MÊRSÎN – Endamê OHD'ê Mehmet Altuntaş ku rexne li Komîteya Wezîran kir ji ber helwesta wê ya di warê "mafê hêviyê" de got: "Ev durûtî hêzê dide kesên ku dixwazin qanûnê bi awayekî keyfî bikar bînin."
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), cezayê hetahetayê wekî binpêkirina "qedexeya îşkence û muameleya xerab" a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê dît û di sala 2014'an de biryar da ku Tirkiye "mafê hêviyê" yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan binpê dike. Dadgehê ji Tirkiyeyê xwest ku "sererastkirinên qanûnî bike" dı vi wari de. Lêbelê, ji ber ku Tirkiyeyê ev sereraskirin çênekirin Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku xwediyê karbidestiya şopandina pêkanîna biryarên DMME'yê ye, mijarê xist rojeva xwe. Di her civîna ku ji sala 2021'an vir ve li ser vê mijarê li dar xistiye de, Komîteyê biryar da ku ji bo çêkirina sererastkirinên qanûnî muhlet bide Tirkiyeyê. Komîteyê ku herî dawî di Îlonê de civiya, dîsa neh meh muhlet da Tirkiyeyê da ku sererrastkirinên qanûnî çêbiike."
Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Mehmet Altûntaş biryarê nirxand.
'NEPÊKANÎNA BIRYARÊ BERPRISIYARIYA KOMÎTEYÊ YE'
Altûntaş anî ziman ku Komîteya Wezîran ku xwediyê karbidestiya çavdêrîkirin û sepandina cezayan e, tevî 11 sal derbas bûne jî di vî warî de peywira xwe nekiriye û berpirsê nebicihanîna vê yekê ye. Altûntaş got: "Konseya Ewropayê tenê gotiye 'em bi fikar in'. Ew bi têkiliyên siyasî û aborî yên ku bi Tirkiyeyê re ava kiriye, ji têgehên maf û hiqûqê wêdetir tevdigere. Ev yek Tirkiyeyê teşwîq dike, ji ber ku her çend biryaran bicîh neyne jî, bi berdêleke cidî re rû bi rû namîne. 11 sal di ser biryara binpêkirina DMME'yê ya 2014'an re derbas bûne, lê ew hîn jî nehatiye bicîhanîn. Kesek tune ku wê berpirsiyar bigire û ceza jî tune. Ev durûtî kesên ku dixwazin hiqûqê bi awayekî kêfî bikar bînin hêzdar dike, lê Ewropa, nirxên xwe înkar dike û pêvajoyê ji holê radike."
Altuntaş destnîşan kir ku tecrîd li Îmraliyê berdewam dike û mafên ku di Qanûna Înfazê de hatine destnîşankirin li wir derbas nabin. Altûntaş destnîşan kir ku ev rewş ruhê pêvajoyê binpê dike û got: "Ger kesek mehkûm be, ew dikare di dema mesaiyê de kengî bixwaze bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Qanûn vê yekê dibêje, lê ev yek li Îmraliyê nayê kirin. Ew mîna vekirina û girtina şûşeyekê ye; gava hûn wê vedikin, gihîştina we heye, gava hûn wê digirin, gihîştina we tune. Lêbelê, eşkere ye ku hem dewlet û hem jî Bahçelî, Ocalan wekî muxatab dibînin. Mehrûmkirina muxatabê pirsgirêkeke du sedsalî ji mafên di qanûna înfazê de, li dijî ruhê pêvajoyê ye."
Altûntaş bilêv kir ku peywira sereke ya dewletê ew e ku maêfn bingehîn misgoer bike û got ku nepêkanîna biryara "mafê hêviyê" li hemberî pêvajoyê nebaweriyê zêde dike. Altûntaş anî ziman ku ger ev pêvajo baş neyê nirxandin dê her kes bi talûkeyeke mezin re rû bi rû bimîne.
MA / Abdulkadir Ayten