ENQERE - Kristian Skrede Gleditsch û Sebastian Budgen, diyar kirin ku banga 27’ê Sibatê ya Abdullah Ocalan dikare ji krîzên li Rojhilata Navîn re bibe çareserî û banga cîbicîkirina “mafê hêviyê” kirin.
Erkedarê lêkolînê yê Enstîtûya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Osloyê (PRIO) Prof. Kristian Skrede Gleditsch û edîtorê Verso Books'ê ku yek ji çavkaniyên weşangeriya çep a navneteweyî ye Sebastian Budgen, têkildarî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, peyama piştgiriyê ji DEM Partiyê re şandin.
GLEDITSCH: DIVÊ MERCÊN OCALAN BÊN BAŞKIRIN
Gleditsch, di peyama xwe de wiha got: “Pirsgirêka Kurd, bi xwe re gelek windahiyên canî û wêranî anî. Pevçûnan, zirar da her du aliyan. Hewldanên ji bo diyalog û çareseriya demokratîk, ji her alî ve ji domandina şer baştir e. Li hêla din, aştî tenê dema ji hêla hiqûqî ve hate misogerkirin dikare mayinde û adilane bibe. Hewceye pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê, bi yasayên bergir û sererastkirinê bê xurtkirin û şert û mercên yek ji aktorên sereke yê pêvajoya mizakereyan Abdullah Ocalan bên sererastekirin. Di pêvajoyên wiha de yek ji hewcehiyên herî girîng ew e ku destûr neyê dayin êşên berê hatine kişandin, pêşerojê dîl bigirin. Ez piştgiriyeke xurt didim hewldanên ji bo çareserkirina şer û bang li hemû aliyan dikim ku di vê mijarê de piştgiriyê bidin.”
BUDGEN: OCALAN BANGA PÊKVEJIYANÊ KIR
Budgen jî di peyama xwe de wiha got: “Abdullah Ocalan, di banga xwe ya 27’ê Sibatê aştî û pêkvejiyana demokratîk parast. Got ku divê pêşeroja gelê Kurd ji berê ve nehatibe diyarkirin û dikarin bi civakên din ên herêmê re tifaqan çêbikin. Dema armanc û rêbazên pêvajoyên guherînê yên civakî yan jî siyasî berfireh bin, wê demê serkeftî dibin. Piştgiriya ji bo hewldanên ku civakên herêmî paşguh dikin, dê zehmet be. Gavên weke bêçekbûn û bidawîkirina pevçûnan, dikare weke rêya teşwîqkirina beşdariyeke berfirehtir were dîtin. Hewldanên ji bo wekhevî û hevkariya di navbera Kurd û Tirkan de, dê di mijara aloziyên mezhebî û rageşiyên etnîkî de jî bibe alîkar. Di vê çarçoveyê de, dema tevgera Kurd balê dikişîne ser nasnameya çandî, di heman demê de ji geşedanên berfireh ên civakî û siyasî re jî sûdewer dibe.
DIVÊ ‘MAFÊ HÊVIYÊ’ WERE CÎBICÎKIRIN
Pêvajoyeke aştiyê ya rasteqîn, gelek girîng e. Dikare di meseleya Kurd de rê li ber pêşveçûnan veke û di çareserkirina pirsgirêkên mezin ên li Rojhilata Navîn de tevgerên herêmî xurt bike. Dê di mijara hevkariya di navbera gelên Kurd, Tirk û Ereb de û cîbickirina mafê tayînkirina qedera xwe de jî sûdewer be. Dema mirov tiştên Ocalan bo pêvajoya aştiyê kirin dinihêre, dibîne ku divê mercên wî yên girtine dîsa bên nirxandin û rêgeza ‘mafê hêviyê’ bi demê re were cîbicîkirin.”
GLEDITSCH KÎ YE?
Kristian Skrede Gleditsch di sala 1971’ê de ji dayik bû. Di Beşa Zanista Siyasetê ya Zanîngeha Essexê de Profesorê Regiusê ye. Li Navenda Pevçûn û Hevkariyê ya Michael Nicholsonê dîrektor û li Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Osloyê (PRIO) erkedarê lêgerînê ye.
BUDGEN KÎ YE?
Sebastian Budgen, li Verso Booksê ku di qada navneteweyî de yek ji referansên weşangeriya Çep tê zanîn e. Verso Books, di sala 1970’ê de ji hêla kovara New Left Review ve hata avakirin û bi navê New Left Books’ê dest bi xebatan kir. Sebastian Budgen, li gel Versoyê, her wiha li Jacobin û Historical Materialismê jî edîtoriyê dike ku di nava Çepa Amerîkayê de yek ji weşanên herî navûdeng in.