• img

    Endamên îstîxbaratê gef li aktîvîsta TJA’yê xwarin

    • jin
    • 14:44 28/5/2021

    Aktîvîsta TJA’yê Eylem Sarûcû, anî ziman ku kesên xwe weke endamên îstîxbaratê dane naskirin, gef lê xwarine û sîxûrtî lê ferz kirine.

  • img

    Xweparastin bi qasî nan û avê hewce ye

    • jin
    • 09:07 28/5/2021

    Dê li Îzmîrê bi pêşengiya hin xwendekarên zanîngehê ên jin, atolyeya xweparastinê bê lidarxistin. Îzel Graca, destnîşan kir ku xweparastin bi qasî nan û avê girîng e.

  • img

    Li Bazara Semtê ya Jiyanê, jinan qezenc kir

    • jin
    • 12:34 27/5/2021

    Li ser têkoşîna jinan, biryara 400 zilamên li Bazara Semtê ya Jiyanê bên bi cih bibin, hat betalkirin.

  • img

    Rexmî 8 giliyan kirarî nehatin kirin: Qê divê ez bimirim?

    • jin
    • 12:56 26/5/2021

    Hevjînê wê yê berê Denîz Açikgoz gefa kuştinê li Naciye Kûrban xwar. Rexmî ku Kûrban 8 caran giliya Açikgoz kiriye jî derbarê Açikgoz de tu kirarî nehatiye kirin. Ji ber vê yekê Kûrban dengê xwe li ser medya sanal ragihand.

  • img

    Dikandarên jin ber têkçûnê ne

    • jin
    • 09:53 26/5/2021

    Dikandarên jin, diyar kirin ku di pandemiyê de alîkariya aborî ya ji bo dikandaran kêm e û gotin: “Dikandar li ber têkçûnê ne. Bêyî ku cudakarî bê kirin, divê alîkarî ji bo hemû dikandaran bê kirin.”

  • img

    8 sal in li korîdorên edliyeyê ye: Bila cezayekî giran li Ozkan Yarbî bê birîn

    • jin
    • 09:01 26/5/2021

    Hatûn Koç ku bi awayekî sîstematîk tahde lê hatiye kirin û ji bo vê 33 caran gilî kiribû, dîsa jî bi çekê hatibû birîndarkirin. Koç got: "8 sal in li korîdorên edliyeyê li edaletê digerim. Lê min nedît. Divê cezayekî giran li Ozkan Yarbî bê birîn."

  • img

    Dayika Şemiyê Elmas Eren: Bêhêvî nebin!

    • jin
    • 09:00 26/5/2021

    Îkbal Eren, keça Dayika Şemiyê Elmas Erena ku bêyî ku hestiyên kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da, got: "Dêya min her cara dihat binçavkirin berê xwe dida girseyê û digot, 'bêhêvî nebin.'"

  • img

    Ayşîn 27 sal in winda ye: Dê rojekê derî lê bikeve û bavê min bê

    • jin
    • 09:00 26/5/2021

    Adnan Orhan ku 27 sal in li aqûbeta bavê xwe û du xizmên xwe dipirse, diyar kir ku Sedat Peker li xwe mikur hatiye, lê dîsa jî darizandin dest pê nekirine. Orhan, destnîşan kir ku dewlet naxwaze meseleya cinayetên kiryar nediyar zelal bike.

  • img

    Başaran: Em ê destûrê nedin ku jin bên xizankirin

    • jin
    • 13:51 24/5/2021

    Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, encamên hevdîtinên "Ji xizaniya jinan re na" ku parve kir, diyar kir ku li navçeya Kuluyê li 13 konan 150 kes bi hev re dimînin û wê destûrê nedin xizaniya jinan.

  • img

    Di behrê de cenazeyê jinekê hat dîtin

    • jin
    • 13:14 24/5/2021

    Li navçeya Mûratpaşa cenazeyê jina bi navê Necla Ozkan di behrê de hat dîtin.

  • img

    Piştî sozdayîna parastinê ya dozger hat kuştin

    • jin
    • 10:38 24/5/2021

    Civaknas Bîrgul Avdan, tundiya ku li Sîbel Kaman a ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve hatibû qetilkirin hatibû kirin ragihand û ev tişt got: “Êdî bangî dewletê dikim, lewre naparêze. Bangî rêxistinên jinan dikim; an em ê têbikoşin hesap bipirsin an jî em ê her roj bên qetilkirin.”

  • img

    Jin li dijî zilmê, îsyanê mezin dikin

    • jin
    • 09:00 24/5/2021

    Jinên ku li dijî êrişan têkoşîna xwe ya birêxistinkirî dihonin, bi şîara “Li dijî êrişên birêxistinkirî, berxwedana birêxistinkirî” xwe ji bo mîtînga mezin a Stenbol û meşa li Enqerê bê lidarxistin amede dikin.

  • img

    ‘Kîngê bûm a din wê demê terorîst hatim îlankirin’

    • jin
    • 10:13 23/5/2021

    Sumeyye Avci ya KHK’î ku piştî hevpeyvîna kuçeyê bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê” hat binçavkirin û ev tişt got: “Kîngê bûm muxalîf, cuda fikirîm û dest bi fikirandin û pirskirinê kir, wê demê ‘terorîst’ hatim îlankirin.”

  • img

    Qada Galatasarayê 3 sal in di dorpêça polîsan de ye

    • jin
    • 09:13 22/5/2021

    Gada Galatasarayê ku Dayikên Şemiyê û Xizmên windayan 26 sal berê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin lê dest bi çalakiyê kiribûn, 3 sal in di dorpêça polîsan de ye û ji çalakiyan re hatiye qedexekirin. Dayika Şemiyê Hanim Tosun anî ziman ku ew qad ji bo wan bûye wekî gora zarokên wan û got: "Bawerî û heviyên me mezin in. Em tu carî dest ji vê qadê bernedin."

  • img

    Li Balikesîrê jinek hat kuştin

    • jin
    • 15:53 21/5/2021

    Li navçeya Ayvalikê jina bi navê Bîrgûl Ç. hat qetilkirin û cendirme weke gumanbar li Yildiray Ç. digerin.

LÊGERÎN