AMED - Ji bo Turkan Adiyaman, Cengîz Adiyaman, Mûrat Adiguzel û Bunyamîn Yildiz ên PKK’î ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li Amedê şîn hatin danîn. Şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin.
Ji bo Turkan Adiyaman (Jiyan) û Cengîz Adiyaman (Firat) ku xwişk-bira ne û Mûrat Adiguzel (Şêr) ên PKK’î ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li Mala Şînê ya Mazîdagê ya li navçeya Rezanê ya Amedê şîn hate danîn. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û gelek kes bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê çûn serdana şînê. Girse, heta cihê şînê bi dirûşma “Şehîd namirin” meşiya. Endamê MEBYA-DER’ê Şehmûs Karadag di şînê de axivî, sersaxî ji malbatan xwest û got dê xwedî li têkoşîna wan derkevin.
Ji bo Bunyamîn Yildiz (Yilmaz Piling) ê HPG’î ku di 27’ê Kanûna 2021’ê de li Qada Garê ya Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû jî li Mizgefta Haci Abdurrahman Enç a li navçeya Rezanê şîn hate danîn. Şîn, bi girseyî hate ziyaretkirin. Endama MEBYA-DER’ê Guler Sevîrtek di şînê de axivî û got: “Em xwedî li têkoşîna birûmet a şehîdên xwe derkevin. Em têkoşîna wan mezin bikin.”
