NAVENDA NÛÇEYAN - Saziyên Zimanê Kurdî li gelek bajaran ji bo tevlibûna mitînga “Hêvî û Azadiyê” ku dê di 4’ê Çileyê de li Amedê were lidarxistin, bang kir.
Saziyên Zimanê Kurdî, li gelek bajaran têkildarî mitînga “Hêvî û azadiyê” ku dê di 4’ê Çileyê de li Amedê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were lidarxistin, daxuyanî dan. Dihat payîn ku hemû saziyên ziman li Amedê kom bibin û li vir daxuyaniyekê hevpar bidin lêbelê ji ber şert û mercên nebaş ên hewayî, her saziyê li bajarê xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyan de metna hevpar hate xwendin.
Saziya Zimanê Kurdî ya Amedê jî li Ensîtûya Kurdî daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo rêzdar Ocalan azadî ji bo zimanê Kurdî statu" hate hilgirtin.
Metna daxuyaniyê ya bi Kurmancî Hevseroka MED-DER’ê Şukran Yakut û ya bi Kirmanckî jî Hevserokê Enstîtûya Kurdî Mûrat Bîlgîç xwend.
‘RÊYA AŞTIYEKE BIRÛMET, AZADIYA ABDULLAH OCALAN E’
Daxuyanî wiha ye:
“Ev demeke di pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Gelê Kurd de, bi hewldanên hemû derdorên azadîxwaz, demokratîk û aştîparêz pêvajoyeke avakirina civateke demokratîk û aştiyeke birûmet di rojevê de ye.
Bêguman, ji bo ku civateke demokratîk bê avakirin û aştiyeke birûmet a mayînde bê sazkirin, berî her tiştî divê pergaleke demokratîk bê sazkirin. Rêya vê yekê jî, berê her tiştî di azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û hemû dîlgirtiyên polîtîk û ji qebûlkirina hemû mafên me Kurdan ên herî xwezayî, civakî û neteweyî re derbas dibe; ku ji bo vê jî divê hemû pêwîstiyên hiqûqî û siyasî bên bicihanîn. Bi taybetî jî divê statuya zimanê Kurdî û perwerdehiya bi Kurdî bê qebûlkirin û pêkanîn.
Helbet ji bo ku ev yek jî pêk bên divê em hemû Kurdên azadîxwaz û derdorên aştîparêz têkoşîna xwe li her qadê bilindtir û berfirehtir bikin.
AZADIYA ABDULLAH OCALAN AZADIYA ZIMANÊ KURDÎ YE
Baş tê zanîn ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û bidestxistina mafên herî xwezayî, neteweyî û civakî yên Kurdan rasterast têkildarî hev in. Azadiya Rêber Ocalan di heman demê de azadiya zimanê Kurdî û nirxên Kurdan e. Ji ber vê yekê divê azadiya Rêber Ocalan a fizîkî pêk bê.
EM BI COŞEKE MEZIN BEŞDARÎ MITÎNGÊ BIBIN
Bi vê armancê 4’ê Çileyê, li Amedê, ‘Mitînga Hêvî û Azadiyê’ tê lidarxistin. Em bang û gazî li hemû partî, sazî û derdorên Kurd, demokratîk û aştîxwaz, bi taybetî jî bang û gazî li hemû derdorên kurdîparêz û gelê xwe dikin ku bi coşeke mezin beşdarî mitîngê bibin, ji bo civateke azad û aştiyeke birûmet dengê xwe bilind bikin.
Bijî zimanê Kurdî, bijî aştî, bijî azadî.”
ŞIRNEX
Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek û Komeleya Ziman û Çandê jî li navçeya Cizîrê ya Şirnexê daxuyanî dan. Daxuyanî, li ber Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belekê hat dayin û gelek kes tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Ji bo rêzdar Ocalan azadî ji bo zimanê Kurdî statu" hate hilgirtin. Daxuyaniya hevpar ji hêla rêveberê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belekê Roger Nuh Ant ve hate xwendin.
WAN
Li Wanê jî KURDÎGEH’ê li avahiya komeleyê daxuyanî da. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo rêzdar Ocalan Azadî ji bo zimanê Kurdî statu" hate hilgirtin. Metna hevpar, ji hêla Hevseroka KURDÎGEH’ê Arîfe Arslanê ve hate xwendin.
