ÎZMÎR - Endama Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê heye Vezan Karabulut, diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan zirarê dide pêvajoyê û got: “Divê her kes ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û azadiya wî di nava hewldanan de be.”
Pêvajoya piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirî berdewam e. Yek ji aktorên sereke yên pêvajoyê jî jin in. Jinên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, di çalakiyên xwe de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Jinên ku di 23’yê Sibatê de Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ava kirin, di 1’ê Îlonê de li Îzmîrê Foruma Aştiyê ava kirin.
Endama Înîsiyatîf û Forumê Vezan Karabulut, têkildarî pêvajoyê axivî.
'ŞER TUNDÎ ZÊDE KIR’
Vezan Karabulut, diyar kir ku gelên li welat şerê 40 sal in didome heta hucreyên xwe hîs dike û wiha got: “Rastiya şer, rê li ber zêdebûna tundiyê vedike. Bi taybet jî jinên li Kurdistanê rastî tecawiza polîs û leşkeran tên, weke ‘xenîmet’ tên dîtin. Jinên li herêmê rastî cînayetên kiryarnediyar tên û faîlên van cînayetan tu caran nayên dîtin. Weke mînak, Rojîn Kabaîş. Hemû delîl nîşan didin ku ev jin hatiye kuştin. Li hêla din Gulistan Doku heye ku hêj nehatiye dîtin. Di vê rewşa kaotîk de, hem zirar digihije jinan hem jî zarokan. Rewşên wiha yên zext û şer li ser jinan pirsgirêkên psîkolojîk ava dikin. Bandoreke mezin a polîtîkayên ‘ewlekariyê’ yên Tirkiyeyê li ser jinan hene. Dema dev ji şer û van polîtîkayan berdan, wê demê dê budçe jî zêde bibe.”
'HEWCEYE LI ROJAVA MEŞ HEBIN’
Bi domdarî Vezan Karabulut bal kişand ser meşa TJA’yê ya ji Amedê ber bi Enqereyê ve hat lidarxistin û got ku rê li ber kelecanê vekiriye. Vezan Krabulutê got: “Meşên wiha girîng in. Bi rêya van meşan hûn xwe digihînin cih û kesên medyayê nekariye xwe bigihînê. Li gorî min dê gelek watedar be ku ev meş li Rojava jî were kirin. Dikari girîngiya meşên wiha bi mînakekî vebêjim. Dema min xebatên hilbijartinê dikir,i jinekê ji min pirsî bê çima bi Tirkî diaxivim. Min jî got ‘ez Tirk im.’ Got; ‘wê demê çi karê te li vir heye.’ Piştre tev li çalakiyeke li taxê bûm, hate cem min, ez hembêz kirim û got ‘min tu xelet fêm kirî.’ Lewma divê em bi jinan re rû bi rû bên cem hev û dikarin her tiştekî ji hev re parve bikin. Înîsiyatîfa me jî bi vê boneyê hate avakirin.”
'AZADIYA OCALAN JI BO JINAN GIRÎNG E’
Vezan Karabulut, axaftina xwe wiha qedand: “Aktorê herî mezin ê pêvajoyê birêz Abdullah Ocalan e. Ocalan hêj tecrîdkirî ye û ev zirarê dide pêvajoyê. Lewma divê her kes ji bo rakirina tecrîdê û azadiya Ocalan bikeve nava hewldanan. Ji bo ev pêvajo bitendurist bidome, divê hevdîtinên bi Ocalan re di şertên azad de bên kirin. Divê komîsyon li Ocalan guhdarî bike û daxwazên jinên komîsyonê lê guhdarî kiribû ji Ocalan re ragihîne. Bi hatina aştiyê re dê rewşekî demokratîk ava bibe û jin dê jiyana xwe de şertên wekhev, azad û adilane de bijîn. Ev di carekê de nabe. Wateya di bin bangên Ocalan de ne tenê ji bo gelê Kurd lê ji bo tevahiya gelê Tirkiyeyê jî girîng e. Azadiya Ocalan ji bo jinan jî girîng e. Weke Înîsîatîf û Foruma Aştiyê em dixwazin bi Ocalan re hevdîtinê bikin. Ji ber ku avakerê vê pêvajoyê ye. Ji bo jinan pir girîng e ku bi Ocalan re rû bi rû hevdîtinê bikin û derdê xwe jê re vebêjin.” Vezan Karabulut, çalakiyên li Îzmîrê li dar xistin bi bîr xist û got ku dê di rojên pêş de jî belgefîlma “Kerboran (Dargeçît)” bê pêşandan, bi jinan re hevdîtinan bikin û civakîbûna aştiyê û girîngiya aştiyê vebêjin.
MA / Ugurcan Boztaş