Şaredariyên DEM Partiyî: Em ê bi pêşengtiya jinê jiyana wekhev ava bikin

  • jin
  • 13:02 11 Mijdar 2025
  • |
img

AMED - Şaredariyên DEM Partiyî di daxuyaniya çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de got: “Armanca me avakirina jiyaneke demokratîk, ekolojîk û demokratîk a bi pêşengtiya jinê ye.” 

 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyên Amedê yên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de, starta çalakî û xwepêşandanên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî, bi daxuyaniyekê dan. Daxuyanî, li pêşiya Navenda Piştevaniyê ya Rojîn Kabaîşê ya Şaredariya Rezanê hate dayin. 
 
Di daxuyaniyê de pankarta “Gotinên me neqediyane; em ê bi hev re tundiyê rawestînin!” hate hilgirtin. Hevşaredar, endamên meclisê û gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Hevşaredara Rezanê Leyla Ayaz ji ewilî axivî û got ku sedema dayîna daxuyaniyê ya li pêşiya Navenda Rojîn Kabaîşê ew e ku di vê mijarê de hestiyariyekê ava bikin. 
 
Piştre jî metna hevpar hate xwendin. Kurdiya daxuyaniyê Psîkologa Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê Fatma Budak Gul û ya bi Tirkî jî psîkologa Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Rezanê Rozerîn Dogar xwend. 
 
‘EM BÊDENGIYÊ QEBÛL NAKIN’ 
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
“Tundiya li dijî mafê jiyanê yê jinan ne tesaduf e; ew êrîşek sîstematîk, siyasî û ji hêla mêran ve tê kirin. Jinkujî, mirinên gumanbar û polîtîkayên bêcezatiyê encama pergalekê ne ku jinan ji jiyana giştî dûr dixe, keda wan nabîne û îradeya wan paşguh dike. Her roj jinek tê kuştin; jinek din dosyaya wan wekî ‘întîhar’ê de tê girtin; jineke din wekî ‘pirsgirêkek navmalî’ mehkûmî bêdengiyê tê kirin. Em vê bêdengiyê qebûl nakin, ji ber ku em dizanin ku her bêdengî tundiya nû gur dike.
 
EM TÊKOŞÎNÊ DIGIRIN SER XWE Û DI HER QADA JIYANÊ DE DÊ BIDOMÎNIN   
 
25’ê Mijdarê ne tenê rojek bîranînê ye; ew rojek têkoşîna jinan e ku hêzê ji mîrata Xwişkên Mirabal digire, ku di sala 1960’an de li Komara Domînîkê dema ku li dijî dîktatoriyê li ber xwe didan hatin kuştin. Îro, jinên ku ji Mezopotamyayê bigire heta Amerîkaya Latîn, ji Rojhilata Navîn bigire heta her aliyekê cîhanê li ber xwe didin, heman rastiyê radigihînin; em vê têkoşînê digirin ser xwe û di her aliyê jiyanê de berdewam dikin.
 
Îsal, di çarçoveya 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan de, em li her navçeya Amedê dest bi xebatê dikin û bi jinan re hevdîtinê dikin. Bi rêya civînên jinan û kampanyayên hişyariyê yên ku li navenda bajêr, taxan, gundan û deverên niştecihbûnê werin lidarxistin, em hevgirtin, hêvî û têkoşîna rêxistinkirî ya li dijî tundiyê pêş dixin.
 
‘GOTINA ME NEQEDIYAYE, EM Ê BI HEV RE TUNDIYÊ RAWESTÎNIN’  
 
Di demekê de ku şaredariyên DEM Partiyî dikevin sala xwe ya duyemîn de kampanyaya me ya ‘Gotina me neqediyaye, em ê bi hev re Tundiyê rawestînin’ armanc dike ku hevgirtina civakî li dijî êrişên ser mafê jiyanê yê jinan xurt bike û jiyanek demokratîk, ekolojîk û wekhev bi hev re, bi pêşengiya jinan, ava bike.
 
Ji bo vê armancê, me di sala borî de li Amedê gavên girîng avêtine da ku jinan bihêz bikin û li dijî tundiyê têbikoşin;
 
* Xeta Şîdetê ya ALO ji nû ve hate çalakkirin; jin dikarin her gava ku hewce bikin piştgiriyek rasterast bistînin.
 
* Navendên Piştgiriya Jinan ku di dema qeyûman de hatibûn girtin, bi îradeya jinan ji nû ve hatine vekirin û xurtkirin.
 
* Civînên Jinan û Civînên Keda Jinan, jin di warên aborî, civakî û siyasî de anîne cem hev.
 
* Kampanyayên hişyarkirinê li park û qadên giştî hatin lidarxistin.
 
* Di nav şaredariyan de têkoşîna li dijî tundûtûjiyê, wekheviya zayendî û perwerdehiya hişyarkirinê hatin lidarxistin.
 
* Atolyeyên hilberînê, bernameyên perwerdehiya pîşeyî û torên piştgiriyê yên ku piştgiriya azadiya aborî ya jinan dikin ketin meriyetê.
 
* Çalakiyên perwerdehiyê yên ji bo jinan, piştgirî dan hêzdarkirina wan a di warê hişmendiya qanûnî, psîkolojîk û civakî de.
 
*‘Belgeya helwesta têkoşîna li dijî tundiya ser bingeha zayendî’ ku dê armanca me ya pêşxistina polîtîkayên hem pêşîlêgirtinê û hem jî parastinê di rêveberiyên herêmî de li dijî hemû cureyên cudakariya li ser bingeha zayendî û tundûtûjiyê ku ji hêla têkiliyên hêzê yên ji hêla pergala serdestiya mêran ve hatine afirandin ve têne xurt kirin, ji hêla encûmenên şaredariyên me ve hate îmzekirin.
 
HEVGIRTINA JINAN ROJ BI ROJ MEZIN DIBE  
 
Ev hewldan nîşan didin ku jin ne bi tenê ne û ku hevgirtin her roj mezin dibe. Navendên Piştgiriya Jinan ên me wekî cîhên berxwedana rêxistinkirî ya jinan li dijî tundûtûjî, newekhevî û paşguhkirinê xizmet dikin. Ew navendên ku tê de têkoşîn, hêvî û baweriya bi jiyaneke azad geş dibin in.
 
SOZA ME YA JI BO AZADIYÊ BI DAWÎ NEBÛYE   
 
Li vê navenda ku navê wê Rojîn Kabaiş e, em careke din xwe nû dikin. Rojîn ne tenê navê jinekê ye; ew navê hemû jinên ku xwestin bêdeng bibin e. Mîna Gulistan Doku, ev ax bi dengê bi hezaran jinan deng vedide ku çarenûsa wan di tariyê de maye. Navê Gulistan qîrîna jinên winda ya di bîra kolektîf de ye. Em, jin, dê gotinên wan ên neqediyayî temam bikin; em ê têkoşîna ji bo edalet û azadiyê mezin bikin. Em dizanin ku rêya avakirina jiyanek bê tundî, azad û wekhev bi hêza rêxistinkirî, hevgirtin û berxwedana jinan e. Û em careke din radigihînin; soza me ya ji bo jiyaneke bê tundî û azadiyê bi dawî nebûye; em ê bi hev re tundiyê rawestînin. Jin, jiyan, azadî.”

Sernavên din

14:05 Li Girtîgeha Sîncanê nahêlin girtî bên tedawîkirin
13:47 Rejîma Îranê 8 girtî darve kir
13:33 Kesên ji ber şewata li Dîlovasiyê hatin binçavkirin birin edliyeyê
13:25 Li Pasûrê îskeleya pirê hilweşiya: 2 karker mirin, 4 jî birîndar bûn
13:02 Şaredariyên DEM Partiyî: Em ê bi pêşengtiya jinê jiyana wekhev ava bikin
12:52 Ji ber mayînê lingê kolberekî Kurd jê bû
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Dive komîsyon tavilê biçe Îmraliyê HATE NÛKIRIN
11:59 Bahçelî: Pêvajo ber bi dawiyê ve diçe
11:58 Fîdan ê ku bi Şara re çû Qesra Spî: Me helwestên xwe da der
11:31 Nûman Kûrtûlmûş dê hevdîtinê bi serokwekîlan re bike
11:30 Ji Sûriyeyê daxuyanî: Di warê entegrasyona HSD'ê de lihevkirin çêbû
10:13 Îsraîlê pêşnûmeya cezayê 'darvekirinê' ya ji bo filistîniyan da ber dengdayînê
10:09 Hilbijartina li Iraqê dest pê kir
10:01 Bêkarî dibe sedema zêdebûna wê, şaredarî terkexem in: Ma dê wiha pêşî lê were girtin?
09:42 Şîlan Bîngol: Ji bo aştiyeke mayinde bi 'mirinan' re hevrûbûn divê
09:41 'Heta statûya Kurdî neyê qebûlkirin em nikarin qala entegrasyonê bikin'
09:26 Êdî tiryak li ber deriyên dibistanên seretayî ye: Têkoşîn kêm e
09:06 Li Tekîrdagê Kurdî di bin xetereya saziyên dewletê de ye
09:02 Pisporê tenduristiya gel: Ji bo tenduristiyê aştî pêwîst e
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2025'AN
08:52 Tê payin li 22 bajaran baran bibare
08:45 Li Behra Spî bi pileya 4.9 erdhej çêbû
10/11/2025
16:48 Şînên li Amedê bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:40 Li Sêrtê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê hat dayin
16:20 Şaredariya Mûşê avakirina ‘Meclisa Jinan’ ragihand
16:20 Şîna Îshak Tepe bi girseyî hate ziyaretkirin
16:19 Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol didome
15:28 CPT: Tirkiye hejmara baregehên xwe zêde dike
15:10 Dadgeriya Înfazê: Lijneya Çavdêriyê ne ew meqam e ku poşmaniyê binirxîne
14:27 Rêveberiya Amedsporê: Motîvasyona tîma me bilind e
14:22 Hem li dijî zextên hevjînên xwe hem jî yên civakê têdikoşin
13:59 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Aykol name şandin
13:38 Daxwaza sewqa ji bo Îmraliyê kirin hinceta ‘taloqkirina tehliyeyê’
13:18 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
12:02 Hilbijartina Parlamentoya Iraqê sibê ye
11:58 Bagera Fung-wongê bîlançoyeke giran li pey xwe hişt
11:57 Tevî pêvajoyê jî ferzkirina sîxûriyê didome
11:26 ‘Çareseriya herî rast a li dijî tiryakê, piştevaniya rêxistinkirî ya gel e’
10:44 Vaye rêgeha tiryakê: Serkêşiya wê ‘bajarên biewle’ dikin
09:37 Li Êlihê 2 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn
09:21 Xwebûn bi manşeta ‘Jin bajaran ji nû ve saz dikin’ derket
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2025'AN
09/11/2025
16:55 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê 11 kes revandin
14:32 Vê hefteyê dê budçeyên 4 wezaretan bên nîqaşkirin
14:20 DFG’ê xebatkarên Çapemeniya Azad ên hatine qetilkirin bi bîr anî
14:00 Jinan li Erdîşê şitilên berûyê danîn
13:59 Îshak Tepe wefat kir
13:31 TJA’yê starta 25’ê Mijdarê da
12:17 Wezîrê Edaletê: Biryara têkildarî Demîrtaş li ber destê dadgehê ye
12:17 Dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dest pê kir
11:59 Kesên nêzî saleke daxwaza aştiyê dikin axivîn
11:30 Sala 20’an a bombekirina Pîrtûkxaneya Ûmûtê: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe
10:30 Li Îtalyayê ji bo bîranîna Nagihan Akarselê mihrîcan hat lidarxistin
10:26 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:16 Şara li Amerîkayê ye
10:15 Gundê Îbrahîm Kaypakkaya di hedefa sermayê de ye
09:34 Jinên Ocaxa Dêrsimê: Ji bo hêsrên dayikan nebarin divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
09:32 Di pêvajoya şer de 2 zarokên xwe winda kir: Tekane tişta ku êşên min sivik bike aştî ye
09:30 Welatiyên Wanê: Aştî bi yekalî nabe, divê dewlet gav biavêje
09:02 Li bajarê 24 saetan tê şopandin trafîka madeyên hişbirê
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2025'AN
08/11/2025
18:36 Abdullah Ocalan: Kurd bêyî ku ji hebûna xwe tawîz bidin, divê pêşengiyê bikin
16:23 Li Agiriyê Komeleya Kurdî-Zana Araratê hat vekirin
15:58 Serdana şîna Yakup Tûncer kirin
15:36 Nobeda Edaletê didome
15:33 Ji Îlham Ehmedê piştgirî ji bo 'rakirina mueyîdeyan'
14:59 Ji bijîşkan banga piştevaniyê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:16 Li çar bajaran ji bo windayan çalakî
14:02 Dayikên Şemiyê ji bo Yurtseven, Ozeken û Saritaş edalet xwestin
13:42 Bi girseyî serdana şîna Lokman Çîftçî hat kirin
13:37 Dermankirina Zeynep Celaliyanê tê astengkirin
13:07 Ji bo meşa li Kolnê gel li qadê kom dibe
13:00 Li Şirnexê qeza: 19 kes birîndar bûn
12:56 Li Amedê konferansa ‘Ber bi bajarên jinan ve’
11:11 Sozdar Avesta: Azadiya Rêber Apo bingeha têkoşînê ye
10:44 Li Girtîgeha Tekîrdagê binpêkirinên mafan: Bingeha provakasyonê tê amadekirin
09:48 'Divê jin ji bo bidawîbûna şer bi hemû hêza xwe bitêkoşin'
09:23 'Êdî axatin têr nake, gavên li gor ruhê pêvajoyê divê'
09:09 Ji ber fiyetê kêm bi hezaran berhem di nava zeviyê de man
09:07 Li bajarê ku 2 hezar û 700 nexweşên çolyakê hene beşa Gastroenterolojiyê tune ye!
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2025'AN
07/11/2025
16:21 Di meha Cotmehê de 217 kes li Îranê hatin bidarvekirin
15:47 Girtiyê qeyrana dil derbas kiribû birin girtîgehê
15:40 Xwendekarên Zanîngeha Hacettepeyê: Em kampusên ewle dixwazin
15:34 Doza Delal Gencer a ku di êrişa nîjadeperst de jiyana xwe ji dest dabû taloq bû
14:57 Ji girtîgehan bo Aykol name: Pêdiviya me bi hevrêtiya te heye
13:15 Dîroknasê Îtalî: Gavên PKK’ê hêviya mirovahiyê geş kirin
12:45 Abdullah Ocalan pênûs diyariyê Suryan û Êzidiyan kir
11:39 Bajarê Annecy hemwelatiya rûmetê da Nêrgiz Mihemedî
11:35 Ayşegul Dogan: Niha dema guhdarîkirina li Abdullah Ocalan e
10:54 Fabian Molina: Ji bo serkeftina pêvajoyê verastkirinên qanûnî şert e
10:42 Bagera Kalmaegiyê ji Vîetnamê ber bi Kamboçyayê ve pêş dikeve
09:58 Li Wanê di 2 salan de 28 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
09:44 Li Balikesîrê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
09:29 'Mayindebûn û parastina pêvajoyê bi mîsogerkirinên hiqûqî pêkan e'
09:27 Dê ‘Bajarên Jinan' bên îlankirin
09:19 Dikandarên biçûk ji ber marketên mezin naxebitin
09:15 Rojnamevan Şêx Nûr: Hikûmeta Şamê di neavêtina gavan de israr dike
09:14 Akademîsyena Aştiyê: Divê dewlet bi reformên qanûnî bersiva pêvajoyê bide
09:00 ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2025’AN