NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên Aştiyê beriya konferansa xwe li Riha, Êlih û Mêrdînê hatin gel hev. Dayikan, bal kişand ser pêvajoyê û gotin ku ji Abdullah Ocalan bawer in û têkoşîna wan a ji bo aştiyeke birûmet bidome.
Dayikên Aştiyê, beriya konferansa xwe ya ku dê di 18-19’ê Cotmehê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de were lidarxistin, li Riha, Mêrdîn û Êlihê pêşkonferans li dar xistin.
RIHA
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, li Eywana Konferansan a Şaredariya Hewagê hatin gel hev. Li eywana pêşkonferansê pankarta “Dayik, zana ya civakê ye. Ji bo civaka demokratîk xwe jinûve ava dike.”, wêneyên dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Uveyş Ocalan û wêneyên Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê hatin hilayîstin. Di pêşkonferansê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Şehîd namirin” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin û dayik bi coşeke mezin têketin eywana konferansê. Pêşkonferans, bi rêzgirtinê domiya.
Piştre jî Dayika Aştiyê Aynûr Yilmaz axivî û got ku divê hemû dayikên daxwaza aştiyê dikin li kolanan û meclisê dengê xwe bilind bikin. Aynûr Yilmazê, got: “Em aştiyeke birûmet û mayinde dixwazin. Em dayik dê li malên xwe ne rûnin. Dayikên leşkeran, dayikên aştîxwaz û dayikên zarokên xwe di şer de winda kirin em bi destên hev bigirin. Em destên xwe dirêjî dayikên leşkeran dikin. Banga me ji bo hemû dayikên AKP’î, CHP’î, MHP’î heye; em bi hev re aştiyê bînin. Jixwe Rêbertiya me ev berpirsyartî da me û got ‘Bila Dayikên Aştiyê di vê pêvajoyê de cih bigirin.’ Em jî çi ji destê me were em ê bikni. Ne bi çekê, em li Meclisê bi hev re biaxivin. Heke diyalog çêbibe dê aştiyeke birûmet were. Em aştiye bêrûmet qebûl nakin. Madem dewlet dibêje ‘Tirk û Kurd xwişk-bira ne’, wê demê bila heqê xwişk-birayên xwe bidin. Em ji Rêbertiya xwe bawerin.”
Piştî axaftinan sînevîzyoneke têkoşîna Dayikên Aştiyê vedibêje hate pêşandan. Piştre jî pêşkonferans ji çapemeniyê re girtî domiya.
MÊRDÎN
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê jî li avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Mêrdînê civiya. Li gel Dayikên Aştiyê yên li Mêrdîn û navçeyên wê, her wiha wekîla DEM Partiyê Saliha Aydenîz jî tev li bû. Li eywana konferansê pankartên “Dengê dayikên Mêrdînê, hêviya Îmraliyê ye" û “Şehîdên şoreşê nemirin” hatin daliqandin. Pêşkonferans, bi rêzgirtinê dest pê kir.
Piştre jî atkîvîsta TJA’yê Çîmen Fîdan axivî û got: “Dayikan bedelên giran dan. Herî zêde dayik aştiyê heq dikin. Dayikan her tim bo aştiyeke birûmet li ber xwe dan.” Dayika Aştiyê jî diyar kirin ku aştî yekalî nabe û xwestin dewlet gavên şênber biavêjin. Dayikan, gotin ku ew ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bawerin.
Di pêşkonferansê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Pêşkonferans, ji çapemeniyê re girtî domiya.
ELIH
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê jî li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya Êlihê pêşkonferans li dar xist. Pêşkonferans, bi rêzgirtinê dest pêkir û pankarta “Ji bo dayikan diyariya herî mezin aştî ye” hate daliqandin.
Di pêşkonferansê de gelek caran dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Sûltan Azboy, bal kişand ser rola dayikan a di têkoşîna 40 salan de û got: “Dê ev têkoşîn ji vir şûnde jî bi biryardarî bidome. Di şerê 40 salan de md dayikan, zarokên xwe, hevjîn, xwişk-bira, dayik û bavên xwe winda kir. Bedelên herî giran me dan. Lê niha qala aştiyê tê kirin, bila çi pêwîst bike êdî bikin. Xwezaya me, darên me tune dikin. Bila vê nekin, ji bo me her darek wekî mirovek e. Tu ferq di navbera birîna darekê û kuştina mirovekî de nîne.”
Dayikên Aştiyê yên din jî ji bo pêvajo bi erênî encam bibe bang li îktîdarê kirin û jê xwestin gavên şênber biavêje.