Dê ji bo azadiya Abdullah Ocalan biqîrin

  • jin
  • 09:21 18 Adar 2023
  • |
img
STENBOL - Siyasetmedaran diyar kir ku ew ê hêrsa ku di Roja Jinan de xwe da der, veguhêzînin qada Newrozê û gotin ku dê peyameke Newrozê jî azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan be. 
 
Li Stenbolê Newrozaê îsal dê bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” di 19'ê Adarê de li Qada Yenîkapiyê bê pîrozkirin. Jinên ku di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Stenbolê bi dirûşmeyên "Hikûmet îstifa" û "Jin, jiyan, azadî"yê serî hildan, hewl didin ku vê serîhildana xwe veguhêzînên qada Newrozê jî. 
 
JIN DÊ LI REFN PÊŞ BIN
 
Ji Koordînasyona HDP'ê ya Stenbolê Turkan Kocadag diyar kir ku jin pêşengiya Newroza Stenbolê dikin û got: "Em jin em ê mil bi mil hemû daxwazên xwe û hêrsên xwe biqîrin. Ji bo me azadî êdî bivê nevê ye. Em ê bi vîna xwe azadiya xwe bi dest bixin. Em jin, dixwazin li vî welatî bi awayekî wekhev û azad bijîn." 
 
Kocadag destnîşan kir ku jin dê li qada Newrozê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan biqrin û got: "Di vê Newrozê de dê daxwazeke me ya herî mezin jî rakirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan be. Ji lew re li vî welatî alozî ancax bi azadiya fîzîkî ya Ocalan bi dawî bibe. Di serî de jin, em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku ji bo azadiya Ocalan deng derxînin." 
 
Endama Meclisa Jinan a HDP'a Stenbolê Adalet Uklu jî bilêv kir ku Newroza îsal bi her awayî pir girîng e û bal kişand ser îhmalkariya dewletê ya li qadên erdhejê. Uklu anî ziman ku ew dixwazin jiyaneke nû ava bikin û got: "Em hemû gelê xwe vedixwînin qada Newrozê ku agirê serîhildanê vêxin." 
 
Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Stenbolê Beser Çelîk jî got: "Em ê wê hêza jinê ku di 8'ê Adarê de li hemberî rejîma yekzilamî rabû, veguhêzîninq adên Newrozê jî. Em bi ruhê berxwedanê hemû gelê xwe vedixwînin qadên Newrozê." 
 
‘NEWROZ DÊ BIBE MERHALEYEKE GIRÎNG'
 
Berdevka Partiya Azadiya Civakî (TOP) a Stenbolê Nîlay Kûş jî got: "Em hemû gelên Tirkiyeyê vedixwînin qadan. Di vê pêvajoya hilbijartinê de ku dê siberoja gelan diyar bike, Newroz merheleyeke gelekî girîng e." 
 
Cîgira Serokatiya Giştî ya Partiya Şoreşgeran Bûrcûgul Çûbûk jî bang li jin û ciwanan kir û got: "Newroz, li Tirkiye û Kurdistanê her tim bi têkoşînê tên pîrozkirin. Em ê di vê Newrozê de li dijî siyaseta ranxur a di ser miriyan re tê kirin serîhildana xwe biqîrin. Hem dê ji bo azadiya gelê kurd hem ji bo azadiya jinan û rizgariya çîna karkeran dê bibe saleke têkoşînê." Çûbûkê destnîşan kir ku taybetmendiya herî girîng a Newroza îsal, dê peyama "em ê li dijî alternatîfên ku hûn li me ferz dikin,jiyana xwe ava bikin" be.