MÛŞ - Parêzerê kesên bi dijberiya rejîmê dihatin sûcdarkirin û parêzvanê mafên mirovan Xusro Elî Kurdî bi aweyekî biguman jiyana xwe ji dest dabû. Veşartina qeydên kamerayan û rapora tiba edlî ya der barê mirina wî de ku wekî "qeyrana dil" hatibû ragihandin, gumanên cînayetê zêdetir dike.
Parêzvanê mafên mirovan ê Rojhilatî Xusro Elî Kurdî (46) ku parêzeriya girtiyên siyasî û dijberên rejîma Îranê dikir, di 5’ê Kanûnê de li ofîsa xwe ya li bajarê Meşhedê yê girêdayî Eyaleta Xorasana Rezewî ve, bi awayekî biguman mirî hat dîtin. Kurdî ku hat tespîtkirin ji devê wî xwîn herikiye, mirina wî wekî "qeyrana dil" hat daxuyandin. Lê dozên ku wî parêzeriya wan dikir, veşartina dîmenên kamerayan û rapora tiba edlî û hebûna xwînê li ser bedena wî, gumanên ku Kurdî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibe qetilkirin xurt dikin. Malbat, hezkirî û parêzvanên mafên mirovan ên Elî Kurdî diyar dikin ku ev mirin dibe ku cînayet be.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ku derbarê mirina Elî Kurdî de raporek amade kir, aşkera kir ku di bedena Kurdî de xwînrêjiya neasayî û gelek nîşaneyên ku zirarên fîzîkî nîşan didin hatine dîtin. Di rapora ku di 7’ê Kanûnê de hat weşandin de cih dan îfadeyên xizm û hempîşeyên Kurdî jî. Di raporê de hat destnîşan kirin ku di vê mirinê de nîşaneyên pir cidî hene û ji ber nasnameya wî ya siyasî û parastina mafên girtiyên siyasî, Kurdî dikare bibe hedef.
PARÊZERIYA AKTIVÎSTÊN 'JIN, JIYAN, AZADÎ' KIR
Kurdî ku bi eslê xwe ji Sebzewarê bû, piştî qetilkirina Jîna Emînî di sala 2022'yan de, di çalakiyên "Jin, jiyan, azadî" de bû parêzerê dilsoz ê gelek kesên ku hatibûn binçavkirin û girtin. Elî Kurdî parêzeriya Fatemeh Sepehrî ya çalakvana mafên jinan û malbata Abolfazl Adînehzadeh ê 17 salî yê ku di 8’ê Cotmeha 2022’yan de hatibû revandin û piştî 12 rojan cenazeyê wî radestî malbatê hatibû kirin, dikir. Kurdî ji ber van dozan bû hedef û bi tacîza darazî re rû bi rû ma. Dadgeha Şoreşê ya Meşhedê bi sûcê "li dijî pergala Komara Îslamî û ji bo berjewendiya komên dijberî rejîmê propaganda kiriye" der barê wî de doz vekir. Dadgehê têkiliyên Kurdî yên bi medyaya herêmî û navneteweyî re, çalakiyên wî yên li ser platformên dijîtal û nivîsên wî wekî mînakên "propagandaya li dijî pergalê" hesiband.
CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ, SIRGÛN Û QEDEXEYA PARÊZERIYÊ
Dadgehê di sala 2023'yan de salek cezayê girtîgehê, 2 sal sirgûn, 2 sal qedexeya parêzeriyê, 2 sal qedexeya derketina derveyî welat û 2 sal jî qedexeya çalakiyên dijîtal da Kurdî. Ev biryar di Tebaxa 2024'an de ji aliyê dadgeha îstînafê ve hat erêkirin. Kurdî tevî tacîza darazê, ceza û qedexeyan parastina mafên mirovan domand û êvara 5’ê Kanûnê ji bo biçe ofîsa xwe ji malê derket. Kurdî ji malbata xwe re gotibû; "2 kes hene, dixwazin ez bibim parêzerê wan. Ez ê herim bi wan re biaxivim." Piştî ku heta roja din agahî jê nehat wergirtin, hevjîn û malbata wî çûn ofîsa wî. Endamên malbatê li ofîsê rastî cenazeyê Kurdî hatin ku nava devê wî tije xwîn bû û li ser bedena wî hinek sorbûn hebûn. Hêzên ewlehiyê yên hatin cihê bûyerê, kamera, kompîtur, telefon û amûrên elektronîk ên li ofîsê desteser kirin. Lê tevî daxwazên malbata Kurdî jî, rapora tiba edlî û qeydên kamerayan wekî delîl nayên parvekirin.
YÊN BEŞDARÎ MERASÎMA BIBÎRANÎNÊ BÛN HATIN BINÇAVKIRIN
Piştî mirina wî jî, rejîmê Kurdî wekî "gef" dît. Di dema merasîma bibîranînê ya li Meşhedê de, xelatgira Xelata Aşitiyê ya Nobelê Nergîs Mihemedî, aktivîst Sepîdeh Qolîân û Buran Nazîmî hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku ligel van her sê akitvîstan, Esedullah Fehîmî, Hastî Amîrî, Aliyah Metabelzade û xwişka Abolfazl Adînehzadeh, Marziyeh Adînehzadeh û bavê wî Elî Adînehzadeh jî hatine binçavkirin.
ENDAMÊN MALBATÊ: EM EDALETÊ DIXWAZIN
Endamên malbatê yên me bi wan re peywendî danî, destnîşan kirin ku mirina Kurdî biguman e û xwestin ku edalet tavilê pêk were û ev mirin were ronîkirin. Herwiha malbatê daxwaz kir ku ji bo ronîkirina mirina Kurdî komîsyoneke lêkolînê ya serbixwe were avakirin û rapor û qeydên kamerayan bi wan re werin parvekirin.
NAMEYEK JI BO NY’YÊ NIVÎSANDÎ
Hat hînkirin ku Kurdî yê ku ji bo ewlehiya jiyana xwe bi fikar bû, ji hevkarê xwe Marzîeh Mohebî xwestiye ku nameyekê ji mîsyona lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) re bişîne û wekî "parêzerê di bin xetereyê de" daxwaza parastinê kiriye.
Kurdî nameya xwe bi silavan dest pê kiriye û wiha gotiye: "Ez Elî Kurdî, wekî parêzerekî li Îranê dijîm, rewşa xwe ji bo nirxandina we û piştgiriya we pêşkêş dikim." Kurdî di nameyê de cih daye van agahiyan:
"Çalakî û Tacîza Dewletê
Piştî hilbijartinên serokkomariyê yên 2009'an û avabûna Tevgera Kesk, min parêzeriya gelek çalakvanan kir. Ji wê salê ve Wezareta Îstîxbaratê ya Komara Îslamî der barê min de dosya amade kirin. Di sala 2010’an de tevî ku ez di bernameya masterê ya hiqûqa giştî ya Zanîngeha Allameh Tabatabaî de hatim qebûlkirin jî, bi nameyekî Wezareta Îstîxbaratê rê li ber perwerdehiya min hat girtin. Min gilî kir û dadgehê biryara mafê qeydkirinê da, lê rektorê wê demê Sadreddîn Şerîatî biryar bi cih neanî.
Di dema protestoyên 'Jin, jiyan, azadî' yên sala 2022'yan de, min parêzeriya malbatên Abolfazl Adînehzadeh û Erfan Rezaeî Navaeî û gelek girtiyên din bi dildarî kir. Herwiha min parêzeriya Fatemeh Sepehrî, Mohammad Hosseîn Sepehrî û Kamal Jafarî Yazdî yên ku daxwaza îstîfaya Xameneyî dikirin, girt ser xwe.
Dozên Darazê û Ceza: Wezareta Îstîxbaratê heta niha 5 doz li dijî min vekirine:
Doza Yekemîn (2023)
Bi sûcê 'propagandaya ji bo komên dijberî Komara Îslamî', ez bi salek cezayê girtîgehê, du sal sirgûna bajarê Nehbandanê, du sal qedexeya parêzeriyê û du sal qedexeya medyaya dijîtal hatim cezakirin. Ez salekê di Girtîgeha Meşhedê de hatin ragirtin.
Doza Duyemîn (2023)
Bi sûcê 'aşkerakirina razan' (weşandina navên muwekîlên siyasî li ser medyaya dijîtal), ez bi 150 mîlyon riyal cezayê pere hatim cezakirin.
Doza Sêyemîn (2024)
Bi sûcê 'propagandaya ji bo komên dijberî pergalê', salek cezayê girtîgehê li min hat birîn.
Doza Çaremîn (2025)
Bi heman sûc, salek cezayê girtîgehê, du sal qedexeya parêzeriyê û du sal qedexeya gerê li min hat birîn. Ji bo vê dozê 100 mîlyar riyal kefalet ji min hat girtin. Pêvajoya îstînafê berdewam dike.
Doza Pêncemîn (2025)
Ji aliyê Serdozgeriya Meşhedê ve bi sûcên ewlehiyê min îfade da . Dosya di qonaxa lêpirsînê de ye.
Astengiya Perwerdehiyê
Di sala 2019'an de ji bo doktorayê li Zanîngeha Tehranê hatim qebûlkirin. Piştî ku ez ji girtîgehê derketim, zanîngehê rê neda ku ez perwerdehiya xwe bidomînim.
Ji ber zextên berdewam ên Wezareta Îstîxbaratê, hewildanên çêkirina dosyayan û gefan, astengiya ji pîşe û perwerdehiyê û metirsiyên cidî yên li ser jiyan û azadiya min, wekî parêzerekî ku li Îranê di bin xetereyê de ye, ez daxwaza piştgiriya pêwîst ji we dikim."
MA / Ceylan Şahînlî
