RJAK: Ji ber tundiyê di mehekê de hezar û 42 jinan serî li me da
- jin
- 09:12 21/9/2021
Li seranserê Iraqê û li Herêma Kurdistana Federe xwekuştin, qetilkirin û tundiya li dijî jinan her ku diçe zêde dibe. Endama RJAK'ê Jîno Reşîd, têkîldarî polîtîkayên ku li ser jinan tên meşandin û zêdebûna xwekuştin, tundî û qetilkirina jinan a li herêmê got: "Ji ber tundiyê tenê di mehekê de hezar û 42 serlêdanên ji bo gilîkirinê ji me re hatin. Jinên tên kuştin jî li goristanên bêkesan tên veşartin."