MÊRDÎN - Mêrdîn TUHAD-FED’ê piştî kongreyê damezirandina xwe ragihand. Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Pinar Sakik Tekîk di kongreyê de bal kişand ser “mafê hêviyê” û got: “Komîsyona li Meclisê hatiye avakirin divê li Ocalan guhdarî bike.”
Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Mêrdînê (MÊRDÎN TUHAD-DER), li eywaneke dawetan a li navçeya Qoserê ya Mêrdînê kongreya xwe li dar xist. Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li kongreyê bûn. Di kongreyê de pankartên “Bi ruhê berxwedêrên Mazlum, Kemal, Xeyrî û Akîf'an em ber bi civaka demokratîk û aştiyeke bir rûmet kongreya xwe li dar dixin", "Ji bo mafê jiyanê divê girtiyên nexweş tavilê bên berdan” û “Ne taloqkirina tehliyeyan azadî ji girtiyên siyasî re” hatin daliqandin. Kongre, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Piştre jî vîdeoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku a di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de di 9’ê Tîrmehê de hatibû weşandin, hat temaşekirin. Di dema temaşekirina vîdeoyê de gelek caran dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.
‘JI BILÎ BERXWEDANÊ TU RÊ NEHIŞTIN’
Hevserokê DBP’a Mêrdînê Abdulselam Turan di kongreyê de got ku girtîgeh eynika heqîqetê ne û got: “ziman, nasname û çanda me hate qedexekirin. Ji bilî berxwedanê tu rê ji Kurdan re nehiştin. Kesên di zindana Amedê de mayin di nav me de hene. Wan li wir destanek nivîsandin. Bi agirê hilkirin re rêya çiyayên Kurdistanê ronî kirin. Heta avakirina civakake exlaqî û polîtîk dê têkoşîna xwe mezin bikin.”
'TÊKOŞÎN LI ZINDANAN HATE MEZINKIRIN’
Hevşaredar Devrîm Demîrê jî girîngiya girtîgehan a di têkoşîna azadiyê ya Kurd de bi bîr xist û got: “Zindan her tim ji bo me bûn ronahî. Têkoşîn, li zindanan hate mezinkirin. ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan j bo her kesî bû hêvî. Erka me tevan e ku em vê bangê mezin bikkin. Hêj niha jî li girtîgehan girtiyên nexweş hene. Hevalên me yên cezayê wan xelas bûye nayên berdan. Divê hevalên me tavilê berdin. Heke dewlet jidil be bila ji ewil dawî li xespkirina îradeyê bîne.”
‘DIVÊ KOMÎSYON LI BIRÊZ OCALAN GUHDARÎ BIKE’
Hevserokê MEBYA-DER’ê Salih Kuday jî bi bîr xist ku li girtîgehan hezar û 412 girtiyên nexweş hene. Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Pinar Sakik Tekîk jî got: “Girtîgeh, keleha berxwedanê ne. Teslîmbûn tune ye, berxwedan heye. Berxwedan, hêviyê tîne bîra me. ‘Mafê hêviyê’ ne tenê mafekî şexsî ye. Mafê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her girtiyên li ber xwe didin e. Her çend Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdkirî be jî ji bo aştiyê tişta ji dest tê dike. Divê komîsyon li birêz Ocalan guhdarî bike.”
Piştî axaftinan hilbijartin hate kirin û Ayşe Bozan û Fettah Tekîn weke Hevserokên Mêrdîn TUHAD-DER’ê hatin hilbijartin.