AMED - Di musabeqeya Tîma Futbolê ya Jinan a Amedspor û Hakkarîgucuyê de, alîgiran ji bo Rojîn Kabaîşê doza edaletê kirin.
Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê di hefteya 6’êmîn a Lîga Super a Futbola Jinan de li Sehaya Hejmar 1 a Şilbê bi Hakkarîgucusporê re lîst. Di maçê de alîgiran ji bo xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîşê ku di 27'ê Îlonê de ji wargehê derketibû û di 15’ê Cotmeha 2024’an de cenazeyê wê hatibû dîtin, daxwaza edaletê kirin.
Dayika Rojîn Kabaîşê Aylîn Kabaîş, xwişka wê Elîf Kabaîş, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevşaredara Bajarê Nû Safiye Akdag jî di trîbûnan de cih girtin. Trîbûnan, pankarta “Ji bo Rojînê edalet” û dovîzên “Bibe dengê Rojînê” hilgirtin.
Hate zanîn ku Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê destûr nedaye ku lîstikvan bi pankarta “Ji bo Rojînê edalet” derkevin sehayê.
Di maça ku dirûşma “Edalet ji bo Rojînê” hate berzkirin de, Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê 2-0 bi ser ket.