NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava, bersiva peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan û gotin: “Ev name, hêza me ya berdewamkirina têkoşînê ber bi bidestxistina demokrasiyê û aştiyê, xurttir kir.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nameyek ji Rêveberiya Xweser a Şengalê û Civata Êzidî re şandibû. Di nameyê de, behsa fermanên li dijî Êzidiyan kiribû û gotibû ew pir pê êşiyaye û ew ê hebûna wan biparêze û bang li wan kiribû ku bibin yek.
Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava der barê nameyê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyekê de yekîtiyê silavên xwe ji Abdullah Ocalan re şandin û got: “Rêber Abdullah Ocalan ji Civata Êzidî re nameyeke girîng şand. Ev name, hêza me ya berdewamkirina têkoşînê ber bi bidestxistina demokrasiyê û aştiyê, xurttir kir.
Di dîroka dirêj a Civata Êzidî de, Êzidî rûbirûyî fermanên li dijî hebûn û çanda wê ma. Jinên Êzidî jî, armanca terorîst û sûcdaran bûn ku bi rêya hedefgirtina wê, hewl dan şaxên Civata Êzidî yên di dîrokê de, tune bikin.
Rêber Apo rêya azadiyê û demokrasiyê ji me re nîşan da. Em ê hêviyên wî yên bidestxistina jiyana hevbeş û birûmet li ser bingeha netewa demokratîk bi dest bixin.”