hezaran kesan 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê hat pîrozkirin. Di çalakiyan de li ser misogerkirina "şert û mercên xebatê yên azad" ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat sekinandin.
Platforma Saziyên Demokratîk a Mêrdînê (DEKUP) û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê ji ber avahiya PTT'ê ya li navçeya Artukluyê heta Parka Karayollariyê meşiyan. Di çalakiyê de pankartên "Tekoşîna aştî û demokrasiyê jin bilind dikin" û "Aştiyek mayînde bi civaka demokratîk pêkan e" û dowîzên "Aştî ne tenê bêdengkirina çekan e, jiyaneke wekhev û azad e", "Jin Jiyan Azadî", "Dayîk parazvanên aştiyê ne", “Jin şer naxwazin azadîyê dîxwazin” û “Berxwedana jinên ciwan deng daye qadên azad” hatin vekirin. Girseya gel di tevahiya meşê de li ber erbaneyê dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", "Jin şer naxwaze, aştiyê dixwaze" berz kirin.
Piştî meşê, girseyê li Parka Karayollariyê daxuyaniyek çapemeniyê li dar xist. Daxuyaniya kurdî ji hêla Hevserokê MEBYA-DER'ê Salîh Kuday û ya tirkî jî ji hêla Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Merdînê Nîlûfer Elîk Yilmazê ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de li ser çareseriya demokratik û mayinde ya meseleya kurd hat sekinandin. Di daxuyaniyê de doza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin û îşaret bi "şert û mercên xebatê yên azad" ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîzê jî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a têkildarî 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê xwend.
Peyam bi çepikan hat pêşwazîkirin. Paşê girseyê 1'ê Îlonê bi berzkirina dirûşmeyan û govendgerandinê pîroz kir.
SÊRT
Girseya ku bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Sêrtê li ber Dibistana Navîn a Sancaktar a li Kolana Guresê kom bû, dirûşme berz kirin û govend gerand. Girseya ku pankarta bi nivîsa "Ji bo civaka demokratîk deng bide aştiyê, bijî 1'ê Îlonê" vekir, bi berzkirina dirûşmeyên wekî "Jin jiyan azadî", "Bijî aşitî", "Ji şer re na, aştî niha" û "Bijî yekîtiya gelê kurd" ber bi Qada Demokrasiyê ve meşiya.
Hevseroka DEM Partiyê ya Sêrtê Revşan Arslanê li vir metna daxuyaniyê xwend. Revşan Arslanê got: "Wekî ku birêz Abdullah Ocalan bi salan e destnîşan dike, mirovahî di nav gerînekên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de dijî. Krîza sermayeya gerdûnî û şerên parçekirinê yên emperyalîst qadên jiyanê yên mirovan veguherandine qadên şer. Birçîbûn, xizanî, koçberî û mirin hewl tê dayîn ku bibin çarenûsa hevpar a bi mîlyonan kesan."
DOZA AZADIYA ABDULLAH OCALAN KIRIN
Revşen Arslanê destnîşan kir ku gelê kurd tevî ku di salên şer de li dilê Rojhilata Navîn bedelên giran dane jî, hebûna xwe parastiye û got: "Îro, ew daxwaza xwe ya çareserî û azadiyê hîn bi bihêztir tîne ziman. Rêya ku dê deriyê aştiyê veke eşkere ye: divê şert û mercên azadiya birêz Abdullah Ocalan werin peydakirin, hebûna gelê kurd û mafên gelê kurd bi qanûnê werin garantîkirin, perwerdehiya bi zimanê dayikê û mafên çandî werin naskirin û divê pratîkên qeyûm yên ku îradeya gel paşguh dikin bi dawî bibin. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd ne tenê mifteya pêşeroja gelê kurd e, di heman demê de ya tirk, ereb, laz, çerkez, elewî, êzdî û hemû gelan e jî." Revşen Arslan tekez kir ku divê her kes di 1'ê Îlonê de ji bo civakeke demokratîk û bê şer deng bide aştiyê.
Daxuyanî bi govendgerandinê û bi berdana kevokên spî ji aliyê Dayikên Aştiyê ve bi dawî bû.
XARPÊT
Li Xarpêtê, Platforma Ked û Demokrasiyê bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek da. Li ber avahiya DEM Partiyê ya li Xeraca Xozatê, pankarta bi nivîsa "1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, em li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jiyanê diparêzin" hat vekirin û her wiha pankartên wekî "Aştî û civaka demokratîk ji bo azadiyê ked e", Ji şer re na, aştî niha", û "Bijî aştî, bijî aştî" hatin daliqandin. Rêveberên bajêr û navçeyan ên DEM Partiyê yên Xarpêtê, Platforma Ked û Demokrasiyê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.
Di dema daxuyaniyê de, gelek caran dirûşmeyên wekî "Bijî aştî" hatin berzkirin. Nihat Yuca, rêveberê DEM Partiya Xarpêtê, li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê metna daxuyaniyê xwend.
Yuca bal kişand ser pêwîstiya lezgîn a aştiyê li welat, herêm û cîhanê û got: "Yên ku ji şer sûdê werdigirin û yên ku karkeran mehkûmî birçîbûn û xizaniyê dikin, heman berjewendîperest in. Ji ber vê yekê, daxwaza aştî û demokrasiyê ji bo hêzên ked û demokrasiyê bûye pêdiviyeke bingehîn, mîna nan û avê. Bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, em careke din tekez dikin ku aştî rêgeza herî bingehîn a têkoşîna ku karker û gelên bindest ji bo mafên xwe dimeşînin e."
ŞIRNEX
Li navenda Şirnex di nav de palementerê DEM Partiyê yê Şirnex Mehmet Zekî Îrmez, endam û rêveberên DEM Partî û DBPê yên Şirnex, endamên û rêveberên saziyên civaka sivîl û sedan welatiyên li ber avahiya KESKê kom bûyîn bi pankarta, "Ji bo civaka demokratîk deng bide aştiyê" meşiyan. Di meşê de diruşmeyên, " Bijî aştî" , "Jin jiyan aştî" hatin berzkirin.
Piştî ku girse gehişt qada Emerê Ereb ji aliyê Hevserokê TUHAD-FEDê yê Şirnex Aydin Denîz daxuyaniya hat xwendin. Deniz bal kişand ser şerên li tevahiya cîhanê pêk tê û wiha axivî: “1'ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cihanê ku piştî Şerê Cihanê yê Duyem hat ragihandin, ji bo gelên ku dixwestin wê tarîtiyê li paş xwe bihêlin, semboleke berxwedana li dijî faşîzmê bû. Lê belê, wekî ku Birêz Abdullah Ocalan ev bi salan e ku balê dikişîne ser, îro em dibînin ku mirovahî di girdavên Şerê Cihanê yê Sêyem de ye. Qeyrana pergalê ya sermayeya gerdûnî û şerên parvekirina emperyalîst jîngehên gelan vediguherînin meydanên şer.”
Denîz destnîşankir ku ger dewlet bixwaze nîqaşên di komîsyona meclîsê de encam bigire divê şert ê mercên Ocalan werin guhertin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Îro eger dixwazin ev nîqaşên ku li Meclîsê tên kirin encamgir bibin, wê demê lazim e ku serê pêşîn şert û mercên xebatê yên serbest demildest ji bo Birêz Abdullah Ocalan werin peydakirin ku bi 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' îradeya aştî û çareseriyê nîşan daye û avakar û rêveberê vê pêvajoyê ye.”
Denîz diyar kir ku ji bo aramî û azadiya gelan tekane rê, rêya Aştiya Cikava Demokratîk e û wiha pêde çû: “Çareserkirina pirsgirêka kurd a bi awayekî demokratîk, birûmet û mayînde ne tenê ji bo gelê kurd, her wisa ji bo tirk, ereb, laz, çerkez, elewî, êzidî û hemû gelên ku li vê erdnigariyê dijîn jî, kilîta siberojê ye. Em dizanin ku aştî ne tercîhek e; şerta pêkvehebûn û pevrejiyanê ya gelên me ye. Ji bo aramî û azadiya hemû gelan, tekane rêya çareseriyê ew e ku em bi rêya aştiyê civaka demokratîk ava bikin û bi avakirina civaka demokratîk jî aştiyê mayînde bikin.”
Denîz herî dawî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27'ê sibatê bi bîr xist û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27'ê Sibatê ya birêz Ocalan di serî de ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û cihanê banga herî xurt a aştiyê ye. Weke gelên bindest, kedkar, jin, ciwan û hêzên hilberîner ên vê erdnigariyê em bi sosyalîzma civaka demokratîk û xwişkûbiratiya gelan bawer in. Ev banga ji bo aştiyê di heman demê de bangek e ku li dijî kedxwarî, zayendperestî, neteweperestî, talankirina xwezayê û emperyalîzmê hatiye kirin.”
Piştî Denîz parlementer Îrmez got ji bo aştiyek mayînde hewceyî bi guhertina şert û mercên Ocalan heye û wiha axivî: “Ji bo li Tirkiye aştî pêk were hewceyî pê heye ku azadiya Rêber Ocalan pêk were. Her wiha divê bi kurdên her çar parçeyên Kurdistanê re aştî pêk were.”
Çalakî bi gerandina "dîlana aştiyê" bi dawî bû.
ENQERE
Hezên Ked û Demokrasiyê, bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê meşek li dar xist. Partiyên siyasî, saziyên sivîl ên giredayî Hezên Ked û Demokrasiyê û gelek kes tevlî bûn. Girse li ber Metroya Kolejê ya navçeya Çankaya heta Qada Sakaryayê meşiya. Girse di meşê de bênavber dirûşmeyên, “Jin Jiyan Azadî”, “Demildest Aştî”, “Xweza, Aştî, Azadî” û “Bijî yekitiya jinan” berz kirin. Piştî mesşê li qada Sakaryayê daxuyanî da.
Metna hevpar a daxuyaniyê ji aliyê endama Komeleya Ziman û Çandê ya Ankayê (ANKA- DER) Cansû Çetînê ve hat xwendin. Cansu Çetînê bi lêv kir ku ew aştî, wekhevî û edaletê dixwazin û wiha got: “Em aştiyê, wekheviyê û edaletê dixwazin! Ji bo aştiyeke mayînde li Tirkiyeyê, çareseriya pirsgirêka Kurd, rakirina astengiyên li ser zimanê dayikê, perwerdeya bi Kurdî û azadiya girtiyên siyasî şertên bingehîn in. Binpêkirinên mafên mirovan, bi taybetî li girtîgehan, divê bi dawî bibin; Qanûna Dij-Terorê bê betalkirin û girtîgehên ewlehiya bilind bên girtin. Tirkiye divê dev ji polîtîkayên şer berde, ji deverên dagirkirî yên Sûriyeyê vekişe û piştgiriya komên wekî HTŞ bi dawî bike.”
Di berdewama axaftina xwe de Cansû Çetînê bal kişand ser şerên li Rojhilata Navîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şerên li Rojhilata Navîn, Filistîn, Îran û Ukraynayê encama pevçûna berjewendiyên emperyalîst in. Em piştgiriyê didin têkoşîna gelê Filistînê ya ji bo azadiyê û li dijî dagirkeriya Îsraîlê ne.Aştî ne tenê bêdengkirina çekan e; ew pêkanîna edalet, wekhevî, mafên demokratîk, parastina xwezayê, mafên jinan, karkeran, LGBTI+ û elewiyan e. Têkoşîna civakî li kolanan, cihên kar, bi rêxistinên wekî sendîka û platformên jinan ji bo aştiyê girîng e. Komîsyona aştiyê ya parlamentoyê divê bi şefaf bixebite, lê înîsiyatîf bi destê gel be. Parastina xwezayê û mafên heywanan jî beşek ji aştiyê ye. Aştî li welatekî ku xweza tê talankirin û heywan tên kuştin ne mimkun e. Aştî têkoşîneke hevpar a hemû gelan e, ne qenciyek ji hikûmetê ye. Nazım Daştan, Cîhan Bîlgîn û Sirri Sureyya Onder bi têkoşîna xwe ya ji bo edalet, wekhevî û demokrasiyê di têkoşîna aştiyê de bûne sembol. Em wan bi hurmet bi bîr tînin û tekez dikin ku aştî bi têkoşîna civakî û yekîtiya gelan pêkan e.”
Piştî daxuyaniyê parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê Sevîlay Çeleng axivî û bi lêv kir ku qonaxa ew di tê de ne qonaxeke dîrokiyê û divê hemû kes xwedî li pêvajoyê derbikeve.
Piştî daxuyaniyê çalakî bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.