Kujerê Sakîne Kultur: Min ji emniyetê û cendirmeyan bipirsin
- jin
- 15:01 03/2/2023
Danişîna ewil a doza ku Îbrahîm Barkin ê ji ber Sakîne Kultur bi îşkenceyê qetîl kir tê darizandin hat lidarxistin. Bersûc bi gotinên ku dide nîşandan çiqas nêzî dewletê ye xwe parast û got: "Ez xizmeta dewleta xwe dikim. Min ji emniyetê û cendirmeyan bipirsin."