WAN - Şaxa ÎHD’a Wanê da zanîn ku di nava 10 mehan de li Wanê 9 kesan ji ber zexta “sîxurtiyê” serî li komeleya wan daye û xwestin ev binpêkirin bên bidawîkirin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê, rapora xwe ya têkildarî zextên “sîxuriyê” yên di demên dawî de li bajêr zêde bûne, li avahiya komeleyê bi daxuyaniyekê aşkera kir. Endamê Komîsyona Hiqûqê ya Şaxa ÎHD’a Wanê parêzer Kemal Tîbelek rapor xwend û got ku di 10 mehên sala 2025’an de li Wanê 9 kesan ji ber “zext, sîxurî û gefxwarinan” serî li komeleya wan dane. Tîbelek, wiha got: “Wekî di rapora berê de jî hatibû destnîşankirin; ev sepan, piştî OHAL’a li pey hewldana derbeyê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an hatibû ragihandin, veguherîn polîtîkayên zextê yên dewletê û gelek sûcên weke gefxwarin, heqaret, îşkence, bêparhiştina kes a ji azadiya xwe, xerab bikaranîna peywirê û hwd. ku di TCK’ê de jî hatine destnîşankirin, di nav xwe de dihewîne. Tê dîtin ku bi taybet jî piştî hewldana derbeyê ya sala 2016’an, binpêkirinên mafan û giliyên di vê mijarê de baş nehatine lêpirsîn, faîl nehatine cezakirin. Polîtîkaya necezakirinê ya li Tirkiyeyê, di van serlêdanan de jî zêde xwe didin der.”
'DI SERLÊDANÊN SÛC DE LÊKOLÎN Û LÊPIRSÎN NAYÊ KIRIN’
Bi domdarî Tîbelek got ku di serlêdanên sûc de bêyî lêpirsîn û lêkolîneke baş were kirin biryara neşopandinê tê dayin û ev tişt anî ziman: “Serlêdanên ji bo ÎHD’ê tên kirin û yên di çapemeniyê de tên parvekirin, beşeke biçûk ê van sepana ye. Kesên rastî van sepanan tên, carnan bi malbatên xwe re jî parve nakin, vedişêrin û hewl didin bi vî awayî xwe biparêzin. Serlêdanên sûc ên ji bo dozgeriyê tên kirin jî gelek caran bêyî lêkolîn û lêpirsîn were kirin, bi hinceta xwe negihandine nasnameya faîlan, bi biryarên neşopandinê biencam dibin. Ji bo parastina canê serlêderan tu tevdîr nayên girtin. Ji ber vê sedemê jî gelek kes bêyî ku serî li rêyên qanûnî bidin, Tirkiyeyê diterikînin û diçin welatên din.”
'LÊPIRSÎNEKE BAŞ NAYÊ KIRIN’
Tîbelek, bi lêv kir ku weke ÎHD ew ji bo dîtina faîlan dikevin nava hewldanan û got: “Serlêdanên ji bo komeleya me tên kirin, bi Wezareta Karên Hundir, Komîsyona Çavdêriyê ya Hêzên Ewlekariyê û Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a TBMM’ê re tên parvekirin. Şaxa me 9 serlêdan ji bo Komîsyona Çavdêriya Hêzên Ewlekariyê kir lê tu yek ji wan nehatiye qebûlkirin û der heqê peywirdaran de tu lêpirsîn nehatine destpêkirin. Li gorî daneyên Yekeya Dokumantasyonê ya ÎHD’ê; di navbera salên 2022-2024’an de ji bo Navenda Giştî ya ÎHD’ê û şaxên wê bi giştî 87 serlêdanên bi sedema sîxurkirinê û revandinê hatine kirin.”
TENÊ LI WANÊ 9 KESAN SERLÊDAN KIR
Tîbelek, got ku di nava 10 mehên îsal de li Wanê 9 kesan ji ber zexta sîxurtiyê serî li komeleya wan daye û wiha bi dawî kir: “Dema em li serlêdanên wan dinêrin; dibînin ku kesên xwe weke polîs didin naskirin bi teklîfên weke ‘sihbet, vexwarina çayê, hevaltî’ û hwd. hewl dide bi wan re rûnê, teklîfa pereyan jê re dikin, yên tev li sihbetê bûn lê daxwazên wan red kirin jî bi malbat, kar, rewşa tenduristiyê, jiyana taybet, binçavkirin û girtinê gefan lê dixwin. Li navendên binçavkirinê jî beriya îfadeya yasayî, bêyî parêzeran dibin odeya mulaqatê û didin zorê ku îfadeya derqeydî bidin. Gefê lê dixwin ku heke derkevin derve jî dê dev jê bernedin. Carnan jî ev sepanên keyfî, bi revandina kesan, bi miameleya xerab û îşkenceyê biencam dibe. Gelek kes li otomobîlan tên siwarkirin, çavên wan tên girtin, bi rojan tên derbkirin û li cihên tu kes lê najî tên berdan.”
