Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e

  • rojane
  • 09:09 29 Kanûn 2025
  • |
img

AMED - Nivîskar Mehmet Karakuş diyar kir ku "entegrasyona" ku bi pêşniyara Abdullah Ocalan ketiye rojeva siyaset û civakê, dikare bibe xwedî naverokeke negatîf an jî pozîtîf û got: "Entegrasyona pozîtîf ji bo pergala rêveberiya xweser, federasyon û konfederal guncav e."

Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Aştî û Civaka Demokratîk, çareseriya pirsgirêka Kurd bi modela "entegrasyona demokratîk" kete rojeva raya giştî. Di nîqaşên li ser bingeha "entegrasyonê" de ev nêrîn derket pêş; di "entegrasyona demokratîk" de parastin û pêşxistina pêkhateyên cuda dibin bingeha siyasî û hiqûqî lê "entegrasyona negatîf" rasterast "bişaftinê" wekî armanc datîne pêşiya xwe. Têgeha "entegrasyona demokratîk" di çarçoveya pêvajoyê de kete rojeva Komîsyona Meclisê jî. Tevî ku hîn zelal nebûne ka Komîsyon dê vê pêşniyara qanûnî çawa binirxîne, Abdullah Ocalan di vê mijarê de sê sernavên bingehîn rêz kir; "Qanûna Hemwelatiya Azad", "Qanûnên Azadiyê" û "Qanûnên Aştî û Civaka Demokratîk".
 
Nivîskar Mehmet Karakuş wateya entegrasyonê, şêwazên wê, çarçoveya qanûnan û sepana rêgezên Abdullah Ocalan nirxand. Karakuş rave kir ku ev têgeha di koka xwe de Latînî ye, dikare hem bi wateyeke pozîtîf hem jî negatîf bê bikaranîn. Li gorî Karakuş, entegrasyona negatîf ji bo gelan tê wateya înkarkirina nirxên çandî, folklorî, paşxaneya dîrokî û rengan û helîna di nav pergala serdest de. Karakuş bal kişand ku ji sala 1924’an û vir ve ev têgeh bi wateyeke negatîf hatiye bikaranîn û ev yek bûye sedem ku pirsgirêk hîn kûrtir bibe wiha axivî: "Ya ku em dixwazin entegrasyona pozîtîf e. Entegrasyona pozîtîf ji bo pergalên xweserî, federasyon û konfederal guncav e. Di entegrasyona demokratîk de gel bi nasname, ziman, kevneşopî û bi taybetmendiyên xwe yên folklorî ve, wekî hêzeke birêxistinkirî di nav komara demokratîk de bibe yek û bijî. Bingeha vê jî neteweya demokratîk e. Neteweya demokratîk, jiyana hevbeş û demokratîk a hemû nasname, çand û baweriyên vê erdnîgariyê ye. Avakirina pergaleke pirçandî, pirzimanî û pirbawerî ye. Demokratîkbûna wê nîşan dide ku ev pergal hewceyî birêxistinkirina dewlet û desthilatê nîne û li derveyî wê, rêxistinbûna civakê pêş dixe. Jixwe entegrasyona demokratîk, nêzîkatiyeke li gora neteweya demokratîk e."
 
ENTEGRASYONA HIQÛQÎ
 
Karakuş destnîşan kir ku gava yekem a entegrasyona demokratîk "entegrasyona hiqûqî" ye û ev yek jî bi guncavkirina qanûnan li gorî destûra bingehîn a demokratîk pêkan e. Karakuş anî ziman ku her çend bendewariya destûra bingehîn a demokratîk ji dewletê zehmet be jî, wekî destpêk dikare di xala 42’an de (ya ku ji bilî Tirkî tu zimanî wekî zimanê perwerdehiyê qebûl nake) û xala 66’an de (ya ku hemwelatiyê pênase dike) guhertin werin kirin. Herwiha Karakuş diyar kir ku ev yek dê bi pênaseya Abdullah Ocalan a hemwelatiyê azad re jî lihevhatî be û ev yek dê rê li ber rastiyekê veke ku hemû pêkhate, nasname û baweriyan dihewîne.
 
'DIVÊ AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO BÊ MISOGERKIRIN'
 
Karakuş diyar kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê "qanûnên azadiyê" werin derxistin û wiha pê de çû: "Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin. Ev yek dê bibe sedema baweriya gel û pêşveçûna pêvajoyê. Di heman demê de divê hevalên di girtîgehan de werin berdan. Divê ev yek ne bi efûyê be, qanûneke taybet dikare were derxistin. Di encamê de divê di nav vê hiqûqê de hiqûqa Kurd jî hebe. Herwiha, Tirkiyeyê îmze avêtiye binê Peymana Xweseriya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê, lê hinek astengî danîne. Bi rakirina van asteniyan pêvajo dikare bi pêş bikeve. Dîsa, di destura bingehîn de hin mafên demokratîk hene ku bi hevokên 'lê belê' hatine valaderxistin. Verastkirina van dê bibin gavekî girîng ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê. Lewra bêyî demokrasiyê pirsgirêka Kurd, bêyî çareseriya pirsgirêka Kurd jî demokrasî pêk nayê."
 
SIYASETA DEMOKRATÎK
 
Karakuş bal kişand ku bi gava hiqûqî re dê rêya siyaseta demokratîk jî vebibe û got ku divê siyaset ji bin siya bêqanûniyê derkeve û bibe xwedî statuyeke qanûnî. Karakuş destnîşan kir ku li şûna navendîbûnê, divê rêveberiya xwecihî bibe esas û wiha dirêjî da axaftilna xwe: "Ne tenê li Kurdistanê, li seranserê Tirkiyeyê divê perspektîfa xweserî û rêveberiya xwecihî serdest bibe. Çareseriya her tiştî ji navendê zehmet e. Navend dikare di dîplomasî, parastina giştî û aboriya makro de rol bigire, lê mijarên wekî aboriya xwecihî, tenduristî, perwerde, ekolojî, jin, parastina cewherî û asayîş divê xwecihî bin û bi tevlibûna rasterast a gel werin çareserkirin. Di entegrasyona siyasî de, divê rêveberiya xweser bibe esas."
 
SÊ RÊGEZÊN QANÛNÊN ENTEGRASYONÊ
 
Karakuş bal kişand ser her sê rêgezên ku Abdullah Ocalan di çarçoveya qanûnên entegrasyonê de pêşkêş kirine û wiha got: "Ya yekem Qanûnên Azadiyê ye. Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin, hevalên di girtîgehê de bi qanûneke taybet –ne bi efûyê– werin berdan û rêya tevlibûna wan a siyaseta demokratîk were vekirin. Ya din Hemwelatiya Azad e. Têgeha hemwelatiya azad têgeheke destura bingehîn e. Ji ber wê jî, heke di destûra bingehîn de pênaseya hemwelatiyê biguhere, jixwe hemwelatiya azad jî li gorî vê guhertina destûra bingehîn bi fonksiyon dibe. Ya din jî Qanûnên Aştî û Civaka Demokratîk e. Aşitiya ku em dixwazin ne aştiyeke negatîf e. Em ne alîgirê entegrasyoneke negatîf in û em ne alîgirê aştiyeke negatîf jî ne. Lewra aştiya negatîf tenê danîna çekan û rawestandina şer e, çaresernekirina pirsgirêkê ye, berdewamkirina pirsgirêkê ya li ser bingeha polîtîkayên red û înkarê ye. Em aştiyeke wisa naxwazin, em aştiyeke pozîtîf dixwazin. Em aştiyeke ku rêya çareseriya pirsgirêka Kurd vebike û entegrasyona hiqûqî, siyasî û civakî dabîn bike dixwazin. Ji bo civaka demokratîk jî divê hemû beş bi awayekî demokratîk xwe birêxistin bikin. Divê her Kurdek xwe birêxistin bike û xwe bi sazî û dezgehan îfade bike."
 
Karakuş diyar kir ku bicihanîna biryara binpêkirina "mafê hêviyê" ya ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) der barê Abdullah Ocalan de daye jî dikare di çarçoveya "Qanûnên Azadiyê" de pêk were. Karakuş bi bîr xist ku AKP û MHP'ê di raporên ku pêşkêşî Komîsyona Meclisê kirine de behsa vê mijarê nekirine û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Bi van nêzîkatiyan ev pirsgirêk nayên çareserkirin. Berî her tiştî demokrasî û pirsgirêka Kurd ji hev nayên veqetandin. Perspektîfeke ku yekkirina demokrasî û pirsgirêka Kurd bi hev re hewce ye. Di nav vê de jî divê berî her tiştî 'mafê hêviyê' were cîbicîkirin û mafên azadiyê yên ku xwe di valakirina girtîgehan de îfade dikin bên misogerkirin."
 
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel   

Sernavên din

11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre