AMED - Pisporê tenduristiya gel Mehmet Zencîr, diyar kir ku ji bo tenduristiyê demokrasî û aştî pêwîst in û di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê xebatkarên tenduristiyê û got: "Divê em bibin aktorên avakar ên aştiyê."
Ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin bigihêje armanca xwe, gelek rêxistinên pîşeyî rolên ku dikarin di pêvajoyê de bicih bînîn, gotûbêj dikin. Rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê jî li Amedê bi paneleke bi sernavê "Aştî ji bo tenduristiya civakî" bandorên neyînî yên şer û pevçûnan li ser tenduristiya gel û pêşniyarên çareseriyê nîqaş kirin.
Prof. Dr. Mehmet Zencîr ê ku yek ji beşdarên panelê ye û dema li Zanîngeha Pamukkaleyê wek pisporê tenduristiya gel dixebitî ji ber îmzekirina Danezana Aştiyê ji kar hatibû avêtin, bal kişand ser bandorên pêvajoyên pevçûnan li ser tenduristiya gel û diyar kir ku dirêjbûna şerê bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî, bandoreke xurt li ser tenduristiya gel kiriye. Zencîr, diyar kir ku yek ji van pirsgirêkên tenduristiyê nexweşiyên vegirtinê ne û destnîşan kir ku di kontrolkirina wan de vaksîn pir hêja ye û got: "Lewra di serdemên şer giran dibe de mirinên pitikan ên ji ber nexweşiya sorikê, her wiha Subakut Sklerozan Panensefalit (SSPE) a ji ber sorikê ku em jê re dibêjin SSPE, mînaka herî şênber a nexweşiyên ku şopên mayînde dihêlin. Lê ji bilî vê, ji emel (îshal) bigire heya enfeksiyonan. Enfeksiyon jî dikarin bibin sedema mirina kesên ku ji aliyê tenduristiyê ve ne xurt in. Bi heman awayî, di van cure tramvayên demdirêj de, jana zirav (werem) yek ji wan komên nexweşiyên ku em li bendê ne. Herwiha yek ji nexweşiyên herî zêde yên di warê nexweşiyên vegirtinê de, grîba çûkan bû. Heman tişt ji bo Kirim Kongo jî tê gotin. Em dikarin bibêjin ku ev ji aliyê nexweşiyên vegirtinê ve metirsîdar in."
Li gel vê, Zencîr diyar kir ku nexweşiyên din jî di pêvajoyên pevçûnan de pir têne dîtin û got, madeyên kîmyewî yên dibin sedema penceşêrê û madeên çekan, bandoreke kanserojen di axê de dihêlin.
TRAVMAYÊN RUHÎ
Zencîr, bal kişand ser travmayên ruhî yên hatine jiyîn û diyar kir ku kesên xizmên xwe winda kirine, pirsgirêkên ku ber bi depresyoneke demdirêj ve diçin, dijîn. Zencîr ev tişt got: "Lêbelê, em dikarin bibêjin ku di tevahiya civakê de hestek kûr a bêhêvîtî, bêpêşerojî û fikarê heye; pirsgirêkên psîkolojîk ên ku li seranserê civakê belav bûne jî dikarin di vê çarçoveyê de werin gotin. Em pirsgirêkeke tenduristiyê yê ku bi pêvajoya şerê dirêjkirî ve ne girêdayî be, nabînin. Hem bandora rasterast a şer, hem jî rewşên ku em jê re dibêjin bandora nerasterast, hene. Xerabûna aboriyê ya ji ber şert û mercên şer, valakirina gundan; nebûna têr a xizmetên tenduristiyê yên zarok, jinên ducanî, kal û pîr û nexweşên kronîk, nebûna xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê dayikê û ji ber vê yekê nebûna ravekirina derdê xwe, hemû bêtenduristî ye."
Zencîr, bal kişand ser neçariya gelê Kurd a bi darê zorê ji cih û warê xwe bûyî ku neçarî xebata di karên dijwar de û diyar kir ku di bin gelek cînayetên karkeran ên ji ber xebata di şert û mercên xirab de, pirsgirêka Kurd heye.
BANDORA TRAVMAYAN
Zencîr der barê tedawiya travmayên ji ber pêvajoya pevçûnan wiha pê de çû: "Ger hêviya aştiyê rastîn be, ew travmaya civakî ji nişka ve dest bi başbûnê dike. Wê demê civak hêviya aştiyê ya rastîn dibîne. Dema ku bibîne, dê laş, ruh, hiş ber başiyê ve biçin. Fikarên me wê kêm bibin. Hestên me yên bêhêvîtî û nedîtina siberojê wê kêm bibin. Herwiha, li gorî fikra min ger em wek gelek bên nasîn ev hemû dê bandorê li ser derbaskirina pêvajoya travmayê bike. Birêveçûna pêvajoyê bi awayekî erênî, avêtina gavan; her gaveke ku bê avêtin, di pêvajoyên travmayên ruhî de wê bibe melhem ji birînan re. Nexasim dema civak dibe xwediyê mafên xwe yên kolektîf; mînak, azadiya jinan, çûyîna qeyûman, xwedîderketina li qada ekolojîk, wê bandorên travmayê kêm bike. Gelek welatiyên me jî hene ku ji travmayê bêtir bandor bûne, êdî rewşa wan ber bi pêvajoyên patolojîk ve diçe. Divê ew jî ji van xizmetên tenduristiyê sûd werbigirin. Tişta ku ew li bendê ne, pêvajoyên heqîqetê ne. Divê birînên wan bi komîsyonên wekî Komîsyona Lêkolîna Heqîqetê ve bên pêçandin. Heta ku ev bi rengekî neyên çareserkirin, bandora wan travmayan dibe ku hinekî din dirêj bibe. Di vê çarçoveyê de, ew komîsyona ku em jê re dibêjin Komîsyona Heqîqetê, bi serê xwe destwerdaneke tenduristiyê ye."
'PÊVAJOYA AŞTIYÊ JI BO AKADEMIYÊ JÎ DERFET E'
Zencîr, rave kir ku ev pêwîstiyeke civakî û hêvî ye, tevî potansiyela zirar dîtina ji pêvajoyê divê her kes di çarçoveya vê pêvajoyê de gavekê biavêje û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her wekî pêvajoya 'em ê nebin hevparê vî sûcê' de bû. Ji ber ku wê demê me berpirsyariyek hîs kiribû. Dibe ku tişta ku niha zehmetiyê çêdike, ew e ku pêvajoyek e ku me ceza dike, zerarê dide me, bi awayekî me ji kar derdixe, me ji xwendekarên me dûr dixe. Lê li gorî fikra min, divê em ne li dijber bin, lê xwe bi rêxistin bikin. Em hişmendiya xwe bi rêxistin dikin. Wê demê jî me hişmendiya xwe bi rêxistin kiribû. Dema me got 'em ê nebin hevparê vî sûcê', me bi hikumetê re hevdîtin nekir. Ew beşek ji têkoşînê bû. Heman şert û merc ji bo niha jî derbasdar in. Ez difikirim ku ger di têkoşîna civakî de hinekî tevger çêbibe, dê pêlên bi vî rengî li pey hev werin. Yanî motîvasyoneke nû dikare di akademiyê de jî derkeve. Ji ber ku ev pêvajoya aştiyê ji bo akademiyê jî derfet e. Lewra nikarin qala akademiyê bikin, hundirê wê hatiye valakirin. Divê xwedî li wê akademiya valakirî jî bê derketin. Ev pêvajo bi serê xwe nayên hiştin."
'DIVÊ EM BIBIN AKTORÊN PÊVAJOYA AŞTIYÊ'
Zencîr, destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê xebatkarên tenduristiyê û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ev pêvajoyên ku em dibêjin, hemû rewşên bi berxwedan in. Ew pêvajoyên ku hem teşhîsa wan hem jî tedawiya wan zehmet e. Me gotibû mirinên zû yên ku dikarin pêşî lê werin girtin. Divê em wekî xebatkarên tenduristiyê vê qebûl nekin. Di vê çarçoveyê de, divê em xwedî li aştiyê derkevin û bi rengekî bibin aktorên avaker ê aştiyê. Ji bo tenduristiyê demokrasî û aştî şert e, civakeke bê aştî de mirov nikare qala tenduristiyê xizmetkariya aştiyê, têkoşîna ji bo aştiyê ji bo me xebateke esasî ye."
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel
