WAN - Serokê Odeya Dermansazan a Wan-Bedlîs-Colemêrgê Ersin Kahraman diyar kir ku dabînkirina dermanan, bi taybetî ji bo kesên bi nexweşiyên kronîk, bûye pirsgirêkeke mezin.
Pêldariya di kûra dowîzî de, nediyariya paşvedayînê û zêdebûna lêçûnan, xwegihandina dermanan dijwartir dike. Ji Çileya 2025'an pê ve, zêdebûna salane ya endeksa bihayê hilberîner ji sedî 52 derbas bûye ku rasterast bandorê li dermanan dike. Welatî bi taybetî nikarin bigihîjin dermanên ji bo nexweşiyên kronîk û di dabînkirina zêdetirî 300 dermanên îtxalkirî de bi krîzekê re rû bi rû ye.
Serokê Odeya Dermansazan a Wan-Bedlîs-Colemêrgê Ersin Kahraman diyar kir ku pirsgirêka wegihandina dermanan, nemaze ji bo kesên bi nexweşiyên kronîk, roj bi roj mezin dibe.
Kahraman anî ziman ku tê payîn ku bihayê dermanan vê mehê zêde bibe û ji ber vê yekê, depoyên dermanan xwe nadin ber dabînkirina dermanan. Kahraman got: "Ji ber vê yekê ye ku hin derman nayên dîtin. Dermansaz neçar in ku dermanan bidin nexweşan û stokê radest bikin. Dermanên ku ji bo nexweşiyên kronîk tên bikaranîn û dermanên îtxal vê carê bi tevahî peyda nabin. Zivistan li ber me ye û nexweşî zêde dibin. Demsala aşiya grîbê ye, lê em nikarin aşiya grîbê bikin. Ji ber ku aşiya grîbê têra xwe di stokê de tune. Nexweşên me ji dermanxaneyekê diçin dermanxaneyekê din li aşiya grîbê digerin û dema ku ew nabînin, ew mexdûr dibin."
‘EM DERMANAN PEYDA NAKIN’
Kahraman diyar kir ku di dermanan de hê jî kûra Euro ya sabît e û got ku kûra niha 45 TL ye, lê ya dermanan hê 22 Euro ye. Kahraman got: "Biryarnameya Bihayê Dermanan û aboriya cîhana rastîn ne lihevhatî ne. Mesrefên me bi lez zêde dibin, lê dahatên me kêm dibin. Ev hem ji bo me û hem jî ji bo hilberîner, dabînker û kanalên belavkirinê yên dermanan pirsgirêkek e. Zêdebûna bihayê dermanan diviyabû di Sibatê de bihata ragihandin, lê dema ku ev hat pêş, şîrketan dest pê kirin ku dermanan nedin dermanxaneyan. Ev tê vê wateyê ku em nikarin dermanan bigihînin mirovan. Wekî dermansaz, em hewl didin ku bi qasî ku ji destê me tê stoka dermanên xwe bigihînin nexweşan. Stokên me tenê demeke diyarkirî dimînin. Beşeke mezin ji stoka me xilas bûye û em êdî nikarin dermanan bidin mirovan."
