ÎZMÎR - Meclisa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê, beriya konferansa xwe ya 18-19’ê Cotmehê, pêşkonferans li dar xist.
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê, beriya Konferansa Dayikên Aştiyê ya ku dê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di 18-19’ê Cotmehê de wer lidarxistin, pêşkonferansek li dar xist. Pêşkonferans, li avahiya DEM Partiyê ya Îzmîrê hat lidarxistin. Li eywana konferansê pankartên “Ji bo civakeke demokratîk ji Rêbertiyê re azadî” û “Ji bo dayikan diyariya herî mezin aştî ye” hatin daliqandin.
Li gel Dayikên Aştiyê, her wiha aktîvîstên TJA’yê, wekîla DEM Partiyê Saliha Aydenîz, rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Îzmîr û navçeyên wê jî tev li konferansê bûn. Di konferansê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.
Konferans, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî sînevîzyoneke têkoşîna Dayikên Aştiyê vedibêje hate pêşandan. Piştî temaşekirina sînevîzyonê, konferans ji çapemeniyê re girtî domiya.