Salih Muslim: Xwestin li NY’ê Şara rewa bikin

img

RIHA - Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê têkildarî Lijneya Giştî ya NY’ê axivî û got: “Hêzên derve Şara ji Idlibê derxistin û li Şamê bicih kirin. Li vir gelek peywirên dabûne wî pêk anî. Xwestin Şara rewa bikin.”

 
Lijneya Giştî ya 80’an a Neteweyên Yekbûyî (NY) di navbera 23-29’ê Îlonê de li New Yorkê hat lidarxistin. Lijne, bi rojeva Filistînê civiya û gelek serokên dewletan û nûnerên siyasî tev li bûn. Di demeke êrişên hêzên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li dijî sivîlan didomin de Serokkomarê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ahmet El Şara bi sîfetê “serokê dewletê” tev li civînê bû. Şara, bi Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re jî hevdîtin kir. Bi van hevdîtin û qebûlkirinan re rêveberê HTŞ’ê ku dûvika El Qaîdeyê ye Ahmet Şara jî hate rewakirin. 
 
 
Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim têkildarî civîna Lijneya Giştî ya NY’ê axivî. 
 
Salih Muslm, têkildarî qebûlkirina Şara ya weke “serokê dewletê” axivî û got ku armanca hêzên navneteweyî ew bû ku Şara rewa bikin. Bi domdarî Muslim anî ziman ku Şara ji bo peymana aştiyê ya di navbera Sûriye û Îsraîlê de kirine Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û got: “Çawa ku Erdogan rewa kiribin, xwestin heman rewabûnê bidin Şara jî. Şara, jixwe kesekî di bin emrê wan de ye. Hêzên derve, Şara ji Idlibê anîn û li Şamê bicih kirin. Gelek peywirên dane wî bicih anî.” 
 
'HTŞ HOMOJEN NÎNE’ 
 
Bi domdarî Muslim diyar kir ku Şara di nava hewldana rewatiya navneteweyî de ye û di demeke wiha de komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li Laziqiye û Siwêdayê komkujiyên li dijî sivîlan didomînin. Muslim, diyar kir ku hikûmeta demkî ya heyî ne avadaniyeke homojen e û ev tişt anî ziman: “Bi taybet jî komên komkujiyan dikin, girêdayî Tirkiyeyê ne. Di qirkirinên li dijî Elewiyan de jî ev kom hene. Heman kesan, li Siwêdayê zêdetirî 2 hezar sivîl qetil kirin. Çawa ku firsend dîtin di kêliyê de hewl didin wê herêmê kontrol bikin. Şara, nikare van koman kontrol bike. Hêzên Şara anîn ser rêveberiyê, ji bo xwe ji van koman xelas bike zextê dikin lê Şara dê nekare wisa bi hêsanî xwe ji wan koman rizgar bike. Ji ber ku hejmara van koman zêdetir e. Şara ji van koman ditirse lewma nekarî bi Îsraîlê re jî peymanekê bike. Heke bi rastî jî bixwaze xwe ji wan koman rizgar bike, divê xwe ji bo şerekî mezin amade bike. Şara, dê van komkujiyan ji nedîtî ve were ji ber ku şerê wî yê bi van koman re dê bibe dawiya wî.” 
 
'JI HÊLA RÊVEBERIYA XWESER VE TIŞTEK NEGUHERÎ’ 
 
Di berdewamê de Muslim bi lêv kir ku Şara di Lijneya Giştî ya NY’ê de weke “serokê dewletê” axiviye lê vê yekê ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tiştek neguherandiye û got: “Hêzên derve hewl didin Şara derbixin pêş. Raya giştî ya navneteweyî jî piştgiriyê didin rêveberiyeke nenavendî ya Sûriyeyê.” 
 
'REWATÎ JI GEL TÊ GIRTIN’
 
Salih Muslim, bal kişand ser gotina “rewatiyê” ya Sefîrê DYA’yê yê Tirkiyeyê Tom Barrack ku beriya hevdîtina Trump û Erdogan ji bo Erdogan kiribû û got: “Rewatiya Erdogan cihê nîqaşê ye. Ya ku em dizanin, her kes rewatiya xwe ji gelê xwe, ji dewleta xwe, ji partiya xwe digire. Rewatî wiha tê bidestxistin, ev rewatiyeke asayî ye. Ji bo rewatiyeke navneteweyî jî divê NY nas bike. Heke kesek rabe û li cem serokê dewleteke cuda li rewatiyê bigere, ev tê wê wateyê ku dê tu gavên diavêje ber çavan derbas neke yan jî dê mecbûr nebe hesab bike. Weke şexs, krediyek dan Erdogan. Rewatiya Trump behsa wê dike ev e; ‘çi bike em li pişt wî ne.’ Ev rewatî jî tenê bi kêrî şexsê Erdogan tê.  Tu menfeata Tirkiyeyê di vê de nîne. Rewatî ji gel tê girtin lê wisa xuya dike ku li Tirkiyeyê êdî tiştekî wiha tune ye. Li Tirkiyeyê êdî hilbijartin were kirin jî dê Erdogan di nezera DYA û NATO’yê de weke lîderek bê dîtin. Piştevaniya bi dîktatorekî re dê gelek xetere be.” 
 
MA / Sema Bîngol 
 

Sernavên din

11:40 Hedefa meşa ji Amedê ber bi Enqereyê ve zelal e: Azadiya Abdullah Ocalan
11:20 'Ji bo Kurdî divê gavên yasayî bên avêtin’
10:55 Rêveberekê DAIŞ’ê li Dêrazorê hate girtin
10:54 Xebatên madenvaniyê yên li Wanê gefê li ekolojiya li hewza golê dixwin
10:35 Temellî: Divê tavilê zemîna mizakereyan bi Ocalan re bê avakirin - HATE NÛKIRIN
10:02 Salih Muslim: Xwestin li NY’ê Şara rewa bikin
09:32 Ji helîkopterê hatibûn avêtin: 5 sal derbas bûn, faîl hêj nehatine girtin
09:12 Piştî êrişên Îsraîlê rewşa Îranê
09:11 Ocalan di salekê de çi peyam dan?
09:07 'Bila pêşniyaza Bahçelî ya axaftina li meclisê pêk bê'
09:06 Esnafa jin a ewil a Gimgimê: Gelek zext li me kirin lê dîsa jî em bi ser ketin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÎLONA 2025’AN
29/09/2025
16:42 Ozel: Divê sererastkirinên yasayî di demekî nêz de bên kirin
16:20 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî Êzidî revandin
16:19 Baroya Amedê bertek nîşanî TED’ê da: Parastina ziman jêneger e
15:57 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
15:18 Xetereya li ser jiyana Beşîkçî didome
15:06 Doza faîlê Dîlara Gunanayê hate taloqkirin
14:49 Binpêkirinên li Girtîgeha Tekîrdagê: Serî li ÎHÎK’ê dan
14:02 Di lêpirsîna 3 rojnamegeran de biryara neşopandinê hat dayin
13:57 Li Hezexê qeza: Jinekê jiyana xwe ji dest da
13:53 Ji Koleja TED’ê ya li Amedê fermana ‘Tenê dê bi Tirkî bê axaftin’
13:42 Prof. Enzo Traverso: Meseleya Kurd derbasî qonaxeke dîrokî bû
13:34 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî
13:24 Dosyaya 11 rojnamegeran ji ber ewraqên kêm paşve hate şandin
12:41 Hêj tenê baskekî ‘Çûka aştiyê’ heye
11:33 Ji bo meşa 1’ê Cotmehê bang: Ji bo azadiyê em dengê xwe bilind bikin
11:28 Şandeya MSD’ê li Liveerpolê ye
09:48 Talana li Gabarê ji hewa ve hate kişandin
09:34 Li Pasûrê demsala serrezê dest pê kir
09:26 Nîzamettîn Toguç: Divê komîsyon tavilê li Ocalan guhdarî bike
09:25 Hevdîtinên şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Ewropayê didomin
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Waştişê ziwanî polîtîk o’ derket
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2025’AN
28/09/2025
16:46 Li Kutahyayê erdhej çêbû
15:45 'Dê pêvajo bi pêşengtiya Ocalan bi ser keve’
14:59 Banga ji bo Roboskê: Zagona Heqîqet û Edaletê derxînin
14:57 'Ji bo hevdîtina bi Ocalan re divê Kurtulmuş erka xwe pêk bîne’
13:39 Xetereya li ser jiyana Îsmaîl Beşîkçî didome
13:21 Şîna Firat Kuşak bi girseyî hate ziyaretkirin
13:18 Prof. Mezzedra: Divê ‘mafê hêviyê’ ku Bahçelî behs dikir tavilê bikeve meriyetê
12:12 Bakirhan: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê gav bên avêtin
12:02 Doza Dîlara Gunanayê sibê ye: Hesabê ji faîlên keça min bipirsin
11:40 Serokê Amedsporê: Em ê bêtehemûliya li dijî zimanê me yê dayikê qebûl nekin
11:16 Meral Daniş Beştaş: Divê komîsyon beriya 1’ê Cotmehê biçe Îmraliyê
10:41 Ji Îranê gefa darvekirinê: Rejîm ji hêza jinan ditirse
10:15 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:14 ‘Divê bîlançoya talana xwezayê ya 50 salên dawî bê derxistin’
09:42 Xelkê Semsûrê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:34 ‘Em ê civaka demokratîk bi jinan re ava bikin’
09:18 DMME’yê ji bo nedayina pirtûkên Ocalan biryara binpêikrinê da
09:00 Jin ji bo meşa ‘azadiyê’ amade ne
09:00 ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2025’AN
27/09/2025
16:50 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê daketin qadan
15:43 Xwestin girtiyên nexweş Seyad Erîşmîş û Hatîce Yildiz bên berdan
15:34 Kesên di şer de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
15:06 Kamaç: Înîsyatîf dê bibe bingeha Kongreya Neteweyî ya Kurd
14:54 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
13:25 Dayikên Şemiyê ji bo Abdulmecît Baskin edalet xwestin
12:55 Ji Halîde Turkoglûyê banga ji bo meşa TJA'yê: Divê azadiya Ocalan bê misogerkirin
10:10 Ji ber reklama bi kurdî ceza li Amedsporê hat birin
09:41 Di êrişa DAIŞ’ê de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
09:09 Kesên ku Ceylan Onkolê qetilkirin 16 sal in nehatine darizandin
09:08 Banga ji bo serlêdana Xelatên Gurbetellî Ersozê
09:08 ŞanoWan, dê bi ‘Xulamê du Xudanan’ derkeve pêşberî şanohezan
09:07 Ji bo meşê bang li jinên Tirkiye û Kurdistanê kir: Em daxwaza jiyana wekhev nû bikin
09:06 ‘Ger aştî çêbibe dê pereyê ji bo şer tê xerckirin li gel vegere'
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2025'AN
08:21 Li Qersê qeza: Kesekî jiyana xwe ji dest da
26/09/2025
19:31 Rojnamevan Celaletîn Yalçin ji girtîgehê derket
16:16 Li Şengalê Cejna Cimayî tê pîrozkirin
16:14 Ji bo meşa dê ji bo Rojîn Kabaîşê bê lidarxistin banga tevlibûn hat kirin
16:13 Kesên bi sûcê tecawiza li dijî zarokê tên darizandin nehatin girtin
15:38 Qeyûmê Mêrdînê şêniyên gundên Şemrexê mexdûr dike
15:24 Dê ‘kapasîteya krîmînal’ a faîlê Gulîzar Yildiz qetil kiribû bê lêkolînkirin
15:24 Ji Kovara LeMan’ê 3 kes hatin berdan
14:46 Rojnameger Yalçin hate berdan
13:48 Kurtulmuş: Hevdîtina bi Ocalan re hêj nehatiye rojeva komîsyonê
12:10 Rojnameger Heval Arslan 4 roj in binçavkirî ye
12:02 Daxwaza tehliyeyê ya Ozer nehate qebûlkirin
12:01 Li ser rêya bi 15 milyon lîreyan hatibû çêkirin xebatên kolandinê dan destpêkirin
11:44 TOHAV dê çalakiya ‘di perwerdeyê de zimanê dayikê’ li dar bixe
11:02 Endamê komîsyonê Çîçek: Muxatab Ocalan e û divê lê were guhdarîkirin
09:59 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
09:08 Ûnvana 'bilindahiyê' ya Gola Masîya ji dest wê çû
09:07 Wan bi qirkirina ekolojiyê hatiye dorpêçkirin: 20 bendav û HES, 18 GES û 2 RES
09:06 Dayika Rojîn Kabaîşê: Bila kiryar bên dîtin û cezakirin
09:04 Piştî ku ferzkirina sîxurtiyê red kir bi malbata wî gef lê xwarin
09:02 Di salên 90'î de dewlet, niha jî Cengîz Holdîng: Koçberiyê li gundiyan ferz dikin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2025'AN
25/09/2025
18:53 Riza Altûn li mala xwe ya li Tuzluçayirê hat bibîranîn
16:12 Jin li Wanê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
15:52 Ji qeyûmê Wanê qirkirina daran
15:51 Der heqê Demîrtaş de dozeke din hate vekirin
15:51 Somayeh Raşîdî li Girtîgeha Qerçaxê jiyana xwe ji dest da
14:50 Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê konferansa xwe li dar xist
13:31 Di doza Durdu de daxwaza raporan hate kirin
13:25 Rojnameger Heval Arslan hate binçavkirin
13:24 Gotina ‘Serokê AKP’î yê diz’ sûc hat dîtin
12:30 ‘Hevdîtina bi Ocalan re ji bo aştiya mayinde pêwîstiyek e’