NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Kongra Star a Cizîrê, di çarçoveya kampanyayê de ji Abdullah Ocalan re hezar û 800 name şandin.
Koordînasyona Kongra Star a Kantona Cizîrê di 1’ê Comteha 2025’an de kampanyaya namenivîsandina ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dabû destpêkirin. Kongra Star bi daxuyaniyekê encama kampanyayê ragihand û diyar kir ku hezar û 800 name hatine nivîsandin. Daxuyanî li pêşiya Navenda Kongra Star a li taxa Xerbî ya Qamişloyê hat dayin. Berdevka Kongra Star a Qamişloyê Rîhan Temo daxuyanî xwend.
Rîhan Temo diyar kir ku ji bo demokrasî û wekheviyê Kongra Star beşdarî kampanyaya “Ez dixwazim Rêber Abdullah Ocalan bibînim” bû û wiha domand: “Di vê çarçoveyê de li Qamişloyê rêzeçalakî pêk hatin. Ji bo wefadariya bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ re, bi pêşengiya Kongra Star meş û panel hatin lidarxistin. Manîfestoya Aştiyê hate xwendin û nêrînên gel hatin girtin. Herî dawî îro name ji jinan hatin girtin. Name ji tevayî jinên li herêmê di nava sazî û dezgehên jinan de kar dikin hatin girtin. Di nameyan de hêviyek mezin heye ku di pêvajoya nû de rêyên demokratîk û hiqûqî li pêşiya Rêber Apo werin vekirin. Da ji bo herêm ji aloziyê xilas bibe û mîsogerkirina aştiyê Rêber Apo rola xwe bilîze. Ji ber wê em bang dikin ku ji bo rêyên qanûnî li pêşiya Rêber Apo vebe li ser piyan be. Herwiha ev xebatên me li hemberî komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo hatiye meşandin e. Em komployê şermezar dikin û heta dawî dê banga me ji bo azadiya Rêber Apo be. Em weke jin soz didin ku berpirsyariya xwe ya ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk pêk bînin.”
Rîhan Temo bang li saziyên navneteweyî kir ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan û “mafê hêviyê” erka xwe pêk bînin. Çalakî bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.