Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan

img
AMED - Ciwanan, di nava salê de ji qeyûman bigire heta binçavkirin û girtinan, ji tiryak heta fihûşê, ji bişaftinê heta komployê, li dijî her tiştî bûn pêşengên berxwedanê û çalakiyên herî girseyî yên salên dawî li dar xistin.
 
Wekheviya di perwerdeyê de, talana ekolojîk, neheqiya di darazê de, qetlên jinan, sepanên qeyûman, tiryak û fihûş di nava salê de bûn rojevên sereke yên ciwanan. Çareseriya pirsgirêka Kurd de Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a hatibû destpêkirin û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di van rojevan de cih girtin. Ciwanên ku li dijî binçavkirin, girtin û ferzkirina sîxurtiyê serî netewandin, di nava salê de pêşengiya çalakiyên civakî kirin.
 
LI PIRSÛSÊ ÇALAKIYA GIRSEYÎ
 
Ciwanan, li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 3’yê Çileyê de li navçeya Pirsûsa Rihayê bi beşdariya hezaran kesan meş û daxuyanîyek li dar xistin. Zêdebûna qetlên jinan û êriş jî di meha yekem a salê de di rojeva ciwanan de bûn. Rêxistinên ciwanan di 7’ê Çileyê de li Kolana Sakaryayê hatin cem hev û heta Şaredariya Çankayayê meşiyan. Di meşê de peyama “Dê hesabê Rojîn, Zeren û Gulistanê bê pirsîn” dan.
 
PROTESTOYÊN QEYÛMAN
 
Li dijî tayînkirina qeyûm a li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, bi pêşengiya ciwanan li Wanê û li gelek bajaran bi rojan çalakî hatin kirin. Piştî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû jî, ciwanan pêşengiya çalakiyên ku dest pê kiribûn, kirin. Li Stenbol, Enqereyê û li gelek bajaran ciwan bi hefteyan li qadan bûn. Bi sedan ciwan hatin girtin û di êrişan de birîndar bûn. Tevî tundiya polîsan jî çalakiyên protesto demeke dirêj berdewam kirin.
 
NEWROZ
 
Agirê yekem ê Newroza 2025’an ji aliyê ciwanan ve hate pêxistin. Di 2’yê Adarê de li gundê Amarayê yê navçeya Xelfetiya Rihayê ku Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye, agirê Newrozê hate dadan. Heta Newroza Amedê ya 21’ê Adarê, li gelek bajarên Kurdistanê ciwan li dora agirê Newrozê civiyan.
 
MEŞA MEZIN A AMARAYÊ
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), bi munasebeta rojbûna 76’emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 1’ê Nîsanê de ji Amedê ber bi Amarayê ve meşek li dar xist. Meşa ku bi daxuyanîya li Meydana Şêx Seîd dest pê kir, li navçeyên Sêwereg û Curnê Reş ên Rihayê ku di têkoşîna azadiya Kurd de xwedî cihekî girîng in, her ku çû girseyî bû û gihîşt qada mihrîcanê ya li Xelfetiyê. Di mihrîcanê de peyama ku Abdullah Ocalan şandibû hate xwendin.
 
Abdullah Ocalan di peyama xwe de wiha got: “Meha Nîsanê ji bo min ronesans e, ji nû ve jidayikbûn e. Meşa ciwanan, meşa ber bi azadiyê ve ye. Meşa ber bi azadiyê ve watedar e. Ez biçim ku derê, ez xwe birêxistin dikim. Dema ez diçûm dibistanê, koma min a ku bi min re tevdigeriya hebû. Civakîbûn bi vî rengî pêk tê. Ez ji zarokatiya xwe ve vê yekê dikim. Sosyalîzm tê wateya civakê, civakparêziyê. Sosyalîstbûn jî civakîbûn e. Li Kurdistanê jî divê bi vê hişmendiyê ve siyaset bê kirin. Navê vê dibe siyaseta civakparêz û sosyalîst. Ev jî bi rêxistinbûnê dibe. Rêxistinbûn xebata herî girîng e. Heke hûn nekaribin bikin, ez ê rexneyên giran bikim. Ji ber vê divê hûn li her derê birêxistin bibin û her derê birêxistin bikin. Ez piştgiriyê didim xebatên we û silavên xwe dişînim.”
 
KAMPANYAYA 'JIYANA SOSYALÎST'
 
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê di 25’ê Nîsanê de bi dirûşma “Em di Jiyana Sosyalîst de bi israr in, bi Rêbertiya Azad re bi Rêxistin dibin” kampanyaya nû ragihand.
 
Herwiha di meha Nîsanê de çalakiyên li dijî tiryak û fihûşê dest pê kirin. Ciwanan li gelek bajarên Kurdistanê li dijî tiryak û fihûşê xebatên hestiyariyê bi rêve birin.
 
TÊKOŞÎNA ZIMAN
 
Di pîrozbahiyên Cejna Zimanê Kurdî de jî ciwanan pêşengî kir. Di çalakiyan de banga naskirina statuya zimanê Kurdî hate kirin.
 
KRÎZA ABORÎ Û EKOLOJIYÊ
 
Meclisa Ciwanan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), di konferansa ku di 15’ê Hezîranê de li dar xist de, li dijî krîza aborî û talana ekolojîk banga “têkoşîna hevpar” kir. Di konferansê de peyama “Em dibînin ku li dijî krîza aborî û ekolojîk têkoşîna hevpar çiqas girîng e” hate dayîn.
 
Rêxistinên xwendekaran, li dijî kurbûna krîza aboryê, îsal jî çalakiyên xwe domandin. Xwendekaran bal kişandin ser zehmetiyên di warê wargeh û debarê de û banga “pergaleke perwerdeya demokratîk” kirin.
 
33 RÊWIYÊN XEYALAN NEHATIN JIBÎRKIRIN
 
Ciwanan di 5’ê Tîrmehê de li Riha û Edeneyê “Atolyeyên Civaka Demokratîk a bi Ciwanên Pêşeng” li dar xistin. Dîsa ji bo 33 ciwanên ku di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê di encama êrişa DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Kolana Halîtaga ya Kadikoyê merasîma bibîranînê hate lidarxistin. Di meşa girseyî ya ciwanan de li dijî komkujiyan  bertek hatin nîşandayîn.
 
Ciwanên ku di 14’ê Tebaxê de li Wanê di şahiya bi dirûşma “Em aştiyê û civaka demokratîk ava dikin” de hatin cem hev, daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan qêriyan. Di heman rojê de bi beşdariya bi hezaran meşek hate lidarxistin. Der barê çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya fîzîkî ya Ocalan de peyam hatin dayîn.
 
KOMPLO HATE PROTESTOKIRIN
 
Salvegera 9’ê Cotmehê ku starta komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan hatibû dayîn, li gelek bajaran hate protestokirin. Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê meş û daxuyanî hatin dayin û aadiya Abdullah Ocalan hate xwestin.
 
ÇALAKIYÊN JI BO ROJÎN KABAÎŞÊ
 
Ciwan ji bo dîtina faîlên Rojîn Kabaîş a ku piştî li Wanê winda bûbû bi aweyekî guman jiyana xwe ji dest da, di nava salê de her dem li ser piyan bûn. Li zanîngeha ku Rojîn Kabaîş lê winda bûbû, bi rojan çalakî û bername hatin lidarxistin. Gelek ciwan di van çalakiyan de ji aliyê polîsan ve tundî li wan hat kirin.
 
MAFÊ PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ
 
44’emîn salvegera Saziya Perwerdeya Bilind (YOK) ku bi destê darbekarên 12’yê Îlonê ji bo kontrolkirina zanîngehan hatibû avakirin, di gelek zanîngehan de bi çalakiyan hate protestokirin. Di daxuyanîyan de banga “Mafê me yê perwerdeya wekhev, bêpere, zanistî û bi zimanê dayikê nayê naskirin. Zanîngeh ne li gorî daxwazên xwendekaran, li gorî daxwazên sermayeyê tên birêvebirin” hate kirin.
 
LI DIJÎ MESEM’AN BERTEK HATIN NÎŞANDAN
 
Yek ji mijarên ku rêxistinên ciwanan îsal bertek nîşan dan Navendên Perwerdeya Pîşeyî (MESEM) bûn. Banga girtina MESEM’an hate kirin ku tê de gelek zarokan di dema xebatê de jiyana xwe ji dest dane.
 
MA / Fethî Balaman

Sernavên din

10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarok di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
12:38 Civaknasê Alman Treiber: Rêgeza ‘entegrasyona demokratîk' li gor mercên rasteqîn e
12:27 AYM'ê der barê tomarkirina hevdîtina girtiyan de biryara binpêkirinê da
12:19 Tomarkera deng a balafira ku şandeya Lîbyayê tê de bû hate dîtin
12:18 Aldar Xelîl: HTŞ, wekî partiya Baasê ye
11:38 Civîna komîsyonê dest pê kir
11:27 Ji bo ava nayê dayîn fatûreyên zêde tên birîn!
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:02 'Mitînga Hêvî û Azadiyê dê bibe destpêka çareseriya demokratîk’
10:58 Mehmet Altan: Heya siyaset demokratîk nebe dê pirsgirêk çareser nebin
09:54 Testa hişbirê ya Serokê Fenerbahçeyê pozîtîf derket
09:50 Sûriye sala 2026'an bi nediyariyan pêşwazî dike
09:42 Ji bo pasaportê ji sedî 19 zem hate kirin
09:35 Ciwan dê ‘Di civaka sosyalîst de rola ciwanan’ nîqaş bikin