Piştî DAIŞ’ê Reqa: Yên ku wehşet dîtine bajêr bi rê ve dibin

img
REQA - Reqaya ku bi komunan ji nû ve di nava xweliyên xwe de geş bûye, şopa wêraniyê lê nemaye û bi 3 zimanan xizmetê dide. Hevserokê Meclisa Gel Mişlep Turkan got: "Min qet nedianî bîra xwe ku ez ê rojekê bi jinekî re bajêr bi rê ve bibim." Hevseroka Meclisa Gel Hêvîn Îsmaîl jî diyar kir ku, "Em ji kesên ku malbatên me tune kirine re dibêjin ‘Hûn bi xêr hatin.’ Ji ber ku em dixwazin îdeolojiya hatiye bicihkirin biguherînin."
 
Reqa ys ku yek ji bajarên herî girîng ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, di sala 2014’an de ket bin kontrola DAIŞ’ê. DAIŞ’ê li vir "paytexta xîlafetê" îlan kir û piraniya navendên xwe yên rêveberiyê birin wir. Di dema DAIŞ’ê de jin di çarşefên reş de hatin hefskirin û derketina wan a derve hat qedexekirin. Ji bo mêran jî rî û guherîna kincan hat ferzkirin. Bi hezaran kes hatin bidarvekirin, dest danîn ser gelek avahiyan û bac ji xelkê hat girtin. Herwiha di dema DAIŞ’ê de mîrateya çandî ya bajêr jî bû hedef; koleksiyonên saziyên mîna Muzexaneya Reqayê hatin talankirin an jî rûxandin.
 
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di sala 2016’an de operasyona rizgarkirina Reqayê da destpêkirin û di Cotmeha 2017’an de bajar bi temamî rizgar kir. Di pêvajoya şer de ji sedî 80-90’ê bajêr kavil bû. Li gorî raporan, zêdetirî 11 hezar avahî zirar dîtin. Nexweşxane, dibistan, firinên nan, binesaziya av û ceyranê û pergala parzîna avê bi temamî hilweşiyan.
 
DI 8 SALAN DE GUHERÎNEKE MEZIN
 
Ji ser rizgarkirina Reqayê re 8 sal derbas bûn. Di vê pêvajoyê de bajar ji nû ve ava bû. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû saziyên xwe ve pêngava seferberiyê da destpêkirin û bajar şên kir. Avahiyên zirar dîtibûn hatin tamîrkirin û li şûna yên hilweşiyayî yên nû hatin avakirin. Her çend li hinek deran avahiyên hilweşiyayî hebin jî, tevahiya bajêr hatiye avakirin. Karên binesazî û serasaziyê gelek jê hatiye temamkirin. Texrîbata DAIŞ’ê bi piranî hat rakirin û ji bo kêmasiyên mayî jî xebat berdewam dikin.
 
BI KOMUNAN TÊ BIRÊVEBIRIN
 
 
Bajar dabeşî 4 herêman bûye û 17 taxên wê hene. 137 komun hatine avakirin. Rêxistinên xweser ên jin û ciwanan hene. Gelên din jî di hemû astên rêveberiyê de cih digirin. Derbarê nifûsê de daneyên zelal nînin, lê li gorî daneyên Meclisa Gel a Reqayê, zêdetirî 800 hezar kes li bajêr dijîn. Kesên ku di dema DAIŞ’ê de koçber bibûn, bi piranî vegeriyan. Herwiha bi hezaran kesên ku ji bajarên cuda koçî vir kirine jî hene.
 
RÊVEBERIYA PIRZIMANÎ
 
Piraniya nifûsê ji Ereban pêk tê. Kurd û Tirkmen jî lê dijîn. Li hemû nuqteyên bajêr mirov dikare rastî tabelayên bi 3 zimanan (Erebî, Kurdî û Tirkî) bê.
 
XETEREYA DAIŞ’Ê BERDEWAM DIKE
 
DAIŞ li navenda bajar û gundewarên wê hîna jî xetereya herî mezin e. DAIŞ a ku şaneyên wê yên veşartî hene, car caran êrişî nuqteyên asayîşê dike. Di serê mekanîzmaya rêveberiya bajêr de Meclisa Gel heye. Yek ji hevserokên Meclisa Gel Ereb e û ya din jî Kurd e.
 
HEVSEROKEK EREB Û YEK KURD
 
 
Hevserokê Ereb Mişlep Turkan ev salek û nîv e li ser wezîfeyê ye. Ew endamê eşîra Afîle ye ku 200 hezar endamên wê hene û di heman demê de parêzer e. Hevseroka din Hêvîn Îsmaîl jî demeke dirêj e di xebatên jinan de çalak e. Ne tenê di Meclisa Gel a Reqayê de, di saziyên din ên bajêr de jî cihgirtina Ereb, Kurd û Tirkmen di rêveberiyê de balê dikşîne.
 
REQAYA DEMA DAIŞ’Ê
 
Mişlep Turkan yek ji şahidên dema DAIŞ’ê ye. Turkan bal kişand ku DAIŞ’ê di destpêkê de hiqûqnas kirin hedef û ev tişt got: "Ji ber ku wekî kesên dikarin bên perwerdekirin li wan dinêrîn. Di nava 3 mehan de dixistin perwerdeyê û neçarî 'tovbeyê' dikirin." Turkan pêvajoya 6 salan a DAIŞ’ê bi bîr xist û wiha pê de çû: "6 sal ji bo gelê Reqayê salên dijwar bûn. DAIŞ’ê îdeolojiyeke 'biyanî û radîkal' li ser xelkê Reqayê ferz kir. DAIŞ’ê bêtir ciwan û zarokên temenbiçûk bi kar anîn. Civaka Reqayê DAIŞ qebûl nekir. Di navbera gel û rêxistinê de nakokiyeke mezin hebû. Reqa bi zor û zextê bi rê ve birin."
 
Turkan diyar kir ku her kesî li bajêr êşa dema DAIŞ’ê kişandiye û got: "Yek malbat jî nemabû ku êş nêkişandibe. DAIŞ’ê Reqa wekî sembolekê didît û 'paytexta xîlafetê' îlan kiribû. Êrişên li ser paytextên cîhanê ji vir dihatin plankirin."
 
'GEL HSD BI KÊFXWEŞÎ PÊŞWAZÎ KIR'
 
Turkan destnîşan kir ku piştî Reqa rizgar bû jiyan vegeriya ser halê xwe yê asayî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "HSD’ê, civak vegerand rewşa wê ya xwezayî. Gelê Reqayê bi kêfxweşî HSD pêşwazî kir û bi Rêveberiya Xweser re bûne yek. Gava bajar rizgar bû, mirov kom bûn, komun û meclis avakirin û dest bi birêvebirina herêmên xwe kirin."
 
Turkan anî ziman ku di dema DAIŞ’ê de jiyan bi temamî rawestiyabû û got: "Perwerde, sazî û dadgeh tune bûn. Heta kevneşopî û têkiliyên me yên civakî jî nemabûn. Ne dawet dikaribûn bên kirin ne jî şîn. Jiyan di serdemên tarî yên sedan sal berê de em dijiyan. Televîzyon, înternet û amûrên ragihandinê qedexe bûn. Xetayek an peywendiyek dibû sedama mirina mirov. Temaşeya bernameyên televîzyonê û ken jî qedexe bûn. Piştî hatina HSD’ê rewş bi tevahî veguherî."
 
'MAFÊ JINÊ TENÊ DIRÛŞM BÛ'
 
Turkan diyar kir ku wî berê qet nedianî bîra xwe ku bi jinekî re bajêr bi rê ve bibe û wiha axivî: "Em di pergala dewleta Sûriyeyê ya di bin kontrola rejîma Baasê de jiyan. Min li Znîngeha Şamêm hiqûq xwend û berî şoreşa Sûriyeyê li dadgehên Reqayê parêzerî dikir. Li welatên Ereb, Rojhilata Navîn û yên Misilman her kes dibêje 'jin nîvê civakê ye' lê ev di prtatîkê de tunebû. Mafên jinan tenê dirûş bûn. Berê jin di rêveberiyên dewletê de cî digirt. Dibûn cîgir an wezîr. Lêbelê beşdariya rastîn a jinê di her astê de, nedihat bîra kesî."
 
GELEK XIZMÊN XWE DI ÊRIŞÊN DAIŞ'Ê DE WINDA KIRIN
 
 
Hêvîn Îsmaîl, piştî rizgarkirina Reqayê tavilê hat bajêr. Wê gelek xizmên xwe di êrişên DAIŞ’ê de winda kirine. Hêvîn Îsmaîlê, dema behsa rizgarkirina Reqayê tê kirin bîranîna xwe ya pêşî ya ku tê bîra wê wiha rave kir: "Dema ez dimeşiyam hevalekî ji min re got 'ji cihê xwe nelive, di bin lingê te de mayîn heye.' Wê demê mayîn hatibûn rakirin, lê yên di bin axê de mabûn hebûn. Wê kêliyê dilê min sekinî. Gelo ez lingê xwe rakim, dê biteqe an na... Dema rizgarkirina Reqayê tê bîra min, ez her tim wan kêliyan dihizirim. Hevalekî got 'heke tu hêdî hêdî lingê xwe rakî tiştek nabe.' Her saniyek wekî salekê derbas bû."
 
BAJAR BI PIŞTGIRIYA RAKIRIN HAT ŞÊNKIRIN
 
Hêvîn Îsmaîlê diyar kir ku ji sedî 90-95’ê Reqayê di şer de bi erdê re bûye yek û binesaziya wê bi temamî zirar dîtibû û ev tiş got: "Min digot 'gelo ji bo avakirina vê bajarî çend sal hewce ne?' Min digot ev bajar di 50 salan de jî nayê avakirin. Tenê rakirina wê wêraniyê dê bi salan bidomanda. Şandeyek ava bû. Şandeya ku ji Eyn Îsayê hatibû li vir dixebitî. Li vir jiyan nemabû, yên dihatin jî bi tirs dixebitîn. Xeter hebû. Ji gelek cihan piştgirî hat. Di salekê de bajar hat paqijkirin. Piştî paqijiyê rêxistinkirina gel dest pê kir. Komîsyona rêxistinkirinê hat avakirin."
 
Hêvîn Îsmaîlê bi bîr xist ku 7 meh piştî rizgarkirina bajêr wan Meclisa Gel îlan kirine û wiha axivî: "Beriya DAIŞ’ê sazûmanî hebû. Demokrasî tune bû, dîktatorî hebû, lê sazûmaniyek hebû. Di dema DAIŞ’ê de sazî tune bûn. Dibe ku gel ji ber vê yekê piştgirî da Rêveberiya Xweser. Pirsgirêka av û ceyranê hat çareserkirin. Pirsgirêka xwarinê hat çareserkirin. Di her kolan û taxekê de komun hene. Saziyên jinan hene. Hevserokatî heye. Ev hatin birêxistinkirin."
 
BANDORA KOMUN Û PERWERDEYAN
 
Hêvîn Îsmailê anî ziman ku mijara herî zêde ew tê de zehmetî dîtine, pêkanîna temsîliyeta wekhev bûyeû wiha pê de çû: "Di 6 salan dîtina tiliyek an jî çavekî jinan qedexe bû. Berê jî hinek adet hebûn. Jin herî zêde dikaribûn bibin mamoste. Di mijara pergala hevserokatiyê û birêvebirina saziyekê ya jin û mêr a bi hevre de, me gelek zehmetî kişand. Mêran digot 'em ê çawa bi jinê re rêve bibin?' Jinan jî digot 'gelo ez ê bi mêrekî biyanî re saziyekê bi rê ve bibim?' Bi komun û perwerdeyan ev rewş hat çareserkirin. Hişmendiya mêr û jinan wek hev bû. Gelê Reqa ji perwerdehiyê ditirsiyan. Dema dihat gotin 'perwerde', 'perwerdeyên' DAIŞ’ê dihatin bîra wan. Ji ber vê yekê me di destpêkê de suhbet û civîn çêdikirin. Di qonaxa yekem de bi meclis û komunan ev rewş ji sedî 30 hat çarserkirin."
 
'HSD’Ê QIRÊJIYA CÎHANÊ PAQIJ KIR'
 
Hêvîn Îsmaîlê diyar kir ku cîhanê berpirsyariya xwe ya li hemberî Reqayê bi cih neaniye û wiha pê de çû: "Hemû qirêjiya cîhanê li Reqayê kom bibû. Ev qirêjî bi destê HSD’ê hat paqijkirin. Em çi bikin jî em nikarin heqê gelê Reqayê bidin. Tenê ev guhertina pergalê jî dihêle ku mirov bibêj 'êdî bes e.' Raya giştî dikare gelek tiştan bike. Ev berpirsyarî ne tenê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Derfet diyar in, lê dê ji ku bîne? Reqa berpirsyariya hemû cîhanê ye."
 
 Li gorî Hêvîn Îsmailê, xetereya herî mezin ew e ku hişmendiya DAIŞ’ê hîn jî dijî. Hêvîn Îsmaîlê got: "Em, kesên ji Kampa Holê derdikevin bi rojan di perwerdeyê re derbas dikin. Em ji kesên ku dayika min, birayê min û malbata min tune kirine re dibêjin 'hûn bi xêr hatin, çi ji we re pêwîst e?' Ji ber ku em dixwazin wê îdeolojiya hatiye bicihkirin biguherînin. Em dijminê xwe jî diguherînin."
 
Hêvîn Îsmaîlê wehşeta DAIŞ’ê ya ku divê neyê jibîrkirin bi van gotinan vegot: "Gelek kes dema fîlmên têkildarî DAIŞ’ê temaşe dikin dibêjin 'ewqas jî nabe.' Lêbelê yên ku wehşeta DAIŞ’ê jiyan, dema van fîlman temaşe dikin dibêjin 'Tiştek nehatiye vegotin.'"
 
Sibê: Bajarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Qamişlo
 
MA / Azad Altay

Sernavên din

17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
12:38 Civaknasê Alman Treiber: Rêgeza ‘entegrasyona demokratîk' li gor mercên rasteqîn e
12:27 AYM'ê der barê tomarkirina hevdîtina girtiyan de biryara binpêkirinê da
12:19 Tomarkera deng a balafira ku şandeya Lîbyayê tê de bû hate dîtin
12:18 Aldar Xelîl: HTŞ, wekî partiya Baasê ye
11:38 Civîna komîsyonê dest pê kir
11:27 Ji bo ava nayê dayîn fatûreyên zêde tên birîn!
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:02 'Mitînga Hêvî û Azadiyê dê bibe destpêka çareseriya demokratîk’
10:58 Mehmet Altan: Heya siyaset demokratîk nebe dê pirsgirêk çareser nebin
09:54 Testa hişbirê ya Serokê Fenerbahçeyê pozîtîf derket
09:50 Sûriye sala 2026'an bi nediyariyan pêşwazî dike
09:42 Ji bo pasaportê ji sedî 19 zem hate kirin
09:35 Ciwan dê ‘Di civaka sosyalîst de rola ciwanan’ nîqaş bikin
09:25 Serfermandarê Lîbyayê jî di nav de 8 kes di balafira ‘ketî’ de mirin
09:16 ‘Divê mafê hêviyê cîbicî bikin, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2025'AN
23/12/2025
16:51 Bi girseyî serdana şîna Polatê HPG'î hat kirin
16:27 Li Edeneyê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin
15:50 Wezîrê Dadê Tûnç: Em bi heyetê re gavên ku divê bêne avêtin axivîn
15:17 Hamdiye Kirici jiyana xwe ji dest da
14:11 Mesût Sevîktek û Îsa Oran hatin bibîranîn
13:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kurtulmuş re bi dawî bû
13:28 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kûrtûlmûş re dest pê kir
13:23 Ji ciwanan banga mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’
12:12 Şandeya Îmraliyê: Aştî bi hiqûqê dikare were mayindekirin
11:16 Bajarê herî qelebalix ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?
10:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç de dest pê kir
10:42 Amedspor dê ji bo êrişa nijadperest pêvajoya hiqûqî bide destpêkirin
10:30 Lêpirsîna Şaredariya îleyê: 22 kes hatin binçavkirin
10:19 Tenduristkar: Alternatîfa pergala tenduristiyê ya heyî modela 'komunê' ye
09:33 HSD, wê entegreyî kê bibe!
09:13 Polîtîkaya asîmlasyonê di 'Civîna Dêûbavan' de ye
09:07 'Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan meseleyeke jiyanî ye'
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2025'AN
22/12/2025
18:10 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP'ê: Pêdivî bi sererastkirineke qanûnî heye
18:05 Civîna koma nivîsandina raporê bi dawî bû: Dê dema komîsyonê bê dirêjkirin
16:48 Kurtulmuş bi koma nivîsandina ‘raporê’ re civiya
16:34 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP’ê dest pê kir
16:33 Xetereya li ser jiyana siyasetmedar Selîm Sadak didome
16:21 Tedawiya Huseyîn Aykol didome
16:13 Êrişên li dijî Leyla Zanayê li Mêrsînê hat protestokirin
15:28 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin bibîranîn
14:32 OHD’ê têkildarî êrişên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
14:20 Elewî çûn serdana Roboskê: Êşa me yek e
13:40 'Heke Burak Ercan bihata cezakirin dê 23 xwendekarên din nehatina îstîsmarkirin’
13:24 Ozel: Em dixwazin li Tirkiye û Sûriyeyê aştî serwer be
Sancar: Mitabeqeta siyasî û civakî pir girîng e
13:21 Ji bo Cejna Noelê bibe roja betlaneya fermî pêşniyarqanûn da Meclisê
12:48 Axêverên mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ diyar bûn
12:42 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel dest pê kir
12:02 'Rapor ji bendewariyên heyî dûr e, divê di pêvajoya qanûnan de lihevkirinek hebe'
11:20 Ji Amedsporê biryara Leyla Zanayê: Maça bi Igdirsporê re dê ji bo jinan bêpere be
10:38 Bi dîmenan bersiv dan wezareta ku îşkence red kir: Dev ji parastina faîlan berdin
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Daxwaz aştiyek bi rûmet e’ derket
09:36 Dosyaya ku DMME’yê ji ber ‘îşkenceyê’ Tirkiye mehkûm kiribû hate betalkirin
09:31 Piştî DAIŞ’ê Reqa: Yên ku wehşet dîtine bajêr bi rê ve dibin
09:14 'Ger hûn aştiyê bixwazin, divê hûn mafê hêviyê bi cî bînin'
09:13 Nobeta mexdûrên erdhejê ya li Enqereyê di tevahiya şevê de domiya
09:08 Li Rihayê di 21 mehan de tundî li hezar û 260 jinan û li 859 zarokan jî îstîsmara zayendî hat kirin
09:06 Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk mohra xwe li sala 2025’an da
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2025'AN
00:05 Şandeya Îmraliyê dê di 23'yê Kanûnê de bi Kurtulmuş û Tunç re bicive
21/12/2025
19:53 Şîna Servet Kartal ê HPG'î bi girseyî hat ziyaretkirin
19:29 Komeleya Lêkolînê ya Zanistên Civakî ya Kurdî kongreya xwe li darxist
19:00 Peyama Abdullah Ocalan ji bo kongreya ANKA-DER’ê: Bîranîna rastîn bilindkirina têkoşînê ye
17:50 Xwebûn di sala xwe ya 6'emîn de ye: Çapemeniya Kurdî ji her demê xurttir e
16:43 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:38 Li Girtîgeha Xarpêtê dijbariya pêvajoyê: Piştî her gavekî erênî bi îşkenceyê bersivê didin
16:23 Cenazeyê yaşar Demîr hate definkirin
16:05 Mexdûrên erdhejê li Enqereyê dest bi nobeta edaletê kir
15:50 'Avakirina zemîna hiqûqî ya pêvajoyê berpirsyartiya îktîdar û dewletê ye’
14:56 Şîna Zîlan Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:47 Di hevdîtinên budçeyê de roja dawî: Divê zimanê cihêkar bê terikandin
14:43 Li Cûdî ‘tovên hêviyê’ hatin çandin: Aştî bi xwezayê re dibe
14:42 Mewlîda ji bo Işik ê HPG’î bi girseyî hate ziyaretkirin
13:30 Girtiyê siyasî Omer ê rejîma Îranê nehişt tedawî bibe jiyana xwe ji dest da
13:19 Rejîma Îranê ceza da çalakvanê Kurd Ebdulazade
13:08 Şerê Kamboçya û Taylandê bû sedema koçberiyeke mezin
13:00 Şandeya Îmraliyê dê sibe bi CHP û EMEP’ê re hevdîtinê bike
11:03 Gelo sedema şerên Rojhilata Navîn neşxeyên rêyên nû ne?
10:06 Hejmara 147’an a kovara Jinê derket
10:00 Ji bo bîranîna 23’yê Kanûnê ya li Parîsê amadekarî didomin
09:17 Li ser sînor navçeyekî qedexe: Di nexşeyê de heye, lê jiyan lê nîn e!
09:13 Ji bo bîranîna Rojîn Kabaîşê pêşbirka çîrokan: Serlêdan di 30'ê Çileyê de bi dawî dibin
09:12 Di vê dikanê de pere derbas nabe: Armanc bibîrxistina civaka komunê ye
09:11 Demîr ê DEM Partiyî jiyana xwe ji dest da
09:03 Welatên Skandînavyayê: Nenavendîbûn, serxwebûna darayî
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2025'AN