JINNEWS: Di meha cotmehê de 23 jin hatine qetilkirin
- jin
- 11:28 05/11/2021
Li gorî çeteya tundiya li ser jinan a JINNEWS'ê, di meha cotmehê de 23 jin hatine kuştin û 14 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî çeteya tundiya li ser jinan a JINNEWS'ê, di meha cotmehê de 23 jin hatine kuştin û 14 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane.
Li navçeya Luleburgazê zilamê bi navê Selçûk G, jina bi navê Îlknûr Gokay Tuncel kuşt.
Li Mêrdînê fermandarê qereqolê Fahrî Ç. ku ji ber sûcê tacizê tê darizandin, peyamên wî yên naveroka wan zayendî wekî "peyamşandinekê" hatin nirxandin û derbarê wî de biryara beraetê hat dayîn.
Emîne Balûr ku piştî têkoşîneke 178 roja cenazeyê keça xwe ya 450 xiram mayî wergirt, got: "Mûyek porê keça min jî bûna, heya min ew negirtana ez nedisekinîm."
Li Şirnexê jînên ku xebat û çalakiyên wan tên astengkirin diyar kirin ku dê têkoşîna xwe ya li qadan mezintir bikin û gotin : "Wê hêza wan têrê neke ku me hepsî malê bikin."
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê, bi dayikên Şirnexê re hatin gelhev û pêvajoya siyasî nirxandin.
Hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê, li ber Klînîka Dr. Rakan a li bajarê Girê Spî 3 jin revandin
Rêxistinên jinan, anîn ziman ku dê tezkereya şer herî zêde bandorê li jin û zarokan bike û ji bo têkoşîneke yekbûyî bang kirin.
Derbarê dayika Pinar Gultekîn a ku Cemal Metîn Avci ew qetil kiribû Şefîka Gultekîn de ji ber ku gilîyê wê hatiye kirin lêpirsîn hat destpêkirin.
Helîme Osman ku li Kobanê di eniyên şer de li dijî DAIŞ'ê şer kir û îro jî li dijî tundiya li ser jinê têdikoşe, diyar kir ku Tirkiye û DAIŞ ji "nasnameya berxwedêr a jinê" ku bi pêşengiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye avakirin ditirsin.
Meclîsa Jinê ya HDP'ê, berî pêşniyaznameya ew ê pêşniyazî Komîsyona Budçeyê ya Meclîsê bike bi jinên bi rêya KHK'ê ji kar hatine avêtin re hat gelhev
Sekretera Jin a KESK'ê Done Gevher Koyûn, anî ziman ku divê budçe pêşî li ser asasê wekheviya zayendî ya civakî be û jinên kedkar ên cemaweriyê doza budçeyeke bi beşdarbûna jinan bê amadekirin û li ser asasê aştiyê dikin.
Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran, di panela "Li Dersimê jin ekolojiyê diaxivin" de diyar kir ku armanca şewatên daristanê bêmirovkirina herêmê ye.
TJA'yê têkildarî girtî Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Kandirayê îşkence dît û destdirêjî wê hat kirin daxuyanî da û ev tişt got: "Di şexsê Gezer de, me polîtîkaya çavtirsandin û tepisandinê ya li jinên kurd qebûl nekir û ji niha şûn ve jî em ê qebûl nekin."
Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê, Hanim Yildirim û Jiyan Ateş, bi hinceta ku derneketine lîjneyê û Rojdan Erez jî ji ber dosya bi dosya girtiyeke edlî ku ji cinayetê ceza xwariye re hat tevlîhevkirin berdana wan hat astengkirin.