WAN - Ji rêveberên KURDÎGEH’ê Bîrhat Duman têkildarî parvekirina bi Kurdî ya li ser hesabê X’ê ya Meclisê axivî û got: “Kurd nêzikatiyên durûtî qebûl nakin. Bila astengiyên li pêşiya Kurdî rakin.”
Serokê Meclisê û Serokê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê Nûman Kurtulmuş, tev li merasîma destpêkirina Sala Akademîk a 2025-2026’an a Zanîngeha Dîcleyê bû û di çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd de li Amedê çendek hevdîtin kir. Gotinên bi Kurdî yên Kurtulmuş ku di torenê de digot “Bi hev re bibin, dil bi dil, dest bi dest; aştî li nav me ra best”, di heman rojê de li ser hesabê X’ê ya Meclisê hate parvekirin. Di Meclisa behsa xeberê de Kurdî hêj weke “zimanê nayê zanîn” derbas dibe û li Komîsyonê jî axaftina bi Kurdî ya Dayika Aştiyê hatibû astengkirin. Lewma jî vê parvekirinê rê li ber bertekan vekir û welatiyan weke “gavekî sembolîk ê derengmayî” û “cotstandartiya li dijî ziman” nirxand.
Ji rêveberên Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) Bîrhat Duman, têkildarî mijarê axivî.
‘ASTENGIYÊN LI PÊŞIYA KURDÎ RAKIN’
Duman, diyar kir ku gotinên tên kirin û polîtîkayên di meriyetê de hev nagirin û got: “Me ev polîtîka di serdemên hilbijartinan de dîtin. Di wesayîtên hilbijartinê de stranên bi Kurdî tên vekirin û di mitîngan de bi Kurdî diaxivin. Lêbelê dema Kurdekî xwest zimanê xwe bi awayekî fermî bi kar bîne, dema daxwaza statuya zimanê xwe kir, qiyametê radikin. Ev bi tena serê xwe nakokiyeke mezin e. Nûman Kurtulmuş, di civîna 5’an a komîsyonê de axaftina bi Kurdî ya Dayika Aştiyê Nezahat Teke asteng kir. Hewceye dewlet hinek cidîtir nêzî vê mijarê bibe. Yek ji pêwîstiyên herî girîng a pêvajoya heyî, cîbicîkirina daxwazên gelê Kurd e. Derkevin kolanan û ji Kurdekî bipirsin, dê daxwaza wan a ewil ew be ku Kurdî li her qadê bi awayekî azad bê bikaranîn. Di vê mijarê de hewceye dewlet di demeke herî nêz de gavan biavêje. Ji bo pêvajo bitendurist bimeşe, divê daxwazên gelê Kurd neyên paşguhkirin. Yek ji hêmayên çareseriya pirsgirêka Kurd jî rakirina astengiyên li pêşiya Kurdî ne.”
‘KURD QEBÛL NAKIN’
Bi domdarî Duman anî ziman ku Kurd dê vê nêzikatiya durû bi tu awayî qebûl nekin û axaftina xwe wiha qedand: “Hewceye em li ser biaxivin ka dê li dijî vê nêzikatiyê çi bikin. Ev banga min a ji bo ciwana ye. Axaftinên di navbera ciwanan de piranî bi Tirkî ne. Her kesên ji xwe re dibêjin ‘Ez Kurd im’ û ji bo Kurdbûna xwe têdikoşe, divê bi vê zanebûnê nêzî ziman bibe. Weke mînak, dema em diçin cem esnafekî ji ewil bi kîjan zimanî diaxivin? Li nexweşxaneyê ji ewil em bi kîjan zimanî diaxivin? Hewceye mirov van li ber çavan bigire. Ev yek divê ji hêla çandî ve jî xweparastinek be. Em bi vî awayî dikarin zimanê xwe biparêzin.”
MA / Ceylan Şahînlî