ESKÎŞEHÎR – Wezareta Jîngeh, Bajarsazî û Guherîna Avhewayê, ji bo Cengîz Holdîng li Eskîşehîrê lêgerîna madenê bike, destura birîna 57 hezar û 534 daran da.
Wezareta Jîngeh, Bajarsazî û Guherîna Avhewayê, ji bo projeya madena zêr ya bisyanurê li Taxa Alpagût û Taxa Mîhalgazî ya navçeya Tepebaşi ya Eskîşehîrê, rapora ÇED'ê da Şîrketa Etî Bakirê ya girêdayî Cengîz Holdîngê.
Wezaretê ku di civîna ewil de biryara îadekirina rapora ÇED'ê dabû, piştî 2 mehan serlêdana şîrketê ya ji bo nûkirina dosyeya ÇED'ê, di civîna 4'ê Tîrmehê de qebûl kir. Wezaretê ku di 27'ê Tebaxê de biryara erênî ya rapora ÇED'ê da, îro projeyê pesend kir.
Etî Bakirê diyar kiribû ku dê li qada ku zêdetirî 105 hezar dar lê hene, 57 hezar û 534 dar bên birin. Bi pesendkirina projeyê ji aliyê wezaretê ve, rê li ber birîna darên li vir hat vekirin.