NAVENDA NÛÇEYAN - Pakistan û Efxanistanê piştî pevçûnên li ser xeta sînor ku bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan, li Dohayê hevdîtin kir. Di encama hevdîtinan de biryar dan ku “tavilê” agirbest bê kirin.
Pakistan û Efxanistanê piştî şerê li ser sînor ku di encamê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan, ji bo agirbestê li paytexta Qeterê Dohayê dest bi hevdîtinan kir. Wezareta Karên Derve ya Qeterê roja yekşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku aliyan li ser "Mekanîzmayên xurtkirina aramî û aştiya mayinde" li hev kirine.
Hate ragihandin ku danûstandinên roja şemiyê dest pê kirin, bi çend tûran dewam kirin. Rêveberiya Dohayê detayên lihevkirinê aşkera nekir, lê belê diyar kir ku di rojên pêş de wê çend civîn bêne lidarxistin. Qeterê ev yek weke "gaveke girîng" pênase kir.
Berdevkê Hikûmeta Efxanistanê Zabîhullah Mucahîd li ser medyaya dîjîtal X'ê daxuyaniyek da û anî ziman ku herdu aliyan soz dane ku li hemberî hev çalakiyên dijminatiyê nekin û piştgiriyê nedin komên çekdar. Mucahid di parvekirina xwe de wêneyek ji wezîrên parastinê yên herdu welatan parve kir ku peyman mohr kirin.
CIVÎNA NÛ WÊ LI STENBOLÊ BE
Wezîrê Parastinê yê Pakistanê Khawja Asif ragihand ku di 25'ê Cotmehê de li Stenbolê wê civîneke nû bê lidarxistin û ji ber rola navbeynkariyê spasiya Qeter û Tirkiyeyê kir.
Beriya peymanê, rêveberiya Efxanistanê Pakistan sûcdar kiribû ku 17'ê Cotmehê li wîlayeta Paktikayê êrişên hewayî kir ku di encamê de du zarok û sê lîstikvanên krîketê jî di nav de herî kêm 10 sivîl qetil kir û bi vî rengî agirbest xera kir.
Çavkaniyên ewlekariyê yên Pakistanê jî piştrast kiribû ku li xaka Efxanan li hemberî "nuqteya rêxistineke çekdar operasyon kirine." Rêveberiya Talîbanê diyar kiribû ku mafê wan ê bersivdana li vê yekê heye, lê belê ji ber hurmeta li heyeta danûstandinê ferman dane ku êrişên nû nekin.
PIŞTÎ AGIRBESTÊ ŞER GIRAN BÛBÛ
Îslamabadê diyar kiribû ku agirbesta 15'ê Cotmehê saet di 13:00 de kete meriyetê wê 48 saetan dewam bike. Lê belê rêveberiya Kabûlê ragihandibû ku agirbest "Heta aliyê hember binpê bike" wê dewam bike. Vê agirbesta demkî du rojan dewam kir; şerê li ser sînor di demeke kurt de gihîşt heta Kabûlê û gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.