NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvana mafê mirovan a xwedî xelata aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemediyê anî ziman ku Şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî"yê hê jî zindî ye û got: “Baweriya bi rejîma Îranê kêm bûye û desthilata wê lawaz bûye.”
Girtiya siyasî ya berê û çalakvana mafê mirovan a xwedî xelata aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemediyê der barê Şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî"yê de ji ajansa Navneteweyî ya Îranê re axivî.
Nêrgiz Mihemediyê got: “Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hîna zindî ye û guhertinek mezin di civakê de afirandiye. Ev yek jî encama hêz û berxwedana gel û jinan e. Her wiha zindîbûna Şoreşê dikarin di demarên civakê de bibînin. Ne şerte ku welatî bi berdewam li kolananbin û xwepêşandan lidarbixin, bi şêwazên cuda jî nerazîbûn li dijî desthilatê nîşan didin û Şoreş berdewam dibe.”
Di dewama axaftina xwe de Nêrgiz Mihemediyê tekezî kir ku baweriya bi rejîma Îranê kêm bûye û desthilata wê lawaz bûye ku hebûna jinên bêserpoş nîşana lawaziya desthilatê ye.