Ji bo jinên girtî pifdankên xemrî firandin
- jin
- 15:28 28/2/2022
Endamên Meclîsa Jinan ên Stenbolê yên HDP’ê, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji bo girtiyên jin li pêş Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê pifdankên xemrî firandin.
Endamên Meclîsa Jinan ên Stenbolê yên HDP’ê, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji bo girtiyên jin li pêş Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê pifdankên xemrî firandin.
Jinên ku îsal daxwazên xwe yên 8’ê Adarê rêz kirin, bang kirin ku ji bo azadiya Ocalan û berdana girtiyên nexweş hemû jin dakevin qadan.
Li Herêma Federal a Kurdistanê ku tundî, qetilkirin û tecawizkirina jinan herî zêde lê diqewime, jin amadekariyên 8'ê Adarê dikin. Endama RJAK'ê Jîno Reşîd, diyar kir ku li herêmê pêdiviya jinan bi piştgirî û yêkitiye heye û got: "Em ê bi ruhê Clara Zetkîn, Hevrîn Xelef, Sakîne, Arîn û Viyanan li qadan bin.”
Li Îranê ku piştî Şoreşa Îslamê qanûn û rêgezên heyî li gorî berjewendiyên zilaman hatin danîn, ji sala 1980’an heta niha hemû çalakiyên 8’ê Adarê tên qedexekirin. Jina femînîst Bahar Hasanî dibêje, jinên ku êdî tehemûl nakin “rûmet” û “namûsa” hinek kesên din bên hesibandin, tevî hemû qedexeyan jî dê îsal li qadan bin.
Meclisa Jinan a HDP’a Îzmîrê dê starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê di 28’ê sibatê de bide.
Aygul Dokû bi lêv kir ku xwişka wê Gulistan Dokû di her 8’ê Adarê de dowiza “Tu qîr bike ku tundî raweste” vedikir û diyar kir ku wê ji niha û pê ve ew pankart di destê wê de be.
Jinên ku ji ber qeyûmên tayinî Şaredariya Bismilê hatin kirin du caran karê wan hatin xespkirin, 2 sal in bi hevkarî dixebitin û bi vî awayî hem li ser pêyan disekinin hem jî pê debara xwe dikin.
Platforma Dîcle Amedê bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi raya giştî re parve kir. Platformê di daxuyaniya xwe de banga tevlibûna çalakiyan kir.
TJA starta çalakiyên 8’ê Adarê ji bo bîranîna Garîbe Gezer li Kerboranê da. Jinan destnîşan kir ku ew ê têkoşîna Garîbe Gezer û Denîz Poyraz her mezintir bikin û xwestin tecrîda li ser Ocalan demildest were rakirin.
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Şirnexê bertek nîşanî hevdîtina Neçîrvan Barzanî ya bi Erdogan re dan û wiha gotin: "Kî li ser gelê xwe zilmê bike û heq û hiqûqê binpê bike, ji ewil serê wî diçe. Ew gora xwe bi destê xwe dikole. Dê ewil ew bikeve wê gorê."
Parêzer Serap Anyay Ulgul, anî ziman ku li saziyên fermî bi pirsên tawanbar ên ku ji jinên tahde li wan tên kirin tên pirsîn, parastin tê astengkirin û jin jî ji bo ev pirs ji wan neyên kirin serî li saziyan nadin.
Du xwîşkên ku 31 sal in di Meclisa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê de bi hev re têdikoşin wiha dibêjin: "Em erka xwe ya mirovahiyê pêk tînin. Heta ku dilopek xwînê laşê me de bimîne em ê bi hev re têbikoşin."
Danişîna doza kujerê Fatma Altinmakas, Kazim Altinmakas carek din hat taloqkirin.
Li leşker Medet Can Ateş ku li navçeya Xozatê Sakîne Ogûz kuştibû cezayê muebbetê hat birîn.