Gulistan Kiliç Koçyîgît bertek nîşanî tezkereyê da: Gel li benda demokrasiyê ye

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî tezkereya Iraq û Sûriyeyê ku tê payin hefteya pêş were Meclisê axivî û got: “Pêdiviya gelên Sûriyeyê ne bi tezkereyê, bi avakirina Sûriyeyeke yekbûyî û demokratîk heye.” 

 
Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclisê axivî. Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, di serî de bal kişand ser tezkereya Sûriye, Iraq û Lubnanê ku tê payin hefteya pêş were Meclisê û got: “Di demeke qala aştî, bêçekbûn û bêpevçûniyê tê kirin de tezkereya şer tînin Meclisê. Bi vê tezkereyê dixwazin dema mayina leşkeran a li Sûriye û Iraqê dirêj bikin. Heta tê xwestin ku leşkerên nû bên şandin. Ev nayê qebûlkirin. Vê tezkereyê weke ewlehiya welat pêşkeş dikin lê mudaxileya hundirê karên navxweyî yên welatiyên din e. Lewma hem rewa nîne hem jî hiqûqî nîne. Konsepta ewlehiyê ya dewlet û îktîdarê heye û bi sala ye hewl didin bi vegotina ji civakê re hincetan jê re peyda bikin. Lê divê neyê jibîrkirin ku polîtîkayên ewlehîperestiyê tu pirsgirêkê welat û herêmê çareser nekirine. Berevajî vê, pirsgirêk veguherandine alozî û tundiyeke mezin.” 
 
‘PÊŞEROJA SÛRIYEYINA SÛRIYEYÎ DIKARIN DIYAR BIKIN’   
 
Bi domdarî Gulistan Kiliç Koçyîgîtê bal kişand ser naveroka tezkereyê û wiha axivî: “Qala pêdiviyên rêveberiya Sûriyeyê tê kirin. Gelo pêwîstiyên rêveberiya Sûriyeyê û gelên wê heman in? Ya girîng pêwîstiyên rêveberiyê ne yan yê gelên Kurd, Ereb, Êzidî, Durzî, Ereb û Elewiyan e? Ji bo me ya esasî, pêdiviyên gel e. Ew jî avakirina Sûriyeyeke yekbûyî û demokratîk e. Lê em dibînin ku Tirkiye ji vê fikrê pir dûr e. Gelên Sûriyeyê dikarin pêşeroja Sûriyeyê diyar bikin. Em qebûl nakin ku li derve mudaxileyî Sûriyeyê were kirin. Hin kes vê ji bo berjewendiyên xwe hin kes ji ber aboriyê û hin kes jî bi hinceta ewlehiyê dikin.” 
 
ENTEGRASYON  
 
Di berdewamê de Gulistan Kiliç Koçyîgîtê qala pêvajoya entegrasyonê ya li Sûriyeyê kir û got: “Gelo pêvajoya entegrasyonê dest pê nekiriye? Ma hêzên navneteweyî piştgiriyê nadin vê pêvajoya entegrasyonê? Ma komîteyên jêr nehatine avakirin? Her wiha tê gotin ku Tirkiye jî parçeyeke vê pêvajoyê ye. Baş e lê em ê van tevan çawa binirxînin? Li holê heqîqeteke pir cuda, pêvajoyeke pir cuda heye. Pêvajoyeke dimeşe û em tevek piştgiriyê didinê heye. Ji sedî 70’ê Tirkiyeyê ji bo serkeftinê duayan dike û piştgiriyê dide. Lê mixabin ji ber polîtîkayên hevnegirtî yên îktîdarê, li şûna ji bo çareseriya demokratîk gav bên avêtin, van polîtîkayên ewlehîperest dimeşîne û ev jî bêbaweriyê ava dike.” 
 
‘DIVÊ PARADÎGMAYEKE AŞTIYANE ESAS WERE GIRTIN’   
 
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, destnîşan kir ku Tirkiye di qonaxa biryardayînê de ye û got. “An dê polîtîkayeke aştiyane li herêmê bimeşîne yan jî dê bi kodên ewlehîperestiyê de israr bike. Mesele ev e. Tirkiyeyeke ku aştiya xwe ya navxweyî pêk anî, pirsgirêka Kurd a navxweyî bi çareseriyeke demokratîk tacîdar kirî dê ji bo aştiya herêmê jî gelek sûdewer be. Dê ji bo îstîqrar, ewlehî û demokrasiya herêmê jî gelek sûdewer be. Lewma em dibêjin tezkere û perspektîfa ewlehîperestiyê çareserî nîne. Li şûna wê divê paradîgmaya aştiyane, guftûgo û muzakereyan esas bigire. Gelên Rojhilata Navîn gelek êş kişandin. Êdî tehemûla tu kesekî nema ye. Divê di sedsala duyemîn de komar, aştî û demokrasiyê ji xwe re esas bigire. Hewceye jiyaneke wekhev, azad û demokratîk bikeve meriyetê. Em ê di lijneya giştî de li dijî tezkereyê derkevin. Em bang li hemû partiyên demokrasî, aştiyê ji xwe re esas digirin jî dikin ku dengê nayê bi kar bînin.” 
 
BUDÇEYA SALA 2026’AN 
 
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê da zanîn ku budçeya sala 2026’an pêşkeşî Wezareta Darayî hatiye kirin û got: “Mixabin ev budçeye jî ji budçeyên salên berê cuda nîne. Ne budçeya gel, xizan, jin, ciwan û zarokan lê budçeya qesrê, sermaye, alîgir, rant û talanê ye. Di salên berê de ib hinceta pandemiyê budçeya faîz û şer di anîn pêşiya me û diparastin. Ji sedî 11.4’ê budçeyê ji bo lêçûnên parastinê tên xerckirin. Dema em dipirsin jî dibêjin ‘em ne di şer de ne.’ Di vê pêvajoyê de derfetên çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd çêbûne lê wekî ku banga 27’ê Sibatê qet nehatibe kirin tevdigerin. Budçeyeke ku weke qet ev nîqaş nehatibin kirin tînin pêşiya me û dixwazin bi me de erêkirin. Ev nayê qebûlkirin. 
 
REWŞA KEDKARAN
 
Niha di bacê de pergalek anîne. Pergala bacê ya vî welatî bi edalet nîne. Kedkar dibêjin ku ji mûçeyê xwe heta her tiştê dikire bacê dide lê dewlemend bacê nadin. Tevahiya budçeyê li ser pişta xizana ye, kedkaran e. 
 
PAKETA DARAZÊ YA 11’EMÎN
 
Paketa Darazê ya 11’an hate parvekirin. Rayedarên hikûmetê dibêjin ‘hêj bi awayekî fermî nehatiye ber destê me.’ Min ji serokê komîsyona edaletê jî pirsî. Heke ya hatiye parvekirin rast be, bi rastî jî rewşekî giran e. Anku ev taktîka AKP’ê ye. Ji ewil bi veşarî parve dikin û li berteka gel dinihêrin, piştre jî zemîna fermîkirina wê ava dikin. Lê em bi aşkerayî bibêjin ku dê qebûl nekin.” 
 
‘PIŞTÎ GUHDARÎKIRINAN DÊ RAPOR BÊ AMADEKIRIN’ 
 
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê piştre jî pirsên rojnamegeran bersivand. Ji bo pirsa “dê pêvajo ji vir û şûnde li komîsyonê çawa bidome?” got: “Em li bendê bûn ku rûniştina hefteya berê bibe rûniştina dawî. Bi vî awayî gel Serokê Meclisê û serokwekîlên koman ên koordînator re hatibû axaftin. Hedef ew bû ku Serokê MÎT’ê, Wezîrê Karên Derve û Wezîrê Edaletê bên û agahiyan parve bikin û ev jî bibe rûniştina dawî. Lê me wisa bihîst ku dema wezîran hev negirtiye lewma îxtîmaleke mezin e dê komîsyon vê hefteyê necive. Em li bendê ne ku hefteya pêş qet nebe bên guhdarîkirin. Piştre jî divê rapor bên nivîsandin. Ev rapor dê ji lijneya giştî re bê şandin û bi vê yekê re dê qonaxa ewil temam bibe.” 
 

Sernavên din

16:28 Şandeyeke ji Iraq û Herêma Kurdistanê çû Tehranê
15:33 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê li pêşiya Wezareta Dadê bûn: Edalet li ku ye?
15:20 Li Dêrsimê dê mitînga xweza û hawirdorê bê lidarxistin
14:41 Huseyîn Aykol dê dîsa bê razandin
14:25 Ramazan Demîr li bajarê xwe Amedê bi coş hate pêşwazîkirin
14:22 Wezîr Yerlîkaya têkildarî pêvajoyê daxuyanî da
14:21 Ji ÎHD’ê daxuyaniya têkildarî Rojîn Kabaîşê: Mekanîzmayên dewletê faîlan diparêzin
13:57 Walîtiya Stenbolê di maça Amedsporê de kapasîteya alîgiran zêde nekir
13:49 Gulistan Kiliç Koçyîgît bertek nîşanî tezkereyê da: Gel li benda demokrasiyê ye
13:12 Tehliyeya girtiyê ji sedî 80 astengdar e cara 6’an hate taloqkirin
12:10 Li Bestayê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:01 Îsraîlê êrişî Xezeyê kir: Herî kêm 45 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:39 Komên hikûmeta demkî êrişî Şêxmeqsûd kir
10:30 Hêzên Şamê êrişî Siwêdayê kirin
10:27 Akbulut: Hewceye daraz bi biryarên xwe aştiya civakî xurt bike
09:55 Tekane daxwaza Dayikên Aştiyê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
09:33 Xwebûn bi manşeta ‘Jiyan dema azad be bi wate ye’ derket
09:29 ‘Ji bo çareseriyê divê astengiyên li pêşiya Kurdî bên rakirin’
09:00 ROJEVA 20’Ê COTMEHA 2025’AN
19/10/2025
17:20 Dayikên Aştiyê: Mifteya aştiyê azadiya Ocalan e
17:11 Astengkirina tehliyeyan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê hat protestokirin
16:42 1’emîn Mihrîcana Govendê ya Jinê ya Cizîrê dest pê kir
16:20 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:17 Fuara pirtûkan a Amedê di roja 2’yan de ye
15:00 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
13:25 Tevî astengiya rektor jî taksîvan tev li çalakiya ji bo Rojîn Kabaîşê bûn
13:12 Şîna Cengîz Yaşar bi girseyî hate ziyaretkirin
12:34 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Divê biryarên DMME’yê bên cîbicîkirin
11:59 Li Arjantînê eleqeya mezin a ji bo Abdullah Ocalan
11:51 Ji Pakistan û Efxanistanê peymana agirbestê
11:37 'Divê her kes li dijî polîtîkayên şerê taybet dengê xwe bilind bike’
11:17 ‘Çareseriya pirsgirêkan girêdayî azadiya Abdullah Ocalan e’
10:58 DEM Partî çû serdana Demîrtaş
10:42 Hevalên dibistanê yên Rojîn Kabaîşê: Rektor çima xwe vedişêre?
10:23 Ciwan: Heta tecrîda li Îmraliyê ranebe aştî çênabe
10:05 Girtiyê tehliyeya wî 3 caran hatiye astengkirin: Li benda mirina min sekinîne
09:48 Ji 576 gundên Agiriyê navên 379’an hatine guherandin
09:43 Li Wanê 'daristanên bîranînê' yên bêdar!
09:41 Hejmara 138’an a kovara Jinê derket
09:27 Ji bo mitînga Esenyurtê bang
09:00 ROJEVA 19’Ê COTMEHA 2025’AN
18/10/2025
16:47 Ji bo girtiyên nexweş Keskîn û Încîl daxwaza tehliyeyê hat kirin
16:24 Wezaretê destûr da ku Cengîz Holdîng 57 hezar daran bibire
16:08 Li Amedê 9’emîn Fûara Pirtûkan dest pê kir
15:48 Li çar bajaran daxwaza edaletê: Heta aqûbeta windayan neyê aşkerakirin aştî pêk nayê
15:46 'Em nêzîkatiya zayendperest qebûl nakin'
15:36 Cezayên li siyasetmedaran hatin birin hatin şermezarkirin
15:21 'Qetilkirina Tosûn ne tiştekî takekesî ye, encama polîtîkayekê ye'
15:01 Ji 16 baroyan ji bo Rojîn Kabaîşê daxuyanî
14:44 Kiryarê ku Gulben Dûrûyê qetil kir hat girtin
14:44 Li Agiriyê li dijî cezayên hefsê bertek hat nîşandan
14:38 Konferansa Dayikên Aştiyê: Divê azadiya fizîkê ya Abdullah Ocalan pêk bê
14:28 Dayikên Şemiyê: Di dosyeya Fehmî Tosûn de edaletê pêk bînin
14:01 Li Cizîrê ji bo cezakirina sûcdarê tacîza zarokan Nobeda Edaletê hat destpêkirin
13:23 Ciwanên Edene, Wan û Agiriyê ber bi Amedê ve bi rê ketin
12:50 Dê refleksên rojnamevan Aykol ê hat entubekirin bên şopandin
12:38 Forûma Avê ya Mezopotamyayê bi kargehan didome
12:22 Ji bo jiyaneke wekhev û azad dê Elewîtî bê gotûbêjkirin
11:53 Ji Abdullah Ocalan peyam ji bo konferansa Dayikên Aştiyê
11:50 Di şahiya li Şemrexê de ji bo Rojîn Kabaîşê edalet hat xwestin
10:17 Rojnamevanê Yewnanî yê ku belgefîlmên li ser Pontosê çêkiribû negirtin Tirkiyeyê
10:01 'Rêya aştiyeke mayinde di girtîgehan re derbas dibe'
09:25 ‘Divê komîsyon biçe Îmraliyê'
09:10 Di serlêdanên kar ên wezaretê de pirsa 'nijadê'
09:06 Banga ji bo kurdî: Têkoşîna ji bo ziman berpirsiyariyeke civakî ye
09:00 ROJEVA 18’Ê COTMEHA 2025’AN
17/10/2025
17:55 Bi girseyî serdana şîna Yilmaz û Sivaci hat kirin
16:49 Şînên endamên HPG, YJA Star û YPS’ê bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:07 Ji bo Kutlu û Akbalik li Pirsûsê şîn hatin danîn
16:07 Li Silopiyayê 2 polîs ji ber ‘şêlandina welatiyan’ hatin girtin
16:01 Welatparêzê Kurd Hasan Yildirim wefat kir
15:04 Li Zanîngeha Egeyê ji bo Rojîn Kabaîşê meş hat lidarxistin: Em ê bêdeng nebin
15:00 Amediyan bertek nîşanî Kurtulmuş dan: Gavên şênber biavêjin
14:59 Tulay Hatîmogûllari bi şandeya KESK’ê re hevdîtin kir
14:41 Kurtulmuş, çû serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
14:37 Tê payin ku rojnameger Aykol di nava rojê de were hişyarkirin
14:30 Kedkarên tenduristiyê piştgirî dan Nobeda Edaletê
13:59 Kurtulmuş li Amedê ye: Vê carê em ê bi serkevin
13:25 Forûma Avê ya Mezopotamyayê dest pê kir: Em xwedî li xweza û li çavkaniyên avê derkevin
12:36 Daxwaza rojnamevanan: Divê komîsyon li rojnamevanan guhdar bike
12:33 Abdullah Ocalan: Rêgeza hêviyê ji wan gava ye ku divê dewlet biavêje
12:01 Girtiyê nexwest destkelemçekirî bê tedawîkirin hate derbkirin
11:55 Tehliyeya Ardil Çeşme ya 30 sal in girtî dîsa hat astengkirin
11:54 Endamên KESK’ê yên ku xwestin biçin pêşiya Meclisê hatin dorpêçkirin
11:53 Ji Weşanxaneya Aramê 7 pirtûkên nû
11:02 Tehliyeya Nurcan Aslanê bi hinceta ‘sûcê xwe qebûl nekiriye’ hat taloqkirin
10:12 'Tirkiye vegera penaberan asteng dike'
10:11 Komîteya ku biryara DMME'yê bi Azerbaycanê da pêkanîn, çima ji bo Tirkiyeyê heman tiştî nake?
09:55 Cara 2'yemîn li Can Holdîngê oprasyon hat kirin: 26 kes hatin binçavkirin
09:54 Bijîşkê tev li otopsiya Rojîn Kabaîşê bû: Kêmasiyên di vêkolînê de pêvajo zehmet xist
09:09 Akin Bîrdal: Divê şandeyek ji komîsyonê teqez biçe Îmraliyê
09:06 Ji jinan ji bo ATK'ê: Hûn çi vedişêrin?
09:05 Tevî pêvajoya 'aştiyê' jî desthilat 'rêyên ewlehiyê' çêdike!
09:00 ROJEVA 17’Ê COTMEHA 2025’AN
16/10/2025
18:59 Komxebata ziman bi dawî bû: Ji bo statuya kurdî banga seferberiyê
16:44 Meşvanên KESK’ê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin
16:20 Ji ciwanan bang: Azadiya Rêber Apo jiyanî ye
16:17 Li Siopiyayê li dijî jinekê êriş hate kirin
16:03 Kurtulmuş dê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ziyaret bike
15:42 Ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan: Bila kiryar bên dîtin