NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên rêveberiya Talîbanê aşkera kiriye, di erdheja Efxanistanê de zêdetirî 2 hezar û 200 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 hezar kes birîndar bûn û nêzî 7 hezar avahiyan hilweşiyan.
Li Efxanistanê bîlançoya erdheja bi mezinahiya 6 pileyî ku şeva Yekşemê qewimî, giran dibe. Li gorî bîlançoya dawî ya ji aliyê rêveberiya Talîbanê ve hate aşkerakirin, zêdeyî 2 hezar û 200 kesan jiyana xwe ji dest dan, nêzî 4 hezar kes birîndar bûn û nêzî 7 hezar xanî jî hilweşiyan.
Piştî erdheja giran, li herêmê pênc caran erdhejên biçûk rû dan. Di erdhejên bi mezinahiya 5 pileyî de 10 kes birîndar bûn. Di serî de Nangarhar, Laghman û Kunar 8 eyalet ji erdhejê bandor bûn. Rayedar dibêjin, ji ber hezazê hîn jî nikarin xwe bigihînin hin gundan, lewma dibe ku bîlanço girantir bibe. Bi hezaran malbat ji ber hilweşîna malên wan li qadan, nava zeviyan û kolanan dimînin.